Bêhna genî ji dinyayê difûre
Xwezaya hertiştî pûç e, diçire
Ne misk ne levante û ne jî ember
Ti tişt nikare rê li ber bigire
Di xew de ye Mikaîl! hemêz dike Demeter
Wer dixuye ku ew in ji dinyayê bêxeber
Bi tayê evînê dilerizin û diricifin
Li hev şikandine ser û sing û bask û per
Bêhna genî ji dinyayê difûre, bêhneka qirêj
Mirova sewsî dike wan li hev dike mest û gêj
Ser sergo û poxana bang dikin dîk û şelûfk
Mifta rastiyê ketiye destên şût û dilqirêj
Li hev teng kirine dinyayê wekî qefes
Gelo wê Xwedê bikaribe bibêje bes
Wê bikaribe biguherîne rewşê yan
Wê xwe neêşîne bo filan û bêvankes
Bêhna genî ji dinyayê difûre, bêhneka gemar
Nemaye şerm û fedî, ne jî rûmet û fêt û ar
Bi tenê hîşt û berjewendî mane wekî pêwendî
Dest dixine qirika hev kek û bira û bav û zar
Bêhna genî ji dinyayê difûre, bêhneka pîs
Dilêva Xwedê da diaxifin hetik û xebîs
Qirêjiya dilê xwe vedirêşin û tavên der
Gelo ma ker tên zeftkirin bi ben û werîs
Bêhna genî ji dinyayê difûre, bêhneka tirş
Bêhn li kulîlka çikandine dehl û dirî û kirş
Li dibûriyan xwe vedişêrin rindî û başî
Yan na wê bêne serjêkirinê wekî berx û terş
Bêhna genî ji dinyayê difûre, bêhneka pûç
Herkes dibêje ez li vê dinyayê deynime qûç
Ka çi li ber xwe dide li hember çerxa felekê
Hertiştî hildiweşîne, hûrhûr dike bi çakûç
Bêhna genî ji dinyayê difûre, bêhneka melîzok
Qet tiştekî nemaye li ser binyad û li ser kok
Alozî û gelemşe serdest li her der dimeşe
Doxîn sistbûne û şalwar şiqitîne heta çok
Bêhna genî ji dinyayê difûre, bêhneka kirêt
Dişewite hawirdor, her belav dibe agir û pêt
Diqijilin û disincirin her tiştên delal û rind
Kes nizane wê çawa vemire agirê bêfihêt
Bêhna genî ji dinyayê difûre, bêhneka kerax
Ehrîmen hewqas biserneketibû ti dem û çax
Bere bere hikmên wî zêde dibin li serzemîn
Ti kes xwe li ber nagire, ne mirî û ne jî sax
Berê digiriyan li ser meyt û mirîya
Niha zindî ketine nav dest û piya
Dojeh barkiriye û hatiye vê dinê
Diherişîne hertiştî wek sapê giya
Emre MÛHARGÎNÎ (AMED/28.09.2018)