Kûsîyên Evînê

Li Mezopotamyayê, li ber golekê gundek hebû. Li wî gundî keçek û kurek dijîyan . Navê keçikê Lale û navê lêwik jî Pane bû. Ew her du xort bengîyên hev bûn. Lê dê û bavê Laleyê nedihişt ku Lale hezkirîyê xwe bibîne. Wan dixwast wê bidin kurê axayê gund. Lê Laleyê kurê axê nedixwast. Ew bi evîna Pane dijîya.

Çavên wê bêyî Pane kes nedidît. Di fikir û ramanên wê de tenê Pane hebû. Pane û Lale neçar diman ku carinan bi dizî hev bibînin. Lê roj ekê dema ku ew bi tenê di nav daran de bi hev re dipêyivîn, bavê Laleyê bi ser wan de hat. Lale pir tirsîya. Cih tunebû ku ew xwe lê veşêre.

Bavê wê pir hêrs bû û qeherî. Pirtir ji Pane hêrs bû. Ji ber ku wî digot “Pane keçika min a bedew xapandîye”.

Bavê Laleyê bi gavên bi lez berê xwe da ber bi mala axayê gund. Çû ba axê û mesela Pane û Laleyê ji axê re got. Çawan ku axê ev yek bihîst, fermana Pane derxist. Emir da xulamên xwe ku Pa ne ji gund biqewitînin.

Pane nizanibû ku bi ku de biçe. Paşê girava piçûk ya nêzî gund hat bîra wî. Wî biryara xwe da ku ajnê bike û here wê giravê.

Li wê giravê bi hezaran kûsî hebûn. Heta wê rojê tu gundî neçûbûn wê giravê. Li gor bawerîya gundîyan, kûsî pir bi talûke û nîşana xerabîyê bûn. Lê Lale û Pane gelek caran çûbûn wê giravê ku bi dizî hev bibînin.

Axê Pane ji gund qewitand bi şûn de, Lale bi tenê ma. Ji ber ku wê evîndarê xwe wenda kiribû, pir xemgîn bû. Ew ji nan û avê hatibû birîn. Wê ne tiştek dixwar ne jî vedixwar. Rojên wê bi hesreta Pane ve derbas dibûn. Çavên wê li riya Pane bûn. Lê Pane nedihat.

Rojekê roj çû ava. Tarîyê xwe berda ser gund. Laleyê jî ajnê kir û çû wê giravê. Lale çû nav kûsîyan ku çi bibîne! Di nav kûsîyan de yek hebû ku qet nedişibiya yên din. Qalikê hemû kûsîyan kesk bû, lê yê wî ne wek yê din bû.

Qalikê wî qehweyî weke porê Pane bû. Lale heyirî! Wê tavilê fêm kir ku ev kûsîyê seyr Pane ye. Ew hatiye guhartin û bûye kûsî. Lale jî bi hêza hin hêzên nenas hat guhartin û bû kûsî.

Piştî vê guhartinê her du kûsî her sal di eynî rojê de diçûn gund û xwe nîşanî gundîyan didan. Ji wê rojê bi şûn de kûsî bûn nîşana kefxweşî û evînê ne ya tirs û xerabîyê.

zarok.net

Derbar Rêvebir

Check Also

Şanoya Evdalê Zeynîkê

Şanoya Evdalê Zeynîkê

Şanoya Evdalê Zeynîkê ji aliyê Koma Şanoya Çiya ve hat amadekirin û pêşkeşkirin. Nivîskarê şanoyê …

Leave a Reply