Mala Meta Rihan wan gelek kevin bû, gava baranê lêdikir wê banê xanî bangur dikir. Mêrê wê beriya çend salan mirîbû. Keseke yê wê tunebû ku arîkariyekê bibe wê û ew bikare xaniyê xwe saxlem bike. Şevekê baraneke xurt dibariya. Meta Rihan hinek ka bir û li ser banî reşand, paşê jî bi çend caran bi bangurî ban gerand. Hingî ve baran lê dikir gerandina wê kêrî tiştekê nedihat.
Nêzikî seetekê gerand, taqeta wê qet nemabû. Bangûr danî aliyekê, çû ser lêva xanî, destê xwe avêt her du aliyên silmê û bi zorê ji silmê hat xwar. Gava ew çû malê, çend cihên ku dilop jê dihat dît. Firax danî ber cihên ku dilop jê dihat. Cilên xwe guhert . Piştî ewqes westanê hema dixwest ku zû raze. Deriyê mezela zarokan vekir, zarok hêj ne razayîbûn. Her sê zarokên xwe li xwe kom kir. Baran hêj nedisekinîbû. Carinan brûsk vedida û ew mezela tarî rohnî dikir. Ji tirsa ku xaniyê were xwarê nediwêra raze, piştî wexteke dirêj di nava wan fikran û tirsê de raza.
Siharê Meta Rihan firaxek ji xwe re bir ser kaniya gund ku avê bîne. Li ser kevireke yê kêleka kaniyê rûnişt û firaxa xwe tejî av kir. Firax danî aliyekê. Piyana xwe tejî av kir, gava wê av vedixwar, gurminiyek seh kir. Hema êdî dilopek av jî ji gewriya wê re neçû xwar. Piyan avêt erdê, ji erdê pengizî, ber bi malê ve beziya. Ji dûr ve dît xanî hatıye xwarê. Zarokên wê mabûn di bin xanî ve. Hewar û giriyên wê di nav gund de olan dida. Hingî wê dikir hewar kesek hewara wê nedihat. Tu der ji mijê nedixuya. Ber bi mala cîranekê ve çû. Şemitî û ket nava avê.
Rabû ser xwe hêj nêzik malê nebirî dîsa ket. Pêlava wê ji lingê wê ketibû û li ber avê çû. Xwe avêt pêlavê, pêlav girt lê pêlav nediçû pê wê. Her çiqas wê dixist ber xwe jî, hêj gavek neavêtî pêlav ji linga dibû. Paşê pêlav avêt û bi piyan bezıya. Bi piyên tazî dibeziya. Pêl camekê kir û lingê wê birî. Ji lingê wê pêl bi pêl xwîn diherikî. Parçeyek ji kirasê xwe kir û lingê xwe aland lê xwîn nesekinî û diherikî. Ji ber jana lingê xwe êdî nedikarî rêve biçe ji xwe barana ku welê xurt dibariya ew şilûpil kirîbû. Ber ve jî dikir qîreqir. Bi dengê bilind digot: “Ma kesek nine, bê hewara me.” Lê kesekê dengê wê seh nedikir. Hêdika meşiya û li ber deriyê ciraneke sekinî û bi kulmên dijwar li deriyê xanî da. Ne carekê bîst caran li derî da lê kesekê venekir. Berê xwe da mala cîraneke din û bi kulmên xwe yên dijwar li deriyê wê malê jî da, lê kesekê derî venekir. Hewara wê bajêr tejî dikir lê kesek hewara wê nedihat. Her çiqes wê digot hewar e, zarok man li bin xanî lê kesekê derî venekir.
Destên xwe li deriyê pênc malan da lê kesekê derî venekir. Hêviyên xwe ji wan birî. Ber bi xanî ve hat û hewlda ku xwe serda zarokan bike. Lê taqeta wê tunebû ku xanıyê ku hatî xwar tiştekê jê bike. Êdî ji bêteqetî girî û hawar jê nedihat. Ji neçariyê nedizanî ku çi bikira. Kesek tunebû arîkariya wî bike. Wê tenê serê xwe, nedikarî zarokan ji bin xaniyê hatî xwarê derêxe. Hema ji nişkê ve qêrîneke welê da, mirov digot qêrina wê yê asimana biqelişîne. Hema got: “Hewaaaaar e, bavo hevaaaar e, bira hewaaar e.” Bi wê qêrînê ji xewê şiyar bû. Mabû di nava xwihdanê de û hêstir ji çavê wê dihat xwarê. Li derdora xwe nêrî zarok li ser cihê xwe bûn. Wê zanî ew xewneke xirab bû ku wê dîtî. Her sê zarokên xwe maçî kir. Gava zarok maçî dikir hestirên çavê wê diket ser hinarikên zarokan. Piştî zarok maçî kir her du destên xwe rakir hewayê û got: “Xudayê min, Tu min û malabata min, cîranên min, gundiyên min, herkesê ku di tengiyê de ne biparêzî. Tu rojên teng zû derbas bikî, Tu zû baharê binî ser zivistana me.”
Lezgîn ACAR
www.candname.com