Li Amedê Panela ”Xanî-Civak, Felsefe û Ziman”

Li Navenda Çand û Hunerê ya Cigerxwîn bi pêşengiya Akademiya Ziman a Ehmedê Xanî, bi dirûşma “Xanî- Civak, Felsefe û Ziman” panelek hat lidarxistin.

Akademiya Ziman a Ehmedê Xanî, bi dirûşma “Xanî- Civak, Felsefe û Ziman” panelek li dar xist. Panel di 16’ê çileyê, de li Navenda Çand û Hunerê ya Cigerxwîn a li navçeya Peyasa Amedê pêk hat. Di panelê de Nivîskar û Zimanzan Zana Farqînî, Nivîskar û Siyasetmedar Osman Ozçelîk û Îlahiyatnasê Zanîngeha Dîcleyê Nûrettîn Turgay wekî axafatvan amade bûn.

Panel bi moderatoriya akademisyen Netîce Altun ve pêk hat. Axaftvanan di panelê de li ser jiyan û berhemên Ehmedê Xanî yên wekî Mem û Zîn de axivîn. Di salonê de bi dehan nivîskar, wêjevan, mamoste, xwendekarên zimanê kurdî û gelek welatî amade bûn. Balkêş bû ku eleqeya ciwanan li ser wêjeya kurdî zêdebû ku di salona panel lê hat li darxistin de piranî ciwan bû.

Nivîskar Osman Ozçelîk di banelê de axivî û diyar kir ku Ehmedê Xanî berhemên xwe bi kurdî nivîsandiye û wêjevanek xurt bû. Ozçelîk destnîşan kir ku di her xwendina berhemên Xanî de mirov kûrahiya berhemên wî baştir dibîne. Ozçelîk bi van gotinan dirêjî da axaftina xwe: “Xanî di berhemên xwe de jan û elemên civaka kurdan girtiye dest. Hûn jî zanin di îngîlîzan de Shakespeare çi be, ji bo kurdan jî Ehmedê Xanî wisa ye. Firdewsî çawa bi berhemên xwe zimanê farsî rakiriye ser piyan, Ehmedê Xanî jî bi heman awahî zimanê kurdî rakiriye ser piyan.” Ozçelîk destnîşan kir ku Ehmedê Xanî di peyvên xwe de piranî têgeha ‘kurmancî’ bi kar anîye û bi vê têgeha ‘kurmancî’ re behsa hemû kurdan kiriye.

Zimanzan Zana Farqînî jî li ser jiyan Ehmedê Xanî, kurdewariya wî û xwedîderketina wî ya li ziman rawestiya. Farqînî dazanîn ku Ehmedê Xanî li hemberî sê zimanan wekî osmanî, erebî û farsî sekiniye û berhemên xwe bi kurdî nivîsandiye. Farqînî diyar kir ku Ehmedê Xanî mînereya zimanê kurdiye.

Îlahiyatnas Nurettîn Turgay jî jiyan û berhemên Ehmedê Xanî di warî bawerî de dirxan. Turgay got ku Xanî berhemên xwe ji gelek aliyan ve girtiye dest û ew jî ji bo civakê dewlemeniyek e. Turgay da xuyakirin ku berhema Ehmedê Xanî ya Mem û Zîn perçeyek civaka kurd dide nîşan dan û ji bo civakê berhemeke giranbûha ye.

Armanca li darxistina panelê

HEVSEROKA Komeleya Akademiya Ziman A Ehmedê Xanî Nadîre Karakoyun Çapuk der barê li darxistina panelê de j ime re axifî. Nadîre destnîşan kir ku armanca wan ji vê panelê ew bû ku di roja îro de li gel têkoşîn û berxwedana gelê kurd a di xwerêveberiyên cewherî de xwedî derketina li kurdewariyê û zimanê kurdî bû. Nadîre got ku li aliyê din wan pêdiwî dîtiye ku piştî kongreya xwe ya komeleyê bi xebateke wiha jiyana Ehmedê Xanî bidin nasîn. Nadîre ev tişt got: “Me xwest di vê pêvajoyê de ruhê kurdewarî zêde derkeve pêş. Xwedîderketina li ziman û wêjeyê di roja me ya îro de gelekî girînge. Bi taybetî di ser kesayeteke mîna Ehmedê Xanî de danasîna xwedîderketina li çand, ziman û wêjeya kurdî watedar e.”

Derbar Rêvebir

Check Also

ÇAND MA li benda pirtûkan e

Çand Ma parçeyeke nû ya xebata Ma Musicê ye û ciheke nû vekiriye. Çand MA’yê …

Leave a Reply