Kevirê Zarokatiyê ya Dayîka Min

Ciwanî ji kok de hevketine. Her tişt û her kes di bin dûmanê zemên de dime.

Ne kes kesî nas dike ne jî kes xwe nas dike.  Di navbera her kesî û her tiştî de dîwarên nexuyayî hene. Nar-koz ewil li avê ket, av ji hevde ket, bêhiş gêrê erdê bû. Edî ax mirinekê bê dûa, çûyînekê bê destûr, ketinekê bê nav bû.

 

Bihar bêhewa dihatin û bêhay diçûn. Ba tune bû. Dinya kerr û lal bû. Ne ker mabûn ne jî xwelî. Torinên min hebûn, berê. Niha li ku ne, torinên min? Tenê di hinek pirtûkên de navên torinên min derbas dibin. Piştre karwanên eşîra min, niha li ku ne? Apê min nikare mîna berê nava deve û hêştirên xwe bilêv bike. Ku bi bavê xwe ve di pûkekê de çavên xwe vekirîbû, Apê min. Dizanim ew ê di bi bavê xwe ve di pûkekê din de çavên xwe bigire. Ez? Tiştekî min î sabît û aşkere nîn e. Tenê zimanekî min î reş heye û di bin zimanê min de marên biaxû raza ne.

 

Bêhnên pîs û genî tên ji hawirdorê min. Bi rastî çîrokekê min heye? Kerê xwelîyê meşiya di ser destên min de? Min çend çîrok bilêv kirin, çend rêwî bi rê kirin, bi zimanê dayîka xwe? Ax dayîka min! Bi êşên Ayşe Şanê te bibîr tînim.

Yanî zeman diraweste, demsal canê xwe dixwin, salname gora min dikolin. Di navbera min û te de darbest çedibin, darbest radibin, darbest diçin û tên. Ez bi kevirê zarokatiya te -ku tim tu bi kekê xwe ve li ser dirawestî-   gorekê çêdikim ji zarokatiya xwe re, ji zarokên xwe re.  Hal û ewhala dinyayê, dawî û encama çîrokê wê bû.

 

Mêrivên hûrûfî tên û li ser kêla gora min risman xêz dikin. Di risman de tim rûyê min bi renga beybûnan û dilê min bi renga êgir bû. Beybûn bihuşta min û agir dojeha min bû. Min dixwast ku rêya xwe ber bi bihuştê ve bikim,  lê agirek vediket di dilê min de, nedihişt ez ber bi bihuştê ve bimeşim. Piştre dayîka min dihat ba min. Min li dayîka xwe dinêrî: Ne rû hebû ne jî dil. Min fêm kiribû: Dayîka min rûyê xwe dabû min, dilê xwe tevlî dilê min kiribû. Piştre di navbera rû û dilê min de dîwarên nexuyayî bilind dibûn.  Rûyê min î bihuştî li hêlekê dima, dilê min î dojehî li hêlekê dima. Min jibîra rabirdûya xwe dikir,  min jibîra kevirê dayîka xwe dikir, min jibîra kerê xwelîyê dikir, lê ez bi jibîrbûnên xwe ve dimam.

 

Li dinê dereke ewle tune bû,  kesekî rehet tune bû, tiştekî jibîrnabe tune bû. Me bi destên xwe avên bijahrî,  avên bi qehrî, avên binexweşî,  avên biagir di ser xwe de rijandibû.  Di destên her kesî de tovê dijminîye, di çavên her kesî de qûça ezîtîyê hebû. Min tovê dijminiyê diavêt hewşa te û te jî mehsûlên jihevdeketî ji zevîyên me radikir. Te çavên xwe berê namûsa min dabû û min jî meyita xwe ji mala te de derxistibû. Ez û te, me sînorên erdê wan rakir û wan jî devê xwe avêt dinya û exreta me.

 

 

 

Faîk Ocal

Derbar Faik Öcal

ocalfaik@gmail.com

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply