Kovara Pepûk: Silavên kolanê hene!

Kovara Pepûk: Silavên kolanê hene!

Kovara Pepûkê li Çewlîgê di çarçoveya edebîyata kolanê û bi nîyeta li Çewlîgê bibe deng û rengekî alternatîf tê weşandin. Di kovarê de nivîsên edebî, helbest û karîkator cî digirin. Pepûk bi saya keda xwendekar, karmend, karker, nîgarkêş, rojnameger û kesên bêkar tê amade kirin.

Kovar, ji ber gelek taybetmendiyên xwe ên cur bi cur di qada edebîyat û weşangeriyê de balê dikişînin û ji cureyên din cuda dibin!  Kovara Pepûk li Çewlîgê dixwaze rengên bajêr di kovarê de cî bigirin û her wiha dixwaze li Çewlîgê bibe dengekî alternatîf! Bi van taybetiyên xwe ve Pepûk jî balê dikişîne.

Pepûk di meha Rêbendana 2017’an de bi dirûşma “Silavên kolanê hene!” dest bi weşanê kiriye. Pepûk wek kovareke çandî û edebî di çarçoveya edebîyata kolanê de weşanê dike. Wekî din Pepûk du meha carekê çap dibe û bingeha naveroka kovarê di derheq çand û jiyana civakî a Çewlîgê û li ser nivîsên edebî ye. Me li ser navê heftenameya Basê bi  Rojnameger û edîtorê berê û nivîskarê kovarê Adem Özgür,  Derhênerê Weşana Giştî û nivîskarê kovarê Faruk Aksin û editor û nivîskara kovarê Betül Metin re derheq Kovara Pepûkê de axivîn.

 “Divê dînamîzma kolanan bi awayek bihata vegotin”

Rojnameger û edîtorê berê û nivîskarê kovarê Adem Özgür dibêje fikra kovara Pepûkê dema salên zanîngehê, di civata dost û hevalan de hatiye axivîn û wiha berdewam dike,

“ Me bi hevalan re behsa kêmasiya weşangeriyê an jî kêmasiya reng û dengekî cihêreng dikir. Me digot  pêwistiya Çewligê bi rojname û kovarekê heye. Berê ji ber ku derfetên me yên  aborî û civakî ne pêkan bûn, me nikarî tiştek bikira.  Derxistina rojname zehmet û bi mesref bû ji ber vê jî me biryar da ku em kovarekê derxin û me wisa dest bi kar kir.”

Özgür destnîşan dike ku kovara Pepûkê bi nîyeta di çarçoveya edebîyata kolanê de dest bi kar kiriye. Özgür sedema vê çarçoveyê wiha tîne zimên,

“Çewlîg, bajarekî gelek piçûk e. Nêzikî Amed û Dêrsimê ye û ji bo vê erdnîgeriya wê taybet e. Him bajarekî muhafizekar  him jî polîtîk e. Wekî din wisa xuya dike ku piştî sala 2007’an Zanîngeha Çewlîgê avabûyê li ser jiyana ‘civakî-çandî’ a bajêr guhertin kiriye. Ger em tevî van tiştan bifikirin dengên kolanê, mijarên ku li kolanê tê axaftin, atmosfera polîtîk a kolanê bi ya min girîng e!”

Özgür amaje dike ku qîmeta edebiyata kolanê him li Kurdistanê him jî li Tirkiyeyê tune ye. Özgür dibêje weşanên ku têne çapkirin jî dûrî edebîyata kolanê ne.

“ Ger em Qırıx’a rojnameya Özgür’e nehesibînin hema bêje qet  pratîkên edebîyata kolanê tune. Lê belê divê dengê kolanê, dînamîzma kolanê an jî bêhna kolanê ku wenda dibe, bihata vegotin. Me jî hewl da ku bi taybet vê valahiyê li Çewlîgê temam bikin.”

 “Çîroka me jî nêzî efsaneya Pepûkê ye!”

Derhênerê Weşana Giştî û nivîskarê kovarê Faruk Aksin jî dema ku ji bo kovarê li navekî digeriyan, xwestine ku ev nav, navekî ji çanda Kurdan be û li ser navê Pepûkê li hev kirine. Aksîn sedema bijartina vî navî jî wiha tîne zimên,

“Pepûka ku di efsaneyê de derbas dibe ji ber azaba wicdanê xwe li çiya û deştan weke ku dengên vê vedide, diqîre. Bi rastî çîroka me jî nêzî efsaneya Pepûkê ye. Em niha  li rojên zor dibin şahid û dibe ku bi saya kovarê em ji ber vê rewşê diqêrin. “

Aksîn derheqê mijara ‘her çi qas navê kovarê bi Kurdî be jî zimanê kovarê bi Tirkî ye’ de dibêje ew wek tîm xwe di îfedakirina zimanê Kurdî de (kurmancî –kirdkî) baş nabînin û ji ber vê Tirkî bijartine.

 “Em hewl didin ku bi Pepûkê navdarên çanda me bigihînin xwîneran”

Li Çewlîgê pratîka kovargeriyê lawaz e! Heta niha bi tu awayî kovareke emr-dirêj nehatiyê çapkirin. Aksin amaje dike ku nivîskar û xêzkarên ku di Pepûkê de dinivîsin û xêzkariyê dikin amator in û cara siftê ye ku di Pepûkê de dinivîsînin.

Aksîn balê dikişîne ser nivîsên xwîneran û dibêje xwîner nivîsên xwe ji me re dişînin û em jî wan di kovarê de diweşînin. Aksîn dibêje ev nivîs motîvasyonê dide tîma Pepûkê!

Aksin amaje dike ku ew girîngiyê didin navdar û kedkarên çanda Kurdî û di kovarê de cî didin wan, “ Bo mînak bêjim me di hejmara yekemîn de hunermend Rênçber Ezîz bibîranî. Di hejmara me ya dawî de jî derheqê Hunermend Eyşa Şan de dosyayeke me hebû. Piştî lêkolînên dirêj em gihîştin agahiyên Eyşe Şan û ew agahî me di kovarê de weşandin. Wekî din vê ya bêjim ev agahî li qada dîjîtal û nivîskî tune. Em dixwazin bi saya Pepûkê di her hejmarê de ji navdarên çanda me agahiyan bidin xwînerên xwe!”

 “Nivîsandin me baş dike “

Edîtor û nivîskara Pepûkê Betül Metin jî diyar dike “Ger em binivîsin wê cîhan rind bibe!” dibêje û bi saya Pepûkê zêdetir derheqê edebîyata kolanê de xwedan agahî bûye. Metîn bo kovarê wisa diaxive,

“Bi rastî dema ku em dinivîsin em him hînê edebîyata kolanê him jî hînê taybetmendiyên bajarê xwe dibin! Xema bazirganî a Pepûkê tune ye. Her wisa ne jî em dikevin derdê konjoktura sîyasetê. Nivîsandin me baş dike, ev yek bo me tiştê herî girîng  e!”

Metîn amaja dike ku bertekên erenî bo Pepûkê hene û bi taybetî jî Çewlîgiyên ku li derveyî bajêr dijîn eleqeyeke mezin nîşanî kovarê didin dibêje û wiha pê de diçe; “Ji bilî van gelek cî û deverên din, bo mînak ji Behrareş, li bajarên wekî Yozgat û Erdehanê xwînerên me  yên eleqeder hene”

Edîtor û nivîskara kovarê Betül Metin dibêje daxwaza wan a sereke ev e ku Pepûk her bifire!  Û wiha diaxive, “Herçiqas naveroka Pepûkê sîyasî nebe jî em di her hejmarê de ji ber metirsiya ‘Gelo emê bên girtin’ kovarê çap dikin. Jixwe tê zanîn ku  niha ji ber tweetekê mirov têne binçavkirin. Em bi tenê dixwazin emrê Pepûkê dirêj be.”

Pepûk bi saya keda xwendekar, karmend, karker, nîgarkêş, rojnameger û kesên bêkar tê amade kirin û heta niha sê hejmarên kovarê gihîştiye ber destê xwîneran…

Gönül Gün
HEFTENAMEYA BAS

Derbar Rêvebir

Check Also

4 kitabê kirmanckî veciyay

Weşanxaneyê Vate çar kitabê newey vetî. Înan ra yew şiîr, yew tez, yew folklor û …

Leave a Reply