Tag Archives: Çîrok

Çîrok | Gozel

Ewr bi baranê avis bû. Ew rewşa hewayê dikir ku, mirov ji mal dernekeve. Min fîncanek çîkoleta germ çêkir, betanî li xwe pêça pirtûkek da destê xwe û li ser qoltixa li ber pacê rûniştim. Di rojên payizê dawîya heftê ku ez ne li kar bim, kelîyên ku herî zêde …

Read More »

Çîrok | Rovî û Kew

Hebû ji Xwedê mestir qet kes tune bû. Hebû carek ji caran rihmet li dê û bavê hazir û guhdaran. Divên rovîyek tizbîyek dixe stûyê xwe û divê: —Êdî tobe ez ne şamîkên kesî dixwim û ne jî tûtikên kesî dixwim. Û lê dixe diçe. Li ser rêya Hecê ye. …

Read More »

Çîroka Şewêş | Fûad Temo

YEKEM ÇÎROKA MODERN A KURDÎ Şewêş kurê şivanekî ye. Ew bi xwe deh salî ye. Zarok e, lêbelê pir çavvekirî ye. Şewêş diya xwe nedîye. Bavê wî jî reben û belengaz e. Qet tiştekî wan tune. Tenê meteke Şewêş hebû, ew jî pîrek bû. Şewêş carna bi alî wê de …

Read More »

Zerganê Şer Dixwaze

Mihemedê Mistoyê Sofî Seîd xençera wî di ber wî de destê wî li ser doxa xençerê mîna destê hezkirya xwe girti be wisa doxa xençerê zeft kiri bû û ji ê derdorê re pesnê xençera xwe dida: -Zergana min li hem ber wê tiştek xwe nagire. Dixwaze bila pola be …

Read More »

Çîrok | Karwan û Eşqiya

Tê gotin li ser axa Yewnanan pêşiya karwanek hat birîn. Dizan karwan şeland. Dest danîn ser bêjimar mal û peran. Tiştek tenê jî ji bazirganan re nehiştin. Bazirganan ax wax û zarezar kirin û ji wan re gotin bi xatirê Xwedê û Resûlê wî malên me bidin me. Lê van …

Read More »

Navê “Hono” Çawa Bû “Perik”

Mala me li nav bajêr de taxeke nêzikî navenda bajêr e, mala me li ser du qatan e û qatek jî hîn bilind dibê. Bavê min û diya min salane bi hev re jiyaneke xweş dijiyan. Bavê min, zilamekî helîm selîm û aram bû, her tim bi şevên dirêj li …

Read More »

Mesele | Namûsa Hecî Rizo

Zivistanê bi hemû reng û dirûvê xwe ve xwe nîşan dida. Berf wekî çarşefeke spî rûyê erdê rapêçabû. Sibê şefeqê bi dengê derî ji nav nivînan hilpekîya: Hecî Rizo beyî ku cilên xwe biguherîne ber bi derî ve çû: “Babo! Di vê sermayê de kê vê saetê tê mala me? …

Read More »

Dîk û Bangdan!

Rojekê xwediyê dîk li dîkê xwe hat xezebê û jê re got: “Dîko, eger tu carek din serê sibê bang bidî, ev e min sond xwar, ezê serê te jêkim. Nexwe tu dixwazî bijî, divê êdî tu car bang nedî. Ne berbanga sibê, ne nava rojê û ne jî êvarê. …

Read More »