Du hefte û du roj mabûn ku ev cîgeh bibûya bîst û yek salî, yan jî ji qewla Selahattin, bi hesabekî hîn nîşander û watedartir, hindik mabû nifşê çaremîn ê xwendekarên Kurdan -ên di hinga hebûna Medya Kitabeviyê de- ji zanîngehên Stenbolê derbiçûna. Êdî wext bû ku ez jî hinekî rûniştama wek mudawimên vir, ên ku ne tenê ji bo kirrîna kitêban lê ji bo ku werin çayekê vexwin û ji xwe re bîstikekê sohbet bikin sê wesayît diguherandin heta ku xwe ji perrekî dûr ê Stenbolê digihandinê. Nexwe ew car ev car bû û min vê carê bersiveke cuda da heman pirsê: “Ez ê çayekê vexwim.” Lêbelê, di maweya sohbeta me a ku ji sê saetan zêdetir dirêj kir de min ê qîma xwe bi wê tenê neaniya.
Polîsên ku ev sê sal bûn her meh, mehê muheqqeq du-sê caran, dihatin dikana wî, sivikayî pê dikirin, sixêf digotinê û kitêbên wî giştûk davêtin erdê, pê li wan dikirin, û dawiyê ew kom dikirin û wan jî tevî wî û mêvan û xerîdarên li dikanê digirtin, dibirin qereqola li Cadeya Vatanê.
“Hûn çi ji me dixwazin?”
17ê Mijdara 1999an, sêşemê danê sibehê, rojeke xweş a tav, Selahattin Bulut tevî derçûyên kompîterê ên kitabeke Enwer Karahan a ku dê ji weşanên Dozê derketaya di kolana İstiklalê de dimeşiya. Vê roja xweş a payîzê, tenê tiştên xweş di hişê wî de hebûn; heta ku dengê qelabalixeke keç û xortan hatê; dora 60-70 kesî hebûn, bi dirûşmeyên bi Kurdî, ji hêla Tunelê berev Lîseya Galatasarayê dimeşiyan. Komeke dî a pirraniya wan jin jî li ber Kenîseya San Antuan rûdinişt. Tiştekî sosret bala Selahattin kişand û ma ecêbmayî: li derdorê ti polîs nedixuyan. Lê gavek şûn de dê tiştekî dî xuya bikira ku herçiyê ku nasnameya wî li ser bajarekî Kurdan hatibû tomarkirin û hesbilqeder wê rojê di wê kolanê re diçû dê li şûna wan heft xweziya xwe bi polîsên stemkar bianiya: girseyeke çavsor a netewperestên tirk. Girseya çavsor bi nav xwepêşanderan ket û hewil da wan lînc bike. Selahattin Bulut ev sê sal bûn tiştek nemabû ku ji destê polîsan nekişandibû, lê dîsa jî bi alîyekî dilê xwe wiha guman kir ku ew li wir bûna belkî êrîşkar wiha bi rihetî bi ser xwepêşanderan de neçûna. Lê berevajî gumanên wî, wê rojê piştî ku polîs hatin gihaştin wir jî, ji dêvla ku êrîşkaran rawestînin nav di wan da û wan hîn bêtir bera xwepêşanderan dan. Hetta piştî qederekê, xezeba polîsan jî bi ser a êrîşkaran de hat û ew jî bi nav mirovên li Kolana İstiklalê ketin. Ê ku kitûka wî li ser bajarekî kurdan bûya çûbû ji wî de! Dema xortekî dî jî dît, ê ku gava ji xwe re di wir re derbas bûbû, ew jî wekî wî -piştî êrîşkaran- ketibû nav lepên polîsan, gotibû belkî ew jî wek wî ji Mêrdîn bû; lê bersiva wî xortî rûyekî dî ê vê tiyatroya berbad raberî wî kir: Kurrik Tirkekî ji Yozgatê bû, lê li Rihayê ji dayik bûbû û li ser nifûsa wî bajarî hatibû tomarkirin ji ber ku dewletê bavê wî ji bo kar şandibû wir.
Piştî ku çavsoran hukmê xwe kir û çûn, û polîsan jî hunerên xwe yê her car kirin û bi gef û gurrên xwe ji ber nasname û karê wî yê kitêban tahde lê kir û ew çûn, Selahattin Bulut li dikana xwe ya li qatê duyem ê Pasaja Aznavurê careke dî li karesata jiyana xwe fikirî û pê êşiya. Janê yekcar da dilê wî û ne tenê di berdêla wê rojê, di berdêla hemû rojên ku wiha bi tahde û eziyet derbas dibûn de kerba dilê xwe di meqaleyekê de (Serbestî, 1999/Rêbendan) derxist û wiha kir gazî û hawar: “Hûn ji me çi dixwazin?” Polîsên ku ev sê sal bûn her meh, mehê muheqqeq du-sê caran, dihatin dikana wî, sivikayî pê dikirin, sixêf digotinê û kitêbên wî giştûk davêtin erdê, pê li wan dikirin, û dawiyê ew kom dikirin û wan jî tevî wî û mêvan û xerîdarên li dikanê digirtin dibirin qereqola li Cadeya Vatanê, dixistin nezaretxanê, aya li ku derên dî ên cîhanê hebûn? Ev înkar, ev tahde, evê rûtîna malkambax heta kengî dê dewam bikira?
Medya Kitabevi rûpelek ji rûpelên herî tije ên jiyana Selahattin Bulut e, ji rûpelên temenekî ku di ti beşekî wî de êş û kul û derd kêm nebûbûn.
Medya Kitabevi rûpelek ji jiyana Selahattin Bulut e
Medya Kitabevi rûpelek ji rûpelên herî tije ên jiyana Selahattin Bulut e, ji rûpelên temenekî ku di ti beşekî wî de êş û kul û derd jê kêm nebûbûn. Evî rûpelê dawî ê bi êş û tahde di 1ê Adara 1996an de dest pê kiribû, piştî ku hatibû Stenbolê bi heft salan; wê rojê Medya Kitabevi cara yekem li Pasaja Aznavurê vekiribû û ji wê rojê de zilm û zext ji ber deriyê wî neçûbû. Li qatê duyem ê wê qeyseriyê hem di nav bobelatên jiyana xwe ya zehmet de dikeliya, hem guwahî (şahidî) li derd û meseleyên li hawirdorê xwe diqewimîn dikir. Ji wê derê Dayikên Şemiyê ên li ber Lîseya Galatasarayê rûdiniştin didîtin û bi wan diêşiya, ji alîyê dî de jî ji alozî û pevçûn û çalakiyên siyasî ên ku ji kolanê kêm nedibûn di nav pêlên hêvî û bêhêvîtiyan de xerq dibû û bi rojeva sor a welat dikewgirî. Di doxeke wiha dijwar de kitêbxaneyek vekiribû bo ku Kurd bigihêjin kitêbên bi Kurdî yan bi Tirkî lê li ser Kurdan. Sê çar weşanxaneyên Kurdan ên ku hebûn wê demê kitêbfiroşek nedidît ku kitêbên xwe li wir belav bikin û bidin firotin. Derbirrîn û afirandina bi Kurdî hîn jî pirr zehmet bû û bi qandî ku refên wê dikana piçûk dagirin kitêbên Kurdî û ên li ser Kurdan jixwe tune bûn. Ji bo ku refên dikana wî ya kitêbfiroşiyê vala xuya nekin, ji bo ku hejmara kitêbên ku her meh tûşî serdegirtin, pêpeskirin û birina polîsan dihatin zêde xuya bikin, Selahattin qabên piskuwîtan, qutiyên karton ên alavan dixistin refan û kitêb dispartin wan û wan li kêleka hev bi pahnî datanîn. Çi cara ku polîsan dihat ev kitêb ji hev dixistin, hişka bi şerît û qinaban girêdidan û dibirin Selahattin bi pey wan diket, dû wan bernedida û ji bo ku wan şûn de wergire serî li Mehkemeyên Dewletê ên Ewlehîyê dida, heta ku çend mehên dî ew cardî dianîn. Dizanibû ku ew kitêb êdî nema dihatin firotin, -giştûk di embar û depoyan de nedawî dibûn û diriziyan -lê sirf ji bo ku dewletê negotaya ku Kurd guh li kitêbên xwe nakin û nayin li wan nabin xwedî, diçû ew dianîn û dû re bê heq li xelkê belav dikirin.
Piştî çar salan, piştî vê qonaxa tije êş û bela, sala 2000î, hatûçûya polîsan ji binî de rawestiya. Cara dawî du polîsên sivîl hatin; nedişibiyan ên berê, hinekî nermtir û bêdengtir bûn. Rûyê wan sar û betilî bû. Wek ên berê bi nav kitêban neketin û ew neavêtin erdê, çêr û sixêf li alîyekî, weku nizanibûn dê çi ji wî re bibêjin wan li Selahattin nihêrî. Wan hew çavek li refan gerand û dû re axîneke bêhêvîtîyê kişand. Ref hinekî dî tije bûbûn. Serwext bûbûn ku Selahattin dê dev ji wî karî bernedaya. Milên wan, heçku bê can û ruh, bi acizî bi kêleka wan ve dadileqiyan. Wan kesereke dawî kişand û berê xwe da derî. Çaxa kirî ku derkevin, li ber derî, yek ji wan zîvirî û gazin ji wî kir: “Te çayek jî neda me.”
Selahattin Bulut hebekî şaş ma; ti carî ji wan rastî miameleyeke wiha nehatibû. Rojekê negotibûn ka em hinekî rûnên jî. Belkî yekem car da xwe û xwest wek hemû mêvanên xwe çayekê bide wan jî. Lê ew rûneniştin, lêxistin çûn. Tevî ku gava derketin, ev gotin ji devê wan -û belkî ji dilê wan jî- derket: “Bila bimîne careke dî.”
Kê dizanibû ew cara dawî ye?! Nema hatin.
CIWANMERD KULEK
Çavkanî: Basnews