Li Rûsistanê Perwerdeya Taybet

Ji bo ku meriv li ser perwerdeya Rûsistanê biaxive, divê meriv şert û mercên Sovyeta Sosyalîst zanibe. Lê mixabin di wê dewra Sovyeta Sosyalîst de, li ber lêkolîna civakê gelek astengên mezin hebûn. Dewleta Sovyeta Sosyalîst rê li ber lêkolînan girtibû. Ji ber ku şoreşa Rûsistanê nû bû û dixwastin bi awayeke nûwaze şoreşê li gel û dewletên din ên cihanê bidin hezkirin. Ji ber vê hawê gelek asteng li ber lêkolînên civakê derdixistin. Û her kar û xebatên bi vî rengî bi destê dewletê hatibûn parastin. Heger hin lêkolîn hebin jî ji ber van rewşan, lêkolînên bêbawer û gelek lawaz in.

Kesê ne aşîna be li perwerdeya taybet a di dema sovyeta Rûsistanê, li ser kalîteya perwerdeya taybet û pêşxistina helwesta civakî li hember kesên nekanyar, dê nikaribe bi awayeke objektîv binîrxîne.

Li Rûsistanê perwerdeya taybet, di sala 1806an li payîtext St. Petersburgê vekirina yekemîn dibistana bi destê dewletê ya ji bo zarokên ker, dest pê kir. Û di şopa heman salê de ji bo zarokên kor jî dibistanek bi awayeke fermî bi destê dewletê hate avakirin. Ji ber sedema geşedana aborî ya di nîva sedsala nozdehan a dawî de, perwerdeya taybet li seranserê welatê zîl da. Di destpêka sedsala bîstan, di pirsgirêkên zarokên nekanyar û rêbazên perwerdeyê de ne kêmî welatên Ewrûpî yên pêşrew bû.

Li dû şoreşê, rewşa perwerdeya giştî û perwerdeya taybet aloz û nediyar bû. Di bîst salên destpêka salên nû de, pêlên aloziya civakî, hejmareke zêde zarokên nehînkirî, zarokên bêpar û zarokên nekanyar li paş xwe hişt. Di nav vana de zarokên nekanyarên hişmendî(mental retardation) û gelek zarokên nekanyariya fîzîkî yên hewcehiya wan bi nêrîna dewletê heye, hebûn. Li gel vaya alikariya ku dewleta sovyeta ciwan nikaribû dabîn bike, xwestin. Ji ber rewş û mercên aborî dewleta sovyetê nikaribû van pêdiviyan bi temamî cîbicî bike. Digel ku dewlet, cure alikariya maddî dida wan û gelek dibistan jî vekir. Carde jî hejmara dibistan û hejmara heyî li hev nedikirin. Û ji ber vê jî alîkarî negihaşt hinek malbatan.

Ji salên 1930an û vir de derbarê mirovên hewcedarê lênêrîna taybet de daneyên statîstîkî yên ewle nehatin komkirin. Yên ji aliyê wezareta saxlemiyê, wezareta parastina civakî û wezareta perwerdeyê hatine komkirin jî ne xwedan ewle ne, ji ber ku tenê zarokên beşdarî sîstema heyî bûne hatiye rapêçan.

Ji bilî pirsgirêkên aborî, îdeolojiyên serdest jî li ser polîtikaya perwerdeyê bandoryar bûn. Gel, di hêviya pêşveçûna sosyalîzmê bi dabînkirina pêdiviyên hemwelatiyên nekanyar de bûn. Ev hêvî him di hişê mirovan û him jî di zagonsaziya meclîsan de cîh girt. Li ser lêkolînên civakî qedexe hate danîn. Ji salên 1930î ji ber qedexeya testkirina şarezayên hişmendî(Mental retardation) û motor, hejmara zarokên nekanyar ên statîstîkî gelekî dijwar bû. Lê dîsa jî perwerdeya taybet hêdî hêdî bi pêş ket. Di 3 Îlona 1935an “Organîzekirina derbarê çalakî û rêveberiya dibistanên navîn û seretayî” biryar dan. Di biryarnameya taybet a dewletê de, Wezareta Perwerdeyê ya Komara Sovyeta Sosyalîst, li bajarên mezin ji bo damezrandina dibistanên taybet bi planeke guncaw, ji bo zarokên nekanyar dê piştgiriyê bide. Ev bajar bi taybet; Moskow, Lenîngrad, Xarove û Kîev; di perwerdeya salên 1935-36an.

Li gel vaya jî ji ber sedemên aborî û siyasî tora saziyên perwerdeya taybet a heyî zêde nebû. Ji aliyê biryara komîteya 1936an bandora “Sîstema Pêşveçûnê ya Komîsertiya Gel li ser Pedolojiyê” li ber berdewamiya deh salan a perwerdeya taybet de xwedî bandoreke rûxandinî bû. Biryarname bi hinceta “her ku diçe zêdebûna zarokan” an jî “cudakirina zarokan ji qada dibistanê ya normal” wan perwerdekaran sûncdar dît. Komîteya navendî, ji ber reftarên xirabker ên perwerdekaran li Komara Sovyeta Sosyalîst a Rûsistanê, gelek dibistanên taybet vekir. Di encamê de Komîteya navendî lêkolîn ferman kir, di derbarê zarokên li gor jêhatîbûn û kelkwergitina ji perwerdeya pîşeyê.

Li sala 1943an dîrektivên fermî, li ser serjimartineke giştî û pêwistiya bicîanina zagona perwerdeya mecbûrî ya gerdûnî derket. Li gor talîmatên “daneyên li ser kesên ku pêdiviya wan bi perwerdeya taybet heye” bi daneyên dibistanê yên heyî yan jî ji teref mamosteyan di hevdîtinên taybet de bidestxistine, dê were bicîanîn. Ew zarokên hewceya wan bi perwerdeya taybet heye, lîsteyên wan (Ker, Kor, kêmhiş,) ji aliyê rêveberên dibistanan, li beşên perwerdeya gel birêve dibin, hatin şandin. Ji ber vê hawê tevî desthilatiya ji perwerdeya mebûrî ya gerdûnî zarokên nekanyar ji ber sedemên ku li dibistanan cîh tune, alikariya perwerdeyê nesitandin.
Dibistanên şevê yên taybet, li seranserê Rûsistanê, wekhev nehate belavkirin. Pêşî li bajarên mezin ên herêmên Ewrûpayê hatin sazkirin. Di encamê de biryara derbarê perwerdeya taybet, ne li gor hewcehiyên zarokan an daxwazên malbatan, lê li gor polîtîkayên siyasî bûn. Dibistanên taybet bi sedan kîlometre dûrî malbatan bûn. Ev jî dibû sedema dûrketina zarokan ji malbatan. Zarok dikaribûn tenê 10 rojên betlaneya zivistanê yan 80 rojên betlaneya havînê vegerên li malbata xwe. Di bin van şert û mercên giran de zarok gelek caran nedigihaştin dibistanan.

Ji hêla çandîrokî(culture-history) teoriya Vygotskyî, ji lêkolîn û perwerdeya zarokên nekanyar, bingeheke bîrokeyî pêk aniye. Lê belê berê xebatên ku li ser van zarokan hatibû kirin, li ser balkişîna kêmaniya organîk û biyolojîk bûn. Lê Vygotsky, destnîşan kir ku her çi ramanên asêyî(handîkapî) dibe ku daxilî têkiliya zarok û derdora wan bibe, ji ber vê hawê dê bandorê li ser civakîbûn û çandnasînê bike. Ev ramanên Vygotskyî, xebateke mezin dixwast ku derkeve asta jiyana rojane.

Di nêzî 1950an navê Vygotsky û hevpîşeyên wî, bûn girtiyên jibîrkirînê. Û lêkolînên wan nehate weşandin. Tevî prensîbên teorîk ji perwerdeya zarokên nekanyar, di heyama 50 salî de hatibin formûlekirin jî nemimkun e bihatana cî, di wê dewleta totalîter û zordest a sovyeta Rûsistanê. Di wê demê pêşveçûna van zarokên kêmaniya wan hebûn, li gor standartên dewletê yên perwerdeya normal, dihate hêvîkirin.
Wê demê pêşketina van zarokên nekanyar, li gor pêşketina zarokên normal hatibû pejirandin. Ev karê negengaz, perwerdekaran li rê û rêbazên cuda gerand. Ji ber ku ev heviyên dûrî aqilan, hemî barê pişta perwerdekaran bû. Di encamê de ev rêbazên nû, ev nêrînên nû û bandoryar di dema sovyeta sosyalîst bi pêş ket. Mînak; ji bo zarokên ker, bi rêya çalakiyên pratîk û bireser, ji bo hînkirina zimanî, sîstema perwerdeyê hate pêşxistin. Di encama perwerdeya ker û koran, mezintirîn potansiyela perwerdeyê derxist holê. Pêşveçûna zarokên nekanyar û ligel vê perwerdeya taybet, bi girêdayî sererastkirina jiyana rojane ya van zarokan de ye. Ji bo ku bandortir bibe, divê pêvajo bi payeyên zûtirîn ên civakîbûnê were destpêkirin. Çalakiyên kesanekirî(Individualized), ji axaftina bêpeyv û heta axaftina peyvîn, perwerdeya şarezayên pêwendî ya her cureyê pêwist e.

Di sala 1950an de, li gel zarokên nebîna(blind) û perwerdeya wan, sîstemeke cuda ya perwerdeya zarokên ker derkete holê. Sedema di bingeha vê cudabûnê de jî zarokên nekanyar û hewceya wan bi alikariyên cuda li gor asta nekanînê bû. Li gel vê perwerdeya cuda jî aliyê çawahînî(Qualitative) pêwist bû. Di vê demê de mezinbûn û cûrbecûreke hêzdar di saziyên perwerdeya taybet ên dewletê de li dar bû. Kategoriyên zarokên nekanyar, li gor nêrînên perwerdeya taybet, li hin koman hatibû veqetandin. Rêbazên elektrofîzyolojîk û psîkofîzyolojîk wek alavên pênaseyê hatin pejirandin. Û derengmayina pêşveçûn û xerabiyan, zûtirîn pênasebûn asan kir.

Di salên 1960an de baldariyeke taybet hate dayin li pêşveçûna hiş û sextiya perwerdeyê. Stratejiyên hatin lêkolînkirin ji bo zarokên di nekanîna hînbûnê û zarokên nekanyar û zarokên kêmasiya axaftinê dikêşin bû. Ev lêkolîn, bû sedema başkirina van xwendevan û dîtina rê û rêbazên guncaw. Di heman demê de xebatên pisporî balkişandin ser pêşveçûna hişmendî û astên niqrîzî yên ku vê pêşveçûnê karakterîze dikin. Di dawiya salên 1970an de ji bo zarokên nekanyar, perwerdeya taybet hate xurtirkirin û ev çarçoveya xurtirkirinê heta rûxandina sovyeta sosyalîst domand.

Di serê 1980ê de di dibistanên perwerdeya gelemper a Rûsistanê de ji bo zarokên nekanyar ên bîrbar û fîzîkî, dersên taybet hatin sazkirin. Di salên dawî de bi deh qatan ev zêde bûn. Ev jî bû sedema guhertina helwesta polîtîk a dewletê bo alîkariyê li hember zarokên nekanyar.

Li Rûsistanê sîstema perwerdeya nûjen, tenê ji bo her kesî/ê hewcehiyên diyar pêk bîne wekhev e. Ji ber vê hawê kesên nekanyar bi gelemper ji hevalbendên xwe dihên qetandin û ji pêvajoya perwerdeyê derdikevin.
Perwerdeya bergehî an lihevî ji bo her zarokan li cîhanê tişteke nû ye. Û ji ber vê hawê di pêkanîna xwestek, piştgirî û hewcehiyan de helbet wekî cîhanê li Rûsistanê jî ev pêvajo bi zehmetî derbas dibe. Ev pêvajo li hemî welatên pêşverû derbas dibe. Di demên dawî de lêkolînên derûnasî û perwerdehiyê balê kişandiye ser van zarokên nekanyar û bi taybet ser perwerdeya bergehî û liheviyê.

Li Rûsistanê zarokên hewcehiya wan bi perwerdeya taybet heye, gelemper ji hevalbendên xwe dihên dûr xistin û dervê pêvajoya perwerdeya ji bo her kesî li gor kanyariya wan perwerdehiyê dimînin. Û ji ber vê, zarokên nekanyar bêyî serketina akademîk, tenê dikare tevliheviya civakê binase. Perwerdeya zarokên nekanyar a bi hevalbendên wan ên kanyar re dihê dayîn re, perwerdeya bergehî an lihevî dihê gotin. Ev li ramaneke her cûre cihêtî û cudahiya navbera zarokan napejirîne û muamela wekheviyê qebûl dike. Û ji bo kesên nakanyar, divê qadên guncaw û taybet werin amadekirin.

Perwerdeya bergehî an lihevî a Rûsistanê hîn liasta xwe ya pêşîn de ye û xizmetguzaryên di vî warî de gelek lawaz in. Li gelek gund û navçeyan, ji ber sedemên aborî gelek zarokên nekanyar dûrî pêvajoya perwerdeyê dimînin. Yekem saziyên perwerdeya bergehî bi destpêka salên 1990an de derketin holê. Li Moskowê bi başkirina perwerde û malbatê di sala 1991ê de dibistana perwerdeya beregehî an lihevî vebû. Di sala 1992an de Rûsistan Entegrasyona kesên nekanyar destpê kir. Li 11 herêman ji bo civakebûna zarokên nekanyar sazî hatin avakirin. Her wuha ji bo mamosteyan jî mufredatên nû hatin amadekirin. Wezareta zanîn û perwerdeyê ya Rûsistanê, xebatên zanîngehan ên derbarê taybetmendiyên derûnî ya zarokan, di navbera salên 2008 û 2009an de bi modela bergehî ya perwerdeyê, li saziyên perwerdeyê ceriband. Li cûrbecûr herêm ekî Arhangelska, Vladimîrska, Lenîngradska, Moskowska, Ninjîgradska û Samarska û bi cûrbecûr şêweyan hate ceribadin. Heya îro mafên zarokên nekanyar a perwerdeya bergehî li Rûsistanê, bi Makezagona Federasyona Rûsistanê, bi Zagona Perwerdeyê ya Federal û bi Zagona Parastina Nekanyarên Rûsî, dihê sererastkirin. Her wuha Rûsistan, pejirênerê Peymana Maf û Azadiyên Bingeh a Ewrûpa û Mafên Nekanyaran ên Neteweyên Yekbûyî ye. Yekem bajarê ku mafê zarokên nekanyar bi zagonan parasti Moskow e. Di nîsana 2010an de Dûma Bajarê Moskowê derbarê mafê perwerdeya zarokên nekanyar de bi tarîxa 28.04.2010 û bi hejmara 16an zagon pejirand. Ev biryarname him ji bo perwerdeya bergehî(inclusive) û him jî ji bo perwerdeya taybet bû. Li gor vê yasayê pejirandina zarokên nekanyar li dibistanên bergehî, peydên komîsyona bijîşkî û derûn-perwerdehî û hejmara zarokên nekanyar li dibistanê, li gor zagonên Federasyona Rûsistan û li gor Zagona Bajarê Moskowê dihê diyarkirin. Her wuha zagona nû sererastkirinên perwerdeya zûtirîn û sererastkirinên derûnî, bijîşkî û perwerdehiyê raber dike. Ev zagon, derbarê pejirandina zarokên nekanyar, rewşa mamosteyên taybet, aboriya perwerdeya taybet û pejirandina xebata zarokên nekanyar de agahiyan dide. Li Moskowê 1500î zêdetir dibistan hene. Ji van dibistanan 50 dibistan perwerdeya bergehî(inclusive) dide. Her wuha ji bo zarokên nekanyar, tora saziyên pispor hene. Lê mixabin pirsgirêk hene. Heşt cure dibistanên taybet li Federosyan Rûsistanê hene. Beşa geşedana civakî ya federal; parastina saziyên zarokan ên bi asta xeternak, pirsgirêkên xeternak ên motor, zarokên ker û kor diparêze. Bi heman şêweyê ji bo gihaştiyan jî saziyên navendkar hene. Him hejmara zarokên nekanyar û him jî aboriya dibistanên bergeh. Lê ya li Rûsistanê perwerdehî êdî ne li gor ceribandinê , lê li gor zagonan e. ev yek jî deriyê li pêşveçûna perwerdeya taybet vedike.

 

Mustafa RÊZAN

Derbar Mustafa Rêzan

Check Also

Dil û Dîrok Dişewite

Halê kurdan û kurdistanê xerabmalî ye. Ji lew dil û dîrok dîsa dişewite. Kezeba mirovahiyê …

Leave a Reply