Mehmûd û Nîjadperestên Ereb – Aro ZARGO

Zarokekî Cezayirî li Frensayê dest bi dibistanê dike. Mamosteyê wî jê dipirse:

-Navê te çi ye?

-Mehmûd e mamoste.

-Ma wisa dibe? Ev der Frensa ye, tu jî hemwelatiyê Frensayê yî. Nabe ku navê te Mehmûd be,divê em ji te re navekî nû peyda bikin, navekî Frensî, bila êdî navê te Jean Françoîs be. Mehmûd nizane çi bibêje mamosteyê xwe, hinekî difikire û bersiva mamosteyê xwe dide:

-Baş e mamosteyê min, tu çawa dixwazî bila wisa be. Piştî dersa dawîn Mehmûd diçe mala xwe. Dayika wî gazî Mehmûd dike:

-Ka were Mehmûd, te îro li dibistanê çi kir?

-Ez ne Mehmûd im, navê min êdî Jean Françoîs e, mamosteyê min got, “Êdî tu ne Ereb î, tu êdî Frensayi yî û divê navê te jî em biguherin. Navekî xweş û Frensî li te bikin.” Navê min Jean Françoîs e, ez ne Mehmûdê Ereb im. Frensî me…

Bavê wî dema van gotinan dibihîze matmayî dimîne û ji kurê xwe re dibêje:

Kurê min, navê te Mehmûd e, em Ereb in. Dayika te Erebek e, bav û kalen te tev Ereb in. Em li Frensayê penaber in, ev der ne welatê me ye…

Bavê wî û diya wî çi dikin û nakin Mehmûd ji hespê xwe nayê xwarê û dibêje:

-Navê min Jean Françoîs e û ez Frensî me, ez ne ne Ereb im, ne Mehmûd im…

Bav û diya wî pir bihêrs dibin. Li kurê xwe dixin, ser û çavê wî diperitînin.

Roja din Mehmûd(Françoîs) diçe dibistanê, mamosteyê wî dema wî di halekî xerab de dibîne jê dipirse:

-Ev çi hal e Françoîs, çi hat serê te?

-Mamoste, doh ez rastî êrişî du nijadperestên Ereb hatim. Pir li min xistin mamoste. Ji ber navê min li min xistin. Bimre nijadperestî…

Wergerandina ji Tirkî: Aro ZARGO

Derbar Rêvebir

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply