75 Salîya Weşana Rojnameya Roja Nû û Pîroznameya Seydayê Cegerxwîn

Bi hatina 3’ê vê gulanê/ 2018’an re, 75 sal di ser weşana rojnameya (Roja Nû) re derbas dibe. Roja Nû, rojnameyeke hefteyî ya siyasî bi zimenê Kurdî û Fransî bû; xwedî û berpirsiyarê wê Mîr Dr. Kamîran Alî Bedrxan bû. Cih û warê çapa wê wek ku li ser hatiye nivîsandin: Libnan – Beyrût bû. 73 hejmar ji Roja Nû hatine çapkirin – di navbera sala 1943’an û sala 1946’an de. Hejmara pêşî (1) ji vê rojnameya bedew di 3ê gulana 1943’an de hatiye weşandin, hejmara dawîn (73) di 27’ê gulana 1946’an de hatiye weşandin. Ji bo zelalkirinê hejmara (72)’an di 13’ê gulana 1946’an de bi Kurdî tenê hatiye weşandin.

Dengbêjên kurd, yên ku li gotinên stranên kurdî yên orjînal bigerin, wê wan, di nav rûpelên rojnameya Roja Nû de bibînin.. Gelek ji gotinên wan stranan têde hatine weşandin..

Bi vê helkeftinê bi min xweş e ku ez vê pîroznameya Seydayê Cegerxwîn, ji Mîr Dr. Kamîran Bedirxan re ji we re raxînim ber çavan:

(Mîrê mezinê mêran, xortê xurt zanayê Kurd Dr. Kamîran Alî Bedir-Xan! Hevalo! Di van rojan de Roja Nû, weke rojeke geş, tav û tîrêjên wê dane dîwarê me jî yê xortan. Çirûsk û ronahiya wê, leylana paşketin û bêhêviyê, ji ser dilê ciwanên kurdan hildane. Kela jiyana welêt ji kela mirinê gîhande delavê serbestiyê. Bûka xweşxwan û nivîsaran xemiland bi qumaşê evîn û zanistiyê. Pira nejadperestî bi topên baweriyê daweziran û di tangê dilxwşiyê de afirand. Ji wî riya wa a dûr bi hezaran kîlomêtir şose kir û derê bajarê armanca me, li me vekir. Xwedê te û roja te bi rûkî spî û jineke dirêj ji kurdan re bihêle. Ji ber xortan ve, roja te pîroz be).

CEGERXWÎN

Roja Nû, hejmara 10, roja 5’ê tîrmehê sala 1043’an.

 

Qamişlo, 3/5/2018

Derbar Konê Reş

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply