Lêkolîneke Akademîk derbarê Romanên Mehmed Uzun de: ”SERBILINDÎ Û SERKEFTINA ROMANA KURDΔ

Ez di vê gotara xwe de dixwazim behsa naveroka pirtûka lêkolînî ya akademîk a nivîskar Maruf Yilmaz bikim û herweha pirtûkê binirxînim, şîrove bikim.

Navê pirtûkê ”Serbilindî û Serkeftina Romana Kurdî” ye. Pirtûk 142 rûpele û di nav weşanên ”Ar” de li Stenbolê derketîye. Mîzanpaj û berga pirtûkê ji alî ”Ar Ajans” ê ve hatîye amade kirin. Çapa yekemîn a pirtûkê di sal û meha Reşemî/Sibat 2017an de çap bûye.

Wek gotina pêşîn ango wek destpêka gotara xwe ez vê bibêjim; Romanên Mehmed Uzun serbilindîya romana kurdî ye. Yên ku dibêjin romana kurdî tune ye bila li romanên Mehmed Uzun binêrin û ji vê dîtina xwe a tewş şerm bikin.

Di derbarê nivîskarîya Mehmed Uzun û berhemên wî de du, sê pirtûkên bi zimanê tirkî derketine. Lê, bi kurdî pirtûka yekem a Maruf Yilmaz e. ”Serbilindî û Serkeftina Romana Kurdî” pirtûkek akademîk, ango analîz û lêkolîneke akademîk, nirxandineke berfireh e.

Naveroka pirtûkê pirhêlî ye, rengîn e, û gelek dewlemend e. Di pirtûkê de, di derbarê romanên Mehmed Uzun de analîzên zanîst û berfereh hene.

Naveroka pirtûkê bi kurtejîyana nivîskarê hêja î rahmetî Mehmed Uzun dest pê dike. Di derheqê jîyana M. Uzun de agahdarî dide xwendevanan. (Ji bo ku Mehmed Uzun ji alî xwîneran ve têt naskirin ez behsa jînegerîya wî nakim. Lê ez vê bibêjim hijdeh /18/ pirtûkên M. Uzun hatine weşandin û hemû jî li tirkî hatine wergerandin. Herweha hinek pirtûkên wî li swêdî, arabî û fransî jî hatine wergerandin.)

Romana Mehmed Uzun a bi navê ”Tu” di sala 1985an de hatibû çapkirin. Dema ev roman hate weşandin li bakurê Kurdistanê romaneke kurdî nehatibû weşandin û lewre jî ev romana Mehmed Uzunî yekem romana kurdî ye, li bakurê Kurdistanê. Ango mirov dikare bibêje ku Mehmed Uzun yekemîn romannivîserê kurd e li bakurê Kurdistanê.

Di pirtûka M.Yilmaz de tê ravekirin ku di tevahîya Kurdistanê de, yanî li seranserê Kurdistanê kurdên Kafkasyayê jî tê de romana yekem a ku bi kurmancî hatîye nivîsîn ”Şivanê Kurmanca” a Erebê Şemo ye. Romanên Erebê Şemo romanên sosyalrealîst û sîyasî ne. Romanên Mehmed Uzun romanên nûjen û piştnûjen /postmodern/ e. Herweha dîsa di pirtûkê de, M. Yilmaz gelek gotinên hêja ên balkêş dibêje û girîngîya nivîskarîya Mehmed Uzunî rave dike.

Di pirtûka M. Yilmaz de, pêncî û pênc sernivîs hene. Mijara hemû sernivîsan mijarên hêja ne, temayên balkêş in. Ez ê di vê nivîsa xwe de bi kurtahî behsa mijarên sernivîsan bikim. Em binêrin ka di sernivîsan de behsa çi têne kirin…

Piştî sernivîsa kurtejîyana Mehmed Uzun sernivîsa duyem ”Teorî” ye. Di bin vê sernivîsê de teorîyên cûda û rexnegirên lîteraturî tê ravekirin. Nivîskar Maruf Yilmaz gelek teorîyên curbecur dinirxîne û ji wan sûd werdigre. Ew navên çend postmodernîst û rexnegirên lîteratura cîhanê li pey hev rêz dike. Di derbarê modernîzm û postmodernîzmê de jî agahdarîyên zanîstî dide.

Di sernivîsa sêyem de derbarê lîteratura cîhanê çend têbinîyên giranbiha hene. Di heman beşê de dualîzma Zerdeştî di romana Mehmed Uzunî ya bi navê ”Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê” tê ravekirin.

Lêkolînerê akademîk î edebîyatê /wêjeyê/ nivîskar Maruf Yilmaz di nirxandina xwe de dîyar dike ku romana M. Uzunî ”Bîra Qederê” weke romana nivîskarê navdar Oscar Wîldeyî ya ”The Pîcture Of Dorîan Grayî” romaneke rewşenbîrî ye.

Di pirtûkê de, di derbarê lîteratura Zazakî / Goranî / de jî agahdarîyên balkêş hene. Wek tê zanîn edebîyata Zazakî a nivîskî ji Kurmancî kevintir e. Baradoz di sala 330`î ya BZ de helbest bi Zazakî nivîsîye. Dînawerî, Baba Tahîrê Hemedanî, û gelekên din bi Goranî nivîsîne.

Nivîskar M. Yilmaz di beşa derbarê edebîyata cîhanê de, li ser nivîskarên navdar ên Ewropî ango li ser Dante, Shakespeare, Barock, klasîzma fransî, klasîzma nû, romantîzm, realîzm, naturalîzm û hwd, dîtin û ramanên xwe pêşkêş dike…

Di beşa çaran de analîzeke dirêj li ser romana ”Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê” heye. Ev analîz, nirxandineke îlmî zanîstî ye. Di analîzê de ev xalên balkêş têne dîyar kirin. Komposîtion û avakirin, babeta abrîstraktê, roman û pêşveçûna wê, dem, wext û kronolojî, form û teknîk, hawirdor û xweza, wekhevîya jin û mêran, keleşên welatê çîyan û ordîya / artêşa / welatê mezin, ziman û stîl, girêdana bûyer û paragrafan, lehengên romanê, sembol û sembolîk, tarî û ronahî dibine yek, romaneke şercivakroman û pessîmîst. Ji van sernivîsên navber jî dîyar dibe ku ev analîz çiqas analîzeke berfereh e.

Di beşa pêncan a pirtûkê de, nirxandina li ser romana M. Uzunî a bi navê ”Bîra Qederê” heye. Di vê beşê de jî din bin sernivîsên navber de ev tişt têne nirxandin. Çima û çawa qedera Celadet Bedir-Xan di ”Bîra Qederê” de ye? M. Yilmaz di vê beşê de nivîskarîya M. Uzunî çîrove dike û dibêje ew nivîskarekî dunyayî/cîhanî û navnetewî ye. M. Uzun bavê romana kurdî ya nûjen e. Ew postmodernîst e. Nivîskarekî dogmatîk nîn e, nivîskarekî kosmopolîtîk e. Digel vê nirxandinê, M. yilmaz bal dikşîne ser dema ku M. Uzun li jîyanê bu, hinek kesên çavnebar, hesûd û dexsok êrişên giran dibirine ser M. Uzunî. Wek mînak; M. Xarpêtî, Mûrad Ciwan, Kemal Burkay û hinek nivîskarên rojnama Armancê li dijê M. Uzunî nivîsîne, rexneyên neheq lêgirtine.

  1. Yilmaz di nirxandina xwe a li ser ”Bîra Qederê” de, destnîşan dike ku M. Uzunî di vê romanê de du zimanên cuda bi kar tîne; zimanekî rewşenbîrî û zimanekî gelêrî. Herdu ziman jî herîkbar, zelal û xweş in, diherik in. Lewre jî ”Bîra Qederê” berhemeke nûjen e, forma wê ya wêjeyî bilinde û zimanê wê dewlemend e.

Di beşa 6`an de nirxandina li ser romana M. Uzunî a bi navê ”Rojek Ji Rojên Evdalê Zeynikê” heye. Nirxandineke kurt e. Di nirxandinê de M. Yilmaz dibêjeRojek Ji Rojên Evdalê Zeynikê romaneke alegorîke û romaneke destanî ye.” Û herweha derbarê zimanê romanê de agahdarî dide.

Beşa 7`an de ”Serbilindî û Serkeftina Romana Kurdî” tê şîrovekirin, tê rave kirin. Ji xwe vê sernavê navê xwe daye pirtûkê jî. M. Yilmaz di vê beşê de romana M. Uzunî ”Hawara Dîcle” wek romaneke postmodern binav dike. Û postmodernîzm çîye, çi nîn e? agahdarî dide.

Di pirtûka M. Yilmaz de, di derbarê Erebê Şemo û Îbrahîm Ahmed de jî gotarek heye. M. Yilmaz di gotara xwe a derbarê herdu romannivîserên kurd de jî dîtinên xwe pêşkêş dike.

Di vê pirtûka lêkolînî de romana kurdî ya modern û postmodern tê analîzkirin  û herweha M. Yilmaz bi pênc perspektîvên cuda li ser nivîskarîya M. Uzunî şîrove kirîye û berhemên wî analîz kirîye.

Ev pênc perspektîv çi ne? Ev jî bila wek meraq bimîne ku xwînerên vê nivîsa min (dema ev nivîs xwendin û hatine dawî) bila meraq bikin û biçine pirtûka ”Serbilindî Û Serkeftina Romana Kurdî” bikirin û bixwînin.

Lokman POLAT

Derbar Lokman Polat

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply