Li Emerîkayê Perwerdehiya Taybet

Her çiqas beş û cûreyên nekanyariyê hebin jî perwerdeya taybet bêtir li ser zarokên nekanyar ên hişmendî rawestiyaye.

Ji ber ku zarokên nekanyar ên hişmendî di jiyana civak û kesayetî de pirsgirêkên mezin derdixistin holê. Ji ber vê hawê pêşî pêşî li ser beşa nekanyariyê rêzik û zagon hatine amadekirin. Di vê warê de ji bo fêmkirina perwerdeya taybet, teqez divê nekanyariya hişmendî were axaftin. Û paşê meriv bigihêje encameke rasteqîn.

Dewleta Yekbûyî ya Amerîkayê jî nekanyariya hişmendî, rewşa sînordarên girîng li rûyê ronakbirî û şarezayên fêrbûnê de bandora li jiyana rojane û negîhaştina hevalbendan e. Di teşhîsa xwe de sê krîteran dihewîne. Li gor vê nasandinê nekanyariya hişmendî, di şarezaya fêrbûniyê de kêman, şarezaya lihevî de li gel hevalbendên xwe kêmanî û li gel van maddeyan ev rewş divê jidayikbûnê heta berî hîjde salî destpê kiribe.
Li gor pênasa 1992an a The American Association on Mental Reterdation’s (AAMR’s)ê, jihevçûna(deflection) du an jî zêdetir ji standartê (IQ ji 70 heta 75an) û di deh şarezayên lihevî(adaptivî) de li ser sînorên du an jî zêdetir kêmasiyan rave dike. Şarezayên civakî; bikaranîna civakê, lênêrîna xwe bi xwe, tendirustî û ewlehî, akademiya kêrhatî, dema vala û dema kar, ji van şarezaya nin.
Helbet li gor radeya sînorkirî û heman demê de li ser xizmet û piştgiriyê de, vana li qonaxeke berfireh de bikêr dihên. Kesên giran û tewirnekanyar, komeke biçûk ji vê nifûsa han dihêne hesibandin. Gelek kesên bi kêmhiş an nekêrhatê hişmendî, dikarin xwedîkirin an lênêrîna xwe bidest bixin. Xebatên sala 1998an ên li Dewleta Yekbûyî ya Amerîkayê, nîşan didin ku bi texmînî belavbûna vê, li derdora 1 ji sedî kom dibin û bi ser 2 ji sedî dikevin.
Di dawiya salên 1800î heya ji salên 1960î de saziyên berfireh ji bo hêwirîna kêmhişan hat avakirin. Di destpêka 1900î de , testên hişpîvê hatin pêşxistin. Bi amûr û agahiyên kêmbawer gelek kes, ji binavkirina nekanyariyê hate başkirin û paqijkirin. Ev rewş heya salên 1970î dewam kir. Guherandinên di salên 1970î de bandora saziyên(enstitûyan) li Dewleta Yekbûyî ya Amerîkayê, ji ber kêmbûna qeydê, hêdî hêdî kêm bûn. Gelek niştecîhên berê di nava van civaka biçûk de man. Lê belê hinek jî bi saya xizmet û piştgiriyê di malên xwe yên xwezayî de man. Di dawiya sedsala bîstan de jî kesên mayî di saziyên dewletê de, tewirnekanyar û li ser temanê çil salî de bûn.
Perwerdeya ew kesên ku ji komên gelemperî ve diqetin û ji aliyê fîzîkî, zanîn, ziman, hînbûn, hîs û hestan ve cuda dibin û ji aliyê perwerdekarên pispor ve tête dayîn re, perwerdeya taybet tê gotin. Perwerdekarên pispor jî ew kesên têkiliya wan sînordarî ligel perwerdeyê ne, derfetan ji wan kesan re çê dikin. Hewcehiya wan a kesanekirî cîbicî dikin. Li sala 2001ê li DYAê li nêzî 5 mîlyon kesan xizmet dihate dayîn.

Her çiqas li DYAê ev nû be jî li her çax û demê de ev zarok hebûn. Nasîna Itardî ligel kurê daristana Averonê xwuya dike ku him kêmaniya hiş û him jî çewtiya tevgeran, kurê Averonê dişibihîne nekanyarên dema me. Raportên tevgerên nelirê yên sedsala nozdemîn, kurê Averonê wek şîzofrenî yan otîzmî nîşan dide. Lê belê derketina nekanyariya sivik, li dû perwerdeya giştî ya gel derkete holê. Ji ber ku dema hînbûnê ji aliyê kin û dirêjahiyê ve li her zarokê/î cuda ye. Dema xwendin û nivîsandin bû armanca hemî zarokan, mirovahî bêtir rûbirû li wan nîşanan hat. Û bi taybet mamoste, astengên sivik li ber zarokan, an neçariya zarokên sivikastengar hişyar bûn. Di encama lêkolîn û xebatên van salan de zarokên kêmhiş, hestgiran, fêmgiran, peyvgiran, bihîstgiran, û kêmdîtin tête perwerdekirin.

Di sala 1817an de yekemîn dibistana perwerdeya taybet li DYAê, li paytexta eyaleta Connecticutê ango li bajarê Hatfordê, bi destê Gallaudetî bi navê Perwerdeya Ker û Lalan a Penaberên DYAê (niha bi navê Dibistana Kerran a Amerîkî) hate avakirin.
Di dawiya sedsala nozdehan hikumetên parêzgehan ji bo zarok û gencan malên parastinê û dadgehên ji bo zarokan bernameyên alîkarî yên civakî pêk anî. Tevgera xebata li ser zarokan di sedsala bîstan de navdar bû. Bi nêrîna C. Stenley Hall (1844-1924 ku wekî damezrînerê derûniya zarokan tête hesibandin) û lêkolîner, di pêşveçûna perwerdeya zarokan de bi awayeke zanistî baldar bûn û xwastin ku li dibistanên fermî de cîhekî ji bo derûniyê vekin. Di encama xebatan de di sala 1931ê de nexweşxaneya yekem a derûniyê Mala Bredley hate avakirin. Di vê nexweşxaneyê de piraniya nexweşan bi zimanê tûj ên dîn bûn. Di sedsala bîstan de tedawî li ser rêbaza psîkodînamîkî bû. Wan jî bal kişand li ser asteng, nasîn û curandina van kesên nekanyar. Di sala 1951ê de li ser zarokê nekanyar saziya yekem lêkolîn kir, Zaningeha Illionisê bû. Di warê perwerdeya taybet de bû xala nû ya balkişînê. Û axerîn tiştên îro em dizanin binavkirina “dîn” bû “fêmgiran”. Ji ber ku binavkirin, berê him tundtir û bêwijdanî hatibûn danîn. Wan binavkirinên kevn bandoreke xirab li ser perwerdeya wan jî dikir. Her wuha ji aliyê derûnî ve jî malbat nerazî bûn. Li gel van sedeman hêviyên li dû perwedeyê jî biçûk diman an jî qet nedihgihaştin asta berbiçav. Ji ber vê hawê van etîketên dawî yanî van etîketên nerm, di pêşveçûna perwerdeya taybet de gaveke erênî avêt.
Di dawiya sedsala nozdehan, bernameyên perwerdeyê yên taybet li gelek navendan hate dabînkirin. Perwerde, perçeyeke girîng a tedawiya rêwiştî bû. Heta dawiya sedsala nozdehan, polên taybet li çend dibistanên fermî yên dewletê dest pê kir. Ev polên taybet berê berê ji bo zarokên penaberan yên ku nizanin zimanê Îngilîzî û kêmhişên sivik an jî zarokên reftarxirabî dijîn, hate sazkirin. Di vegotin û tespîtkirina şert û mercên van zarokan de prosedurên gelek nekêrhatî hebûn. Di salên 1920an de polên taybet li gelek bajaran hatin avakirin.
Di sala 1840î de li parêzgeha Rhode Islandê, di derbarê perwerdeya pêwist a zarokan de zagonek pejirand. Lê belê perwerdeya pêwist, li hemî parêzgehan heta sala 1918an tune bû. Ji ber perwerdeya pêwist û li gel pêla dijberiya saziyên fermî yên dewletê yên sedsala bîstan de gelek zarokên nekanyar, li derveyê saziyan man. Lê belê heta nîvê sedsala bîstan jî zarokên nekanyar, ji dibistanên fermî yên dewletê dihatin dûrxistin û li malên wan dihatin girtin. Ew xwendevanên ku hewceya wan ji perwerdeya taybet hebû û derbasî dibistanên fermî yên dewletê dibûn, divê rayedarên dibistanaê bersivê bidana hewcehiyên wan û li gorî wan polên taybet vekiribana.
Di destpêka salên 1900an de baldariyeke mezin derkete holê di derbarê tendirustiya hişî û di encama vaya de avakirina klînîkên zarokan. Di sala 1930î de klînîkên rêberî yên zarokan û xizmetên şêwirmemdiyê bibû taybetmendiyên hevpar yên bajarên mezin. Hejmara dersên taybet di xizmeta piştgiriya temamker de (alikariya mamosteyan di birêvebirina pirsgirêkên helwest û reftaran de), piştî şerê cihanî yê duyem gelekî zêde bû. Di sala 1950î de perwerdeya taybet bibû beşek ji perwerdeya giştî ya bajarên mezin.
Di sala 1960î de perwerdekarên taybet, li dibistanên fermî bi rêkûpêk li xwendekarên nekanyar ên giran, li yên nexweşxaneyan diman û yên li mala xwe diman dersên taybet didan. Nekanyar bi komên biçûk dikaribûn werin birêvebirin. Di vê heyamê de perwerdekarên taybet, şêwirmendî li xwendekarên taybet û li mamosteyên din dikirin. Bi vî awayî heta salên 1970an li qada perwerdeya taybet de pêşveçûneke berbiçav diyar bû. Di van salan de zarokên nekanyar jî hatin curandin li gor asta kêmanî yan serkeftiyên xwe. Li gel vana hîn jî bi awayeke fermî, ne pêwist bû perwerdeya taybet li dibistanên fermî yên dewletê.
Di nîvê sedsala bîstemîn de, perwerdeya zarokên nekanyar li ser pêvajoya perwerdeyê; wekî bîra dîtbarî(Visual memory) û bihîstbarî(auditory), bîrbarî(cognitive) yan jî hînbûna prosesa şarezayên motor, ji zêdekirina performansa akademîk a zarokan hatiye sazkirin. Evana fikr û ramanên kevn ên parêzvanên sedsala bîstemîn in. Baldariyên pêvajoya perwerdeyê, di xwendina herikbar û nivîsandina rast, arîtmetîk û şarezayên din ên bingeha akademîk; di ramana cihêreng ên şarezayên hînbûnê yan jî di şarezayên hînbûnê yên motor de bûn.
Lê belê li dû lêkolînên salane, xwuya kir ku perwerdeyeke wusa di pêşveçûna şarezayên akademîk de bêbandor e. Gelek raman û teorî di dawiya sedsala bîstan de stîlên hînbûnê, bîra piralî( Multiple intelligence), prosesa hînbûna bingehîn li gor zayend, gel û li gor cudahiyên din ên fîzyolojîk hatin guhertin. Her çiqas perwerdeya rûbirû û stratejiyên din li gelek lêkolînan di encamên pêbawer hatibin piştgirîkirin jî carde piştgiriyeke berbiçav nedîtiye.
Perwerdeya taybet her dem bûye armanca rexneyan. Çi li cî, çi jî ne li cî. Ev rexne hinek mafdar, hinek jî ne mafdar bûn. Hinek rexne li bêbandoriya birîna hemî ênsanên nekanyar, çira li saziyan vêxistiye. Hinek jî pir qels bûne. Tenê hişê meriv belav kirine.

Di destpêka sedsala bîstan de rexneyên nû derketin. Hinek morkirina zarokan bi van astengan, hinek jî li ber xwendevanên hurgelan di kategoriya nekanyaran de destnîşankirin derketine. Û ew li hember perwerdeya dersên nijadî derketine. Serî rakirine.
Ji ber vê hawê van rexneyan, rê li ber perwerdeya taybet vekir. Wekî perwerdeya cihanî, perwerdeya Amerikî jî di warê perwerdeya taybet de rê li ber pêşveçûnê vekir.
Li destpêka salên 1960an û heta 1975an li zagonsaziyên eyalet, dadgehên federal û Kongreyên DYA’yê de, li ser mafê kesên nekanyar gelek komcivîn û axaftin hatin kirin. 45 eyalet, zagonên ji bo mecbûriya bernameyên perwerdeya taybet û fînansekirina xizmetguzariyên wan pejirand. Niha di zagona Perwedeya kesên Nekanyar a DYA’yê de hûrgiliyên prosesa guncawebûna xizmetguzariyên perwerdeya taybet, mafên malbatê, bernameyên perwerdeya kesanekirî û derdora kêmtirîn sînordarkirî ji bo zarokên nekanyar cîbicî kiriye.
Pêdiviya zagonî ya xizmetdayîna hemî zarokên nekanyar li dibistanên DYA’yê pirsgirêkeke nû ye. Berî salên 1970an bi mîlyonanan qeydên zarokên nekanyar, an hatin vegerandin an jî di dibistanên dewletê de bi xizmetguzariyeke lawaz dihatin perwerdekirin. Her çiqas niha di rêziknameya federalî de zagona perwerdeya kesên nekanyar hebe jî, ji vana hinek ji aliyê dewletê hatine pejirandin. Mafên zarokên nekanyar bi du zagonên federalî dihê bicî anîn. Bi zagona rehabîlîteyê ya 1973an û bi Zagona Nekanyarên Amerîkî ya 1990î dihê bicî anîn.
Kesên nekanyar ên hişmendî, ortopedî û cûreyên din, her demê bûne armancê tund û tûjiyê. Di heman salan de li her derê parzemînên cîhanê, rewşa zarokên nekanyar werê bû. Û ji civakê dihatin dûrxistin. Lê niha bicîkirina zarokên nekanyar li saziyên fermî, perwerdeya taybet û xizmetguzariyên dewletê hêdî hêdî vê rewşê ji holê radike.

Di seranserê dîrokê de li dibistanên Amerîkayê, xizmetguzariya ku dihate dayîn lawaz û li gor kêfa rêveberên dibistanên herêmê bû. Heta nava 1970an li gelek eyaletan destûr dihate dayîn ji bo netomarkirina van zarokan. Hinek zarokên nekanyar li dibistanên dewletê hatin tomarkirin. Lê belê vana jî tevlî perwerdeya gelemper bûn û ji bernameyên kesanekirî pir kêm sûdê wergirtin. Û xizmetguzariya bo wan dihate dayîn gelek lawaz bû. Lê belê di sala 1978an de bi zagona civakê û bi polîkayên “ji bo her kesî perwerdehî” hate pêkanîn.

Di sala 1971an Komelgeha Zarokên Nekanyar a Eyaleta Pensîlvanyayê, li hember biryara Meclîsa Federal a Pensîlvanyayê derket û di encamê de dewletê ji bo zarokên nekanyar bi awayeke bêpere û bi gihîştineke rasterast divê perwerdeyê cîbicî bike pejirand. Ev biryar di heman demê de bû sedema dayîna perwerdeyeke guncaw û derdoreke kêmtirîn sînordarkirî. Û bi heman rewşê, sala din doz li dibistanên Herêma Columbiyayê ku tomarkirina zarokên nekanyar red dikirin, hate vekirin. Lê mixabin ji ber bûdçeya kêm, nedayîna xizmetguzariya perwerdeyê hate pejirandin.
Di sala 1975an de zagona hemî zarokên nekanyar ji teref serokê DYA’yê Gerald FORD, hate pejirandin. Û ev di 1ê Cotmeha 1977an de hate birêvebirin.

Zagona Perwerdeyê ya Kesên Nekanyar
(Individuals With Disabilities Education Act (IDEA);
1. Pêşniyariyên guhertinên dibistanê û agahdarkirina malbatê; di çarçoveya IDEA’yê divê malbat were agahdarkirin. Divê di warê pêşniyariya guhertinên perwerde, reftar û her cûre prosesan de malbat were agahdarkirin.
2. Ji bo nirxandinê pejirandin; berî ku zarok tevlî perwerdeyê bibin li gor çarçoveya IDEA’yê divê werin nirxandin. Zarokên bi gûmana ku nekanyar bin, ji bo nirxandinê divê ji malbatê destûr were girtin. Heger malbat destûrê nede, dibe ku serî li dozgereke herêmê were xistin. Encax zagonên dewletê evê biryarê dikarin bişkînin.
3. Nirxandina guncaw; materyalên test û nirxandinê divê nijadperestiyê li ber xwe negire. Personelên bi zimanê zikmakî yên zarokê hatine perwerdekirin divê zarokên nekanyar binirxînin. Di bikaranîna testan de divê nekanyariyên din ên zarok heger hebin, divê li ber çav were girtin. Û li gor van cûre nekanînên din jî test were avakirin.
4. Nirxandina xweser; heger malbat nexwaze tevlî nirxandina ji teref dibistanê hatiye amadekirin bibe, divê ji teref rêveberên nirxandinê ku li gorî şert û mercên malbat dixwaze, saziya nirxandina xweser amade bike.
5. Destûrdayîna cîbicîkirinê; ji bo zarokên nekanyar ku tevlî perwerdeya taybet bibin, divê destûr ji malbatê were stendin û heger malbat destûrê nede dibe ku serî li dadgeheke herêmê were xistin.
6. Amadekirina Bernameya Perwerdeyê ya Kesanekirî; ji bo zarok bi awayekî serkeftî ji perwedeyê sûdê werbigire, divê bi tevlîbûna malbatê li gor kanîn û nenakîna zarokê bername were amadekirin.
7. Liberabûn; heger malbat û rêveberên dibistanê di bicîkirina zarokê de li hev nekin, dibe ku serî li serkarekî rûniştinê ya dadgehê bidin. Peywirdarê rûniştinê divê ne xebatkarekî di perwerdeya zarok de peywirdar be. Divê peywirdarekî bêalî be. Û pêwist e, di warê perwerde û taybetmendiyên van zarokan de xwedan agahî û şareza be. Her wuha malbat dibe ku bixwaze zarok tevlî rûniştinê bibe û rûniştinê jî li xelkê veke.
8. Biryarên mayînê; li dû destpêkirina bicîkirinê tenê ji teref komîteya bernameya kesanekirî dihê guherandin. Heger di vê bicîkirinê de malbat destûra guherandinê nede û rûniştinekê bixwaze, heta dawiyê di rûniştin û civînê de, zarokê nekanyar(nekanyar) divê di bicîkirina heyî de bimîne. Heger dibistan di fikra mayîna zarok dê zirarê bigihîne wî/ê û hevalbendên wî/ê de be, dibe serî li dadgehê bide û dadgeh bicîkirina zarokê biguherîne.
9. Mafê karkirina taybet li dadgeha federal; bi biryara serkarê rûniştinê malbatên hatine mexdûrkirin dikarin serî li dadgehê bidin.
10. Heqdestên parêzvanan; dadgeh li gor nêrîna xwe dikare heqdesteke normal bide malbatan.
Zagonên wekhevî û parastina zarokan mafê zarokên nekanyar(nekanyar) jî diparêze. Dewleta Yekbûyî ya Amerîkî nikare van zagonan betal bike. Lê belê hin herêm û eyalet digel van zagon û biryaran, biryarên pêştir stendine û zarokên nekanyar bêtir sûdê werdigirin. Dewleta Yekbûyî ya Amerîkî bi zagona rehabîlîtasyonê ya bi hejmara 504an teqez cihêkariyê qedexe dike. Rêbazên Zagona Perwerdeyê ya Kesên Nekanyar (Individuals With Disabilities Education Act (IDEA), ji malbat û zarokan amadekirina perwerdeyeke guncaw û teşwîqkirina xebateke ligel hev e. Bi armanca peymangirtinê ya li gel malbatan û bicîkirina zarokan li dibistanên guncaw, tevdigere. Zagona Perwerdeyê ya Kesên Nekanyar (Individuals With Disabilities Education Act (IDEA) malbatan ji vê pêvajoyê dûr naxe û di her biryarê de destûra malbatê dixwaze ji ber ku hin zarok, li gor nekanîn û kanîna xwe divê li qadên taybet û bi pertalên guncaw werin perwerdekirin. Xwuya ye ji bo pêkanîna van hewcehiyan Zagona Perwerdeyê ya Kesên Nekanyar (Individuals With Disabilities Education Act (IDEA) li DYA’yê pêwist e.

Mustafa Rêzan

Derbar Mustafa Rêzan

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply