Serpêhatiya Hostaya Kişikê: The Queen’s Gambit

The Queen’s Gambit, rêzefîlmeke platforma dijîtal a Netflixê ye, di 23yê Cotmeha 2020an de hatiye weşandin. Rola sereke ya rêzefîlmê ji aliyê aktrîs Anya Taylor-Joyê ve hatiye lîstin. Ev rêzefîlm, behsa serpêhatiya jiyana hostayeke kişikê(şetrenc) dike. Rêzefîlm, di beşa xwe ya yekem de, wek bûyereke flashbackî dest pê dike û em dikarin bibêjin ku rêzefîlm li ser vê xetê heta dawiyê diherike.

The Queen’s Gambit, ji romana nivîskar Walter Tevisê bi heman navî hatiye wergirtin û ji aliyê Scott Frankî û Allan Scotî ve, wek rêzefîlmeke kurt/kin hatiye amadekirin.

Rêzefîlm, bi giştî behsa serpêhatiya jiyana Elizabeth Harmonê dike. Elizabeth Harmonê, dixwazê di cihanê de bibe hostaya herî baş ya kişikê. Belê, Harmonê şarezaya kişikê ye, ji 8 saliya xwe ve, ew ve şarezayî li cem xwe dihese, lê jiyana wê piçekî tevlihev e, ew sêwîyek e, jiyana wê di sêwîxaneyê de dibore, heta ku malbetek wê ji wir derdixe, çend salên wê wisa dibuhurin. Em dikarin bibêjin ku ev jiyana sêwîxaneyê heta dawiya jiyana wê bandoreke mezin lê dike. Belê, me got jiyana wê piçekî tevlihev e, çinkû ew nikare xwe li ber vexwarina araqê, kişandina cixareyê û hebên ku meriv dixe nav aramiyê, bigre. Yanî li cem karekterê wê oto-kontrol nîn e. Herwiha di rêzefîlmê de, derhêner li ser mijara derûnînasiya Elizabeth Harmonê sekiniye û di gelek beşê rêzefîlmê de,  li ser vê mijarê şixuliye û em dikarin bibêjin ku ew li ser vê mijarê heta dawiya rêzefîlmê jî meşiyaye.

Rêzefîlm, di navbera salên 1950 û 1960an de diqewime. Em dizanin ku ew sal, salên Şerê Sar e, ku di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîka  (DYA) û Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst (YKSS) de, qewimî ye. Ji xwe temaşevan cara ku vê rêzefîlmê temaşe bike, dê bibîne ku derhêner bi hişmendî vê babetê di nav beşên rêzefîlmê de, daye nîşan.

Yek ji armancên herî sereke yê Elizabeth Harmonê jî ew e ku kişikbazê herî baş yê YKKSyê û yê dinyayê têk bibe û bibe hostaya herî baş ya kişikê. Herwiha em dikarin di vê rêzefîlmê de nîqaşên li ser babetên sîstemên kapîtalîzm û sosyalîzmê, an jî takekesî û girseyê bi rihetî bibînin û li gor hişmendiya xwe van şîrove bikin.

Di 28 Rojan de 62 Milyon Temaşekirin

Ji aliyê hesabên fermî yên Netflixê ve hat ragihandin ku rêzefîlma The Queen’s Gambit bi giştî li dinyayê di 28 rojan de zêdetirî 62 milyon kesan ve hatiye temaşekirin. Li gor ku ew dibêjin, ev rêje ji bo wan rekoreke nû ye û wisa radigihînin; “62 milyon malbat/mal di 28 rojên berê de, rêzefîlma The Queen’s Gambitê hilbijêrt, û ev wê bir senaryoya sînorkirî a herî mezin ya Netflixê.”

Bi nêrîna min rêzefîlma The Queen’s Gambitê hêjayî temaşekirinê ye. Belê, piranî xîtabê  hezkiriyên kişikê dike, lê rêjeyên ku hatine ragihandin nîşanî me dide ku bi temaşevanan giştî dixe bin bandora xwe.

Derbar Qesîm Etmanekî

Di zanîngeha Stenbolê de, beşa rojnamegeriyê dixwîne. Herwiha berhevkirina çîrokên gelêrî re mijûl dibe. Têkilî: qesimetmaneki@gmail.com

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply