Li Amedê hosteyê dawîn yê erbanê

Erbane 1400 sal berê li xaka Mesopotamya û Kurdistanê hatiye bikaranîn. Kurd gelekî bala xwe didin ser erbanê û ji dengê wê hez dikin. Erbane bi deng û rîtma xwe dil û guhên temeşavanan sermest dike.

Erbane ji 1400 salan berê vê li xaka Mesopotamya û Kurdistanê hatiye bi kar anîn. Kurd gelekî bala xwe didin ser erbanê û ji dengê wê hez dikin. Erbane bi deng û rîtma xwe dil û guhên temaşevanan sermest dike. Herwiha wekî amûrekî tesewufî tê qebûl kirin. Gelek ji sofiyan bi erbanê mijûl bûne û lê xistine. Niha ev amûr li Amedê tenê ji aliyê kesekî ve tê çêkirin.

Zülküf Yoldaş li Sura dîrokî ya Amedê, di dikaneke biçûk de bi bêdengî û dildarî ev 30 sal in bi çêkirina erbaneyan ve mijûl dibe. Erbaneyên wî li derveyî welatî jî tên firotin. Hostayê erbanê Zülküf Yoldaş derbarê jiyan û hunera xwe de ji IMPNews’yê re axivî.

Tekane hostayê erbanê li Amedê

Yoldaş xwe wiha dide nasîn: “Heger tu bibêjî Hozan Zülküf, hemû kes min nas dikin. Ez li Pîrana Amedê ji dayîk bûme. Em zaza ne, lê eslên em soran in. Navê bavê min Elî Memkî Soran e. Dema ku ez 5 salî bûm, malbata min koçî Surê kir. Zarokatî û ciwaniya me li wê derê derbas bû. Ev deh sal in ku min li vê derê dikan vekiriye.“

Yoldaş li Bismilê xwendiye. Ew 15 salan çûye medreseyê:“Li Bismilê bi navê Seyda Ebdûlsemed alimek hebû. Min li cem wî xwand û hemû ilmê xwe yê dînî ji wî fêr bûm. Her wiha min demekê meletî jî kiriye.“

Yoldaş bal dikşîne ser têkiliya xwe û hunermendiyê û wisa dibêje: “Ez hozan û helbestvan im. Bi salan e ez hozaniyê dikim. Demekê Aşiq Weysanî û Eyşêşan hebûn. Her du jî koça dawî kirine. Ji bilî min kesekî din ku vî karî bike, tune ye. Stranbêj zêde ne, lê di beşa hozaniyê de ez tenê me li Amedê.” Yoldaş, derbarê hozantiya xwe de behsa serpêhatiyeke xwe jî dike: “Rojekê hozanekî ji diyarê Yusiv hat. Hatibû gazînoyê û ez temaşa kiribûm. Hat cem min û got, ‘em devjeniyê bikin.’ Min jî got ’baş e’ û min jê re got: ‘Heger ez serbikevim, ez ê saza te bistînim. Lê heger ez sernekevim, ez ê saza xwe bidim te.’ Wî jî qebûl kir. Me nîv saetê bi stran û gotinan devjenî kir, avêt ber hev. Di encam de ez serketim. Min saza wî jê stend. Min dît gelekî xemgîn bû, min dîsa saza wî da wî.”

Aşiq Zülküf Yoldaş bi çîrokeke balkeş bahsa destpêka têkiliya xwe yabi hunera sazê jî dike. Şevekî xwewn dibîne. Mêrikekî pîr tê xewna wî û ew di şevekê de wî fêrî sazê dike. Wê demê ew jî diçe Stenbolê û li wir ji xwe re sazekê dikire. Ew Stenbolê 5 salan li Girava Heybeliyê dimîne û xwe di hunera sazê xwe pêşve dixe. Li Eyşêşan tevlî gelek konsertan dibe. Li Amedê 70 sal di gazinoyan de kar dike: “Wê demê İbrahim Tatlıses dihat cem min û min şevekê ew derxist ser sahneyê. Min ji bo Tatlıses bername çêdikir. Azer Bülbül jî dihat cem min. Min gelek awazên xwe dan Azer Bülbül û Ceylanê.”

Zülküf Yoldaş bi salan bi helbestvaniyê jî mijûl bûye û dibêje 19 pirtûkên wî yên helbestan hene. Ew ji sala 1966’an û vir ve helbestan dinivîse. Wî 3 kaset çêkirine û beşdarî gelek konsertan bûye.

Di rojekî de 150 erbane difiroşe

Yoldaş, karê erbanê ji bavê xwe fêr dibe: “Bavê min gelekî baş li erbanê dixist. Wî ez fêrî hunera erbanê kirim. Wî erbane jî çêdikirin. Ez jî 30 sal in erbaneyan çêdikim. Lê em her du jî heman rêbazan bi kar naynin. Wî erbane bi rêbaza dirûtine çêdikirin. Lê ez erbaneyan bi hev ve diçespînim.”

Yoldaş heta niha bi hezaran erbane çêkirine. Erbaneyên wî li derveyê welat li Çînê, Holandayê, Almanyayê jî tên firotin: “Hevalekî me yê gerok heye. Ew erbanên min dibe Çînê û difiroşe. Erbane ferhenga bav û kalê me ye. Ji bilî min kesekî din vê karî nake û li Amedê tenê hosteyekî erbanê heye; ew jî ez im.”

Erbanê ji bavê xwe fêr bûye

“Li taxa Elî Paşayê bi navê Sofî Hûseyin birayekî me yê heja hebû. Ew tenê bi çêkirina erbaneyan mijûl dibû. Dema ku koça dawî kir, kesekî din  nemabû ku vî karî bike. Ez rojekê ji bo mêvaniyê çûm mala Sofî Mihemed. Wê demê hevalekî erbaneyek anîbû û erbane jî diryayî bû. Ji ber ku kesek tune bû erbanê temîr bike, gilî û gazind dikir û digot: “Sofî Huseyn miriye û kesek tune ye erbaneya min çêbike.” Ez fikirîm û min xwe bi xwe got: ‘Heger çermî têxim nava avê û bi hev ve girê bidim û bidûrim, ez dikarim bi vî awayî vê erbanê çêbikim.’ Piştre min jî ji wan re got: ‘Ez dikarim çêbikim.’ Hemû kes matmayî man. Min erbane girt û ka çawa fikirîbûm, min wisa çêkir. Gelekî baş bû û dengekî gelek xweşik û nazîk jê derket. Piştre derbarê erbanê de tiştek bibûya, dihatin cem min. Min jî wisa dest bi çêkirina erbaneyan kir û li Surê dikan vekir. Bû deh sal ku min vê dikanê vekiriye. Dema ku min nû vekir, di rojekî de bi tenê 2-3 erbane difirotin. Lê niha di rojekî de 150 erbane difiroşim.“

Serpêhatiya erbanê

Yoldaş derbarê dîroka erbanê de li gor zanîna xwe wiha dibêje:“1450 sal berê Ensaran erbane çêkirine û lê lêxistine. Dema ku Hz. Muhammed hatibû Medîneyê, Ensaran bi erbanê pêşwaziya Hz. Muhammed û muhaciran kirine. Wan erbane ji postê miyan çêdikirin. Ferhenga erbenayê 1430 sal berê di nav ereban de belav bûye û 1400 berê jî li Mezapotamyayê navdar bûye. LiMezapotamyayê hin jî gelekî navdar e û gelek kes ji erbanê hez dikin û bala xwe didin ser.“

Hozan Yoldaş bi amûrên cûrbicûr, bi postên karik û miyan erbaneyan çêdike. Ew bi platîkan jî erbaneyan çêdike. Çerçoveya erbanê ji darên sipîndar, gurgan û biyê çêdike û çerm lê girêdide. Piştî sazkirina erbanê li ber rojê bên datîne û demekê li bintavê disekinine, bi vî rengî erbane amede dibe.

Yoldaş di sohbeta xwe debahsa hunerheziya jina xwe jî dike: “Jina min jî gelek xweş li cumbuşê dixe. Di şahiya zewaca me de stran gotin. Jina min li cumbuşê dixist; min jî li sazê. Ji ber ku me fêdî dikir, me nedixwest stanan bibêjin. Lê gelek zor li me kirin. Jin ketin piyê min û ez birim sehneyê. Wê şevê min û jina min di daweta xwe de stran gotin û beşdarvan jî gelekî keyfxweş bûn.”

Zülküf Yoldaş li Surê komeleke muzîkê jî saz kiriye û ew li wê derê hîn jî stranên xwe dibêjin: “Heta ku ez bikarim, ez ê hunera xwe bidomînim.”

Derya Kılıç-Basnews

Derbar ziman

Check Also

Sopranoya Kurd Pervîn Çakar, Opera an muzîk

Konserên Pervîn Çakarê li Stockholma Swêdê Sopranoya navdar a cîhanê Pervîn Çakar li Stockholmê ye …

Leave a Reply