Melayê Cizîrî – Nîşana kûrahiya daxwaza dewletbûnê

Fikra neteweyî û bi taybetî xwestina dewleteke kurdî ya serbixwe, ne tiştekî nûye ji bo Kurdan. Kok û rehên wê di çanda kurdî de kûr û dûr in. Helbesta kurdî ya klasîk bûye qadeke zengîn a bîr û baweriyên neteweyî û hêviya çêbûna dewleta kurdî.

Wek hemû gelên cîhanê gelê Kurd jî hîn zû hest bi cudabûna xwe kir û meraqa avakirina dewletê û serxwebûnê ket hiş û dilê wî. Ji demên kevin de, Kurdan xwest wek hemû miletên din, dewleteke wan li darê dinyayê hebe.

Helbestvan û hozanvanên Kurd ên klasîk kesên pêşî bûn ku doza dewleta kurdî kirin û bi nivîs û berhemên xwe hewl dan zimanê kurdî geş bikin û miletê xwe ji bindestî û zordestiyê xilas bikin. Wan hebûna dewleta kurdî wek çareseriyekê ji hemû kêşe û pirsgirêkên miletê xwe re dîtin.

Melayê Cizîrî beriya 450 salî hizra neteweyî di helbestên xwe de pişikvand û pêwist dît dewleteke kurdî ya serbixwe hebe û Cizîra Botan paytexta wê dewletê be û mîrê Cizîrê yê bi navûdeng û hevçaxê wî “Mîr Şeref” mîrê wê dewletê be.

Cizîrî dixwaze bajarê Cizîra Botan ne tenê bibe paytexta Kurdistanê, lê ya her heft herêmên ku wê çaxê li dinyayê dihatin naskirin û mîrê Kurd Mîr Şeref jî bi hukm û desthilata xwe bibe wek Îskenderê Mekdunî û Fexfûrê şahê Çînê û wiha dibêje:

“Ma Cizîre şubhî darê textê heft iqlîmi bit. Hem bi hukm û seltenet Îskender û Fexfûri bî. Xasê teşrîfa te bin derya û derbendê Ecem. Da xelatên her seher sed zerkeş û mexmuri bî. Ger çî der iqlîmê rabe hatî textê seltenet. Padşahê heft eqlîman selamkarê te bî. Ney tinê Tebrîz û Kurdistan li ber hukmê te bin. Sed wekî Şahê Xurasanê di ferwarê te bî. Daîmen menzilgeha sûra te bit burca şeref. Taliyê ferxende û bextê seîd yarê te bî.”

Melayê Cizîrî bi awayekî eşkere navê “dewletê” tîne ziman û diyar dike ku divê her Kurdek “dewletxwaz” be ji bo Mîr Şeref ango Mela teqez kiriye ku divê hemû Kurd dilxwaz û daxwazkerên dewleta kurdî bin û yê dewletê red bike û nexwaze, bila bikeve ber nalet û qehr û azaran de.

Mela xwestiye heyva dewleta kurdî jî şewq bide û ronahiya wê li hemû cîhanê belav bibe û dibêje:

“Ê ne dewletxwahê hezret bit ji nîva can û dil. Şubhetî ehlê şeqa ber qehr û azarê te bî. Mahitaba dewletê yek pertewek şem’a te bit. Afitaba ref’etê berqek ji enwarê te bî. Ji asitanê dewletê xayib nebî carek Mela. Da ji fermana mukerrem dem bi dem meimûri bî.”

Rûdaw

Derbar ziman

Check Also

Ji Helbest û Stranên Newrozê Kolajek

Ceribandinek Li Ser Helbest û Stranên Newrozê ango Ji Helbest û Stranên Newrozê Kolajek* ’21’ê …

Leave a Reply