Helbet ziman ji bo neteweyan tiştê herî girîng e. Neteweyên zimanê xwe ji bîr kirine, ji holê rabûne. Ji ber vê çendê jî divê em çand û zimanê xwe tu carî ji bîr nekin. Min li ser girîngiya zimên ji we re hin gotin, helbest berhev kirin. Kerem bikin û bixwînin:
“Bi kurdî dijîm, bi kurdî dimirim Bi kurdî didim bersiva qebra xwe
Bi kurdî dîsa zindî dibim Li wê dinyayê jî, ji bo kurdan têdikoşim”
Hejar Mukriyanî
“Çawan bê ziman gel di Cîhan da tête parastin?
Bi çi lebatî maf û rûmet hatine xwestin…
Tenê bi ziman cuda bûye mirov ji dehban
Pê xwend zana bû firriya xwe gihande ezman”
Osman Sebrî
“Kesê zimanê xwe winda bike ew winda ye.”
Gotina Pêşiyan
“Ger tu bixwazî welatparêziya kesekî nas bikî,
lê binêre ka çiqasî li zimanê xwe xwedî dertê.”
Osman Sebrî
“Eger mirov mêjûya xwe nenivîse, mirov kor e,
Eger mirov bi zimanê xwe nenivîse mirov lal e.”
Zeynelabidin Zinar
“Stûna her neteweyekî ziman e.” Arşevê Oskan
“Ez matmayî dimînim ku zimanekî wek kurdî hebe û Kurd bi zimanekî din helbestan binivîsînin.” Abdulla Peşêw
“Xort bin, pîr bin, heçî nezan in divê dest bi xwendina ziman û nivîsandina zimanê xwe bikin û nebêjin qiweta min nagihe vî îşî; ez heq vî îşî dernayênim.
Tiştê ku zaroyên heft heşt salî dikarin, xort û mirovên sere jî dikarin.
Gerandina îş û karê me, heke ji destê me neyê, îş û karên me naçin serî, dawiya me di destê xelkê de perîşan bûne.”
Osman Sebrî
“Kêmqîmet e, semen erzan e.
Kurmancî ye, her kes dizane,
Tu qedrê kitêba xwe qenc bizane
Nebê; “Kurmancî ye Kes qedrê wê nizane.”
Xelîfe Ûsiv
“Eger kurdek qisey babî nezanî.
Miheqeq dakî hîz e û babî zanî.”
Hecî Qadirê Koyî
“Bijîn kesên ji bo ziman dikin xebatê.
Ew in berê Milet diguhêzin riya felatê.”
Osman Sebrî
“Tu ku ehmeq î lîsanê bav û kalê xwe nizanî
Şerm û heya bike tu kêmtir î segan î.”
Xelîfe Yûsifê Bazîdî
“Heyf xebînet û hezar mixabin nemaze ji wan ra ko bi zimanên din dizanin bixwînin û binivîsînin û alfabêya zimanê xwe hêç nas nakin.”
Celadet Alî Bedirxan
“Da xelk nebêjin ku:
“Kurd Bê me’rîfet in, bê esl û binyad
Enwaê millet xwedan kitêb in
Kurmancî tenê di bê hesêb in”.
Ehmedê Xanî
“Miletên bindest heyîna xwe ji serdestên xwe bi du tiştan, bi qeweta du çekan diparêzin: Ol (dîn) yek, ziman dudu. Lê heke ola milatên serdest û bindest yek be, hingê çek dimîne yek ew jî ziman e.”
Celadet Alî Bedirxan
Malxirabino!
Kuro eyb e, şerm e, fehît e, an hînî zimanê xwe bibin an nebêjin em kurd in.
Bê ziman, kurdîtî ji me re ne tu rumet e, ji me re rûreşiyeke giran e.”
Celadet Alî Bedirxan
“Min digot qey tu bi zimanî, ma tu bi kurmancî nizanî?”
Cegerxwîn
“Gelek şêrîn e ev ezmanê Kurda Derîxa!
Me ji dest yekcarî berda
Şêx Eskeriyê Axtepî
“Ji van qesdê min nîn e erzê huner
Welî da li dunya bimînit eser
Ku Turk û Ecem qet nebên carekê
Nehin Kurdî şair di misraekê
Bizanin ku şair ji Kurdan hene
Ji uşşaqê Turk û Ecem zêde ne
Binêrin li şiîran heçî zaniye
Çi terkîbekî serfê kurmancî ye
Ji kurmanciya xwe me anî nîzam
Muella û şêrîn û efseh û kelam
Ji tenzîmê kurdî sual û cewab
Me bînane nezmê hezaran kîtab
Me kêşa eziyet evan çendî rûz
Ji kurdî kîtabek bi saz û bi sûz
Ku da Turk û Faris nebêjin tu car
Nebûn kurdî nîşanê işqa xedar
Wereng şaîrê Kurd ê şêrînkelam
Hene şiîrê wan zêde ehsenîzam
Welîkîn teassûb nemaye li me
Ji vê, Turk û Faris cuda ye li me
Me ev çendî lefzê şêrîn çêkirin
Zebanê Tirkan me pê jêkirin”
Şêx Evdirehmanê Axtepî