“Kurdbûn bi zimanê tirkî nabe”

Hevserokên KURDÎ-DER’ê  bal kişandin ser polîtîkayên pişaftinê yê dewleta tirk a dagirker ên li ser gelê kurd. Hevserokan destnîşan kirin ku ji bo valaderxistina van polîtîkayan divê her kes di vî warî de rista xwe bilîze

KURDÎ -DER a Amedê di 21’ê kanûnê de kongreya xwe pêk anî û di Alî Erdemîrcî û Fatma Şik wekî hevserok hatin hilbijartin. Der barê plansaziya sala nû de Erdemîrcî, Şik û Sekreterê giştî yê KURDÎ-DER’ê Îbrahîm Halîl Taş ji rojnameya me re axivîn. Hevserokê KURDÎDER’ê Alî Erdemîrcî diyar kir ku ji bo pêşxistina zimanê kurdî divê alternatîfek bê çêkirin û wiha got: “Em deh dibistanan li Amedê vekin jî ez bi guman im ku ji bo dibistanan em şagirtan bibînin. Sedema vê jî şagirt dema ku dibistana seretayî xwend dê biçe lîseyê lê pêşiya wî tê girtin. An jî dema ku çû zaningehê û qedand jî karek ji bo wî tune ye.”

LI GORÎ XWESERIYÊ

Erdemîrcî wiha pê de çû: “Ger di bazarê de, hatin û çûnê de, xebat û herî ya girîng jî divê ku em di nava malên xwe de kurdî bi axivîn. Ji bo bingehê, derfetên saziyên me û şaredariyan hene. Dikarin dibistanên pêşxistina zimanê dayikê û kirêşan jî vekin. Dema ev pêk anîn amûrê wê çêdibe. Niha pergalek li holê ye. Divê em zarokên xwe ji bo pêşerojê amade bikin. Divê li gorî xweseriya demokratîk em xwe bi rêk û pêk bikin.”

PERGALA ALTERNATÎF

Der barê sazûmankirina perwerdeyê Erdemîrcî got ku niha hemû amûrên perwerdeyê di destên dewletê de ye lê dema ku ew altarnatîfa vê pergalê biafirînin dê pergala dewletê bêwate bimîne.

DÊ ZIMAN BIPARÊZIN

Sekreterê giştî yê KURDÎ-DER’ê Îbrahîm Halîl Taş jî der barê polîtîkaya dewletê de axivî û da zanîn ku polîtîkaya dewletê îflas kiriye û wiha got: “Polîtîkaya dewletê ev 90 sal in li ser darizandina çand û zimanê kurdî hatiye avakirin û mafê perwedeyê nedaye kurdan. Heke dewlet di nava fermiyetê de mafên kurdan nade, em ê jî xwe bi xwe zimanê xwe bi parêzin. Dewlet dibêje; ‘bi pere dikarin zimanê xwe fêr bibin’. Tu kes bi pere, ferî zimanê dayikê nabe.” Hevseroka KURDÎ-DER’ê Fatma Şik jî di axaftina xwe de got ku ji bo pişaftina gelê kurd dewlet her tim rêbazên nû, polîtîkayên nû pêş dixe ji bo zimanê kurdî bê jibîrkirin.

‘BERÎTAN’ GEL BURAYA!

Şik bal kişand ser dayikên ku bi tirkî diaxivin û wiha got: “Tiştekî gelek bal keş e, dayik bangî zarokê xwe dike ku dibêjê ‘Bêrîtan gel buraya’ ev jî çi dide xuyakirin? Ev bingeha pergala nû ya pişaftinê ye. Li gorî vê pergalê jî me xwe ne guhart.”

‘ARMANC DIBISTAN IN’

Şik da zanîn ku pergal 90 sal in kurdan asîmîle dike li hemberî wê divê xebatên mezin bên kirin û wiha axivî: “Di vekirina dibistanan de daxwaza gel hat esas girtin û her wiha pîvana esas a neteweya demokratîk derket holê û ev şoreşek bû. Li hemberî vê xwestekê jî em ê di 2016’an de ku me bi sê dibistanan dest pê kir em ê bikin 60. Ev armanca me ya herî girîng e.”

‘KÊMASIYÊN ME HEBÛN’

Şik axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ger niha xweseriya demokratîk bingeha xwe negirtibe di vê kêmasiyê de rola me jî heye. Diviyabû ku KURDÎ-DER mal bi mal, kolan bi kolan ketiba nava civakê û hişmendiya ziman dabûna fêmkirin. Ger ev yek pêk bihata dê li cihê sê dibistanan niha gelek dibistan hatibana vekirin.”

‘NETEWE BÊ ZIMAN NABE’

Şik axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Netewe bê ziman nabe. Kurdbûn bi tirkî şîrove kirin nabe. Armanca me ew e ku ne bi zimanekî din bi zimanê dayikê parastina xwe kirin e.”

HawarNet 

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply