Mesela Avşalom û Bavî Wî Hz. Dawid

Avşalom kurê sêyemîn ê Hz. Dawid e. Hz.Dawid di nava hemû zarokên xwe de herî bêtir qîmet daye wî. Avşalom zilamekî zewicî, xwedî tirimbêlek herbê û pêncî zilamî bû. Dema derdiket derve li pêşîya tirimbêla wî ya şerî pêncî zilamên wî dimêşîyan. Wê demê millet fam dikir ku Avşalom derbas dibe. Avşalom bi qasî xweşikbûna xwe bi qurretîya xwe jî navdar bû.

Wateya Avşalomê (Av-Şalom) tê  wateya Bavê Aşitîyê. Dibêjin ku zilamekî lihevhatî, spehî, delal û rind bû. Avşalom bi porên xwe yê efsûnî yê diketin ser milî bûbû çîroka devê xelkê û li ser her zimanî bedewîya wî dihat qalkirin. Bi xweşikbûna xwe li welatê xwe deng dabû. Wekî wî xwişka wî jî bi xweşikbûna xwe deng dabû.

Rojekê birayê wî yê jinbavê dest diavêje namûsa xwişka wî. Avşalom bi vê yekê pir diqehere û qehra nizanê çawa fermanê li birayê xwe bîne. Ji bo kuştina wî planên xwe çê dike. Rojekê di dawetekê de derfet dikeve destê wî û ew jî plana xwe pêk tîne û birayê xwe dikuje. Dema birayê xwe dikuje bavê wî Hz. Dawid dilnade wî bi cezayekî mezin terbîye bike û wî bi cezayekî sivik terbîye dike û wî dişîne sirgûnê.

Avşalom demek dirêj li derveyî welatê xwe li xerîbîyê sirgûn dimîne. Alim û rûspîyên wê dewrê diçin ba bavê wî û jê daxwaz dikin ku kurê wî li welatê xwe vegere. Daxwaza alim û rûspîyan bi kêfxweşî ji alîyê Hz. Dawid ve tê qebûlkirin. Qral demek dirêj bû bi hesreta kurê xwe bû.

Avşalom dema tê di demek kin de di nava gel de cihekî qewîn ji xwe re çêdike. Avşalom dema li bajêr digerîya gel xwe li ber ditewand û diçûn destên wî, gava diçûn destên wî ewî jî xwe li ber wan ditewand û wî jî destên wan maç dikir. Êdî ew Avşalomê qurre bi temamî hatibû guhertin û çavên xwe hildabû kursîyê bavê xwe. Ji bo kursîyê qraltîyê bi dest bixe deh eşîrên cihûyan kişand alîyê xwe û du eşîrên mayîn jî alîgirî dan Hz. Dawid.

Bavê wî wekî ku zanibe dê çi werê serê wî amedekarîya xwe kiribû û zilamên herî bi wan bawer di qesrê de û di dîwanê de bi cih kiribû.

Şerekî dijwar di navbera bav û kurî de derdikeve. Kur zora bavê xwe dibe û heta rojhilatê çemê Ûrdinê dikeve şopa leşkerên bavê xwe. Lê di vê navberê de şêwirmendê ji alîyê Hz. Dawid ve di qesrê de hatibû bi cih kirin dikeve aqlê Avşalom û nahêle tevlî leşkerên xwe çemê Ûrdinê derbas bike û fermanê li bavê xwe û li leşkerên wî bîne.

Avşalom bi sermestîya serketina şêrî bi paş de vedigere. Êdî Avşalom bûbû qralê nû yê welatê cihûyan.

Di ser vî şerî de têra xwe wext derbas dibe. Di navbera vî wextê derbasbûyî de Hz. Dawid geh bi alîkarîya hogirên xwe û geh jî bi alîkarîya gelê xwe artêşek bi hêz kom dike û êrîşê dibe ser kurê xwe. Cengek xurt dîsa di navbera bav û kurî de derdikeve. Vê carê bext, wext û text ji bav re dikeve û bav bi ser dikeve. Hz. Dawid zora kurê xwe dibe û cardin dîsa dibe qralê Cihûyan.

Piştî şerî kurê wî ji meydanê direve. Herçiqasî kur li bavê xwe xayîntî kiribe jî dîsa bav dil nahêle tiştek bi kurê wî bê. Hz. Dawid emir dide û dibêje “wî bi saxî bînin cem min”.

Dema Avşalom têk diçe li hespê xwe siwar dibe û terka qada şerî dike lê dixe û diçe. Gava di bin çiqlên darekê re derbas dibe ew porên wî yên li ba dibin û li ber bayê sema digirin û direqisin li çiqlê darên dizîvirin û wisa li wê derê asê dimîne û nikare bireve tideran. Di nava serleşkerên Hz. Dawid de yekî ku hîçepîla wî ji Avşalom diçû hebû. Serleşker bê emrîya qralê xwe dike û kurê wî li wê derê û bi sê tîran dikuje.

Mele Mihyeddin

Derbar Mihyedîn Nahrîn

Check Also

Romana Mehmed Dehsiwar ”ŞOPA  XETERÊ”

Min peyamekî di facebook û twîterê de belav kiribû, gotibû; Maşallah, bê nezer, 7 roman, …

Leave a Reply