Lo Ez Birîndar im!

Min wer dizanîbû ku tiştên hatiye serê min nehatiye serê gurên li ser çîyan jî. Ode li min teng dibû, çek dîwar û pişta odê li ser min de bihêrifin tirs û xofek li min peyda bibû. Dema min xwe dihavit ber derî asîman jî di ser min de dihatin. Behna min diçikiya, gewriya min dihat guvişandin, mîna ku bifetisim. Min berê xwe da mala amoja Fatik. Mîna mîha gêj nedizanîbûm ku çi bikim.

Şeva berê mîvanên mala bavê min hebûn. Ez dereng pê hesiyam ku ew ji bo min hatine. Min ji lawê xwe re dixwezin. Bavê min; „baş e, çima nebe“ gotiye. Ma çima kesî fikra min nepirsî? Ya ku tê xwestin ez im an ew? Çima bavê min ji min nepîrsî ku dilê min heye an na? Kuliyan zimanê wî xariye! Ax, nizanim çi bikim? Rê û dirb li min hatine girtin. Nizanim ji kê re derdê xwe bibêjim? Nizam kî dikare kula min derman bike?

Dema ez gihîştim ber derê mala amoja Fatik tu kes li ber derî tunebû. Derî li ser piştê vekirî bû. Ji hundir ve deng dihat. Dîsa tirsekê kambax kete nava dilê min. Li ber çavên min reşahiyek peyda bû, hişê min çû. Jiber ku li erdê nekevim, min destê xwe havit ber diwar û li erdê rûniştim. Nizanim çiqas wext derbaz bûye, hişê min hat serê min.

Pencira li ser min re vekirîbû. Dengê muzîk û strana kurdî dihat. Min guhê xwe dayê ku Şivan Perwer distêre, kilaman dibêje. Min hîn jê dernexistibû ku kîjan kilam e, ew qediya û dest bi kilamek din kir. Bi dengê xwe yê xweş û dilşewat îcar kilama „Ez keçikek gundî me“ digot:

Ez keçikek gundî me lo ez birîndar im
Deşt û bajar nedîme lo ez birîndar im
Gula mêrga gelî me lo ez birîndar im

Min ji guhên xwe bawer nedikir. Min bixwe ji xwe ra digot: „Gelo ez xewn dibînim. Kilam li ser min hatiye gotin û keça di kilamê de tê tarîfkirin di sedî sed dişibe min. Dibe ku keça amoja Fatik, Gulê hatina min dîtibe û di derheqê min de hinek tişt bihîstibe. Lewma va kilama kiriye teyîbê û min dide guhdarî kirin.“ Ne dikarim bigîrim ne jî dikarim bikenim! Ya Reb! Va çiye te hanî serê min. Kilam berdewam dibêje:

Min ji xortekî hez kiribû
Ji mala meriyê me
Bav û birayêm nedan bûn sebeba serê min

Behna min dîsan teng bû, destên min lerizîn, hestên min hejiyan. Min xwest bi dengek bilind bigîrim û bigazînim. Di cîhê xwe de sipûsar mam û li der dora xwe mêziyam. Di dilê xwe de digot: „Dibe ku kes min bibîne û temaşe bike. Nebe ku ez tiştekî sosret bikim!

Xwedê kiribû derê mala amoja Fatik bi êxina êzing û hejan hatibû sipartin. Kesên li ber re derbaz dibûn min nedidîtin. Ez hinekî şûn ve kişiyam û xwe da bin dîwar. Dengê stranê ji derî û pencira vekirî mîna pêla avê ez didam ber xwe û dibirim. Di aliyekî de her diçû behna min teng dibû, min digot qey ez difetisim; di aliyekî de jî aramiyek li ser bedena min belav dibû. Nizanim çer tarîf bikim; halek dijî hevûdin û nakok. Ka gotinek me ya kurdan heye, dibêjin: „Ne ji ber germê tê, ne jî ji ber sermayê tê.“ Halê min jî wusa bû. Dengê hozanê navdar carna mîna gulle dilê min qul dikir, jê xwîn dipijiqiya, carna jî li ser serê min re mîna ewrek sipî û aram disefiya. Dema digot:

Bira evîna dilê min
Agir berda canê min
Hêstir berda çavê min ay

Êdî min nekariya xwe kontrol bikim. Hêsirên çavên min mîna lûla kaniyê li ser hinarikên min re herikiyan, giriyekê ez dorpeç kirim, bû xizxiza min. Nizanim ku bîrve çûm an ketim xewê, tiştên min dît rast bûn an xewn bûn?!

Dapîra min a rehmetî kofiya bi gulik û rêşî li serî, şarek reş û sor li ser de girêdabû, ji aliyê kaniyê ve dihat. Mesînek biriqî li dest de bû. Çend kesên di salên wê de û wek wê xwe xemilandine jî bidû wê bervî min ve dihatin. Bi hevre diaxifîn û li ser mijarekê mineqeşe dikirin. Wexta hinek din nêzikî min bûn pê hesiyam ku hemû porsipiyên gund ên bi salan in çûne heqiya xwe nin. Mirina wan hinekan tê bîra min, ên hinekan nayê bîra min.

Wexta dapîra min behsa hevalên xwe yên rehmetî dikir, ji me zarokan re mîna çîrok dihat û me bala xwe zêdetir dida gotinên wê. Carna dapîra min xemgîn dibû û hisêr diweşandin. Em jî pê re xemgîn dibûn, me dixwest berdewam bike. Carna ew ji me re hêrs dibû û diçû oda xwe. Wê çaxê me dizanîbû ku êdî dawiya çîrokê nayê, em jî radibûn û diçûn. Carna jî dû demekî dîsa dest bi serpêhatiyên xwe û hevalên xwe yên dema ciwaniyê dikir û bîranînên xwe ji me re vedigot.

Dema hatin cem min, hevalek wê ji dapîra min pirsî: „Em wê ji xwe re bibin?“ Deng ji dapîra min derneket. Berê xwe guhert û li hevala xwe ya din temaşe kir. Hevala wî bersiva ya din da û  got: „Na! Em pêşî lîsteya di tûr de ye binêrin. Birin û nebirin ne gor kêfa me ye. Kengê wext temam bû emê mecbûrin bi xwe re bibin. Dema wext hîn temam nebe em nikarin wê ji xwe re bibin.“ Ez bi gotinên wê têgihîştim ku li ser min diaxifin. Dapîra min qaytî min kir û keniya. Bi dengek nizm got: „Hîn wexta wê tujî nebûye.“ Ez bi kena wê re kêfxweş bûm. Min hoz da xwe ku rabim û destên wan maçî bikim. Dapîrê bi destê xwe hereketa di cîhê xwe de mayînê da min. Destê xwe li ser serê min re gerand, ez maçî kirim. Min dest avit destê wê ku maçî bikim gişt bi hevra wenda bûn.

Bi dengê Gulê hişyar bûm ku waye dev û rûyê min dişo. Di aliyekî de jî bi min re diaxife, dixweze min hişyar bike. Dema min çavên xwe vekirin bi dîtina rûyê Gulê re tirsiyam. Min nezanî ku Gul çima weqas ricifiye? Wexta min xwe livand aramiyek li ser rûyê wê belav bû. Ez hemêz kirim û rûyê min maç kir. Ez hinekî hejandim û ji min pirsî: „Ma çi li ser te de hat?“

Min hoz da xwe ku rabim li ser piyan, lê nekarî. Tu teqat di çokên min de nemabûn. Ez bêhêz û westiyayî bûm. Gulê ket bin çengên min û min bir nav malê. Gulê xest ku bang diya xwe bike. Lê min nehişt. Li ber min de çok da erdê, çavên min nêrî û pirs kir: „Ma çi li te qewimiye?“

Min çîroka xwe ji serî hetanî dawiyê çekû bi çekû jê re got. Xemginiya xwe diyar kir û ji min re got:

„Metirse! Xwedê derd daye, derman jî daye. Ka hinekî bîhna xwe bigire, emê dû re li ser mijûl bibin. Tenê ji mirinê re çare nayê dîtin!“

 

Hesen Polat

04.07.2018, Stuttgart, Çarşem.

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply