Keda 30 Salan bû Pirtûk

Ji ber rewşa ku Kurd û Kurdî tê de ye hin Kurdên dilsoz û xîretkêş bi salan hewl dane û li pey şopa kelepora xwe ketine. Yek ji van Murat Akkuş e ku li qadê 30 sal e 6 hezar 650 biwêj û pêşgotinên Kurdî berhev kirine. Akkuş ev biwêj û pêşgotin bi taybetî li bajarê Îdir û derdora herêma Serhedê berhev kirine û ji van biwêj û pêşgotinan pirtûkek pêk aniye. Berhevkar û rojnameger Murat Akkuş ji Heftenameya Basê re di derbarê xebata xwe ya 30 salan a li ser kelepora Kurdî de axivî.

Di 17 saliya xwe de dest bi berhevkirinê kiriye

Murat Akkuş eslê xwe ji Îdirê ye û rojnamegeriyê dike. Akkuş ji 17 saliya xwe û heta niha li qadê biwêj, pêşgotin, çîrok û stranên gelêrî berhev kirine. Akkuş li ser vê yekê dibêje, “ Ez li dibistanê hînî zimanê Tirkî bûm. Berî ku ez vê biryarê bigirim min qet pirtûkên Kurdî nedîtibûn. Lêbelê kalikê min û bavê min behsa nameyên Mele Mistefe Barzanî yên ku şandiye serokên herêmê dikirin. Min di 17 saliya xwe de bi nivîsandina gotinên stranan dest pê kir û di heman salê de jî biryar da ku biwêj û gotinên pêşiyan berhev bikim. Tu kes ne rê nîşanê min da ne jî min ji kesekî/ê îlham wergirt. Dema ku min pirtûkên Tirkî dît xwe bi xwe got çima Kurdiya van pirtûkan jî tune ye û wisa dest bi nivîsandinê kir.”

“Li ser mijarên jin, mêr, ajal, xweza, evîn…”

Murat Akkuş axaftina xwe wiha didomîne, “Min serdana gelek kesî ji jinan bigire heta mêr, ciwan û kesên kal û pîran kir û dest bi berhevkariyê kir. Pênc heb, deh heb nivîsand. An li dawetekê an li ciyê şînê, an li dikanekê an jî di sohbetekê de bi kurtî bibêjim her li ku derê di nav gotinên merivan de biwêj û pêşgotinek derbas dibû min hema li cem xwe dinivîsî wexta ku diçûm malê min ew derbasî lênûska xwe dikirin. Min lênûsk jî ji tomerîfiroşê ku xurek danî dikana gund kirîbû û lênûsk hê jî heye. Li gorî salan şiklê nivîsa min guhêriye. Ji 17 saliya xwe û heta 2016an biwêj û pêşgotinên ku min berhev kiribû di 2017an de çap kir. Di vê pirtûkê de, hûn dikarin bibînin ku Kurd li ser mijarên jin, mêr, ajal, xweza, evîn, sex, şer, aştî, hezkirin, êş, cîhan, zarok, egîdî, xiyanet, huner, hunermend, komedî, lîstik, ol, bawerî welhasil çi fikirîne û çi gotine dikarin bibînin. Bi kurtî ji bo vê pirtûkê dikarin bibêjin ku “ ji her aliyê ve Kurd.” Ez vê pirtûkê wek hemû kurteya tecrûbeya jiyana miletê Kurd dibînim. Hûnê di vê pirtûkê de, biwêj û pêşgotinên ku heta niha nehatine nivîsandin û heta niha nehatine bihîstin bibînin.”

Berhevkirina 6 hezar 650 biwêj û pêşgotinên Kurdî

Berhevkarê Kurd destnîşan dike ku 6 hezar 650 heb biwêj û gotinên pêşiyan bi taybet ji bajarê Îdir û herêma Serhedê bi giştî li hemû erdnîgariya Kurdan  berhev kiriye û Akkuş wiha axaftina xwe berdewam dike,“her çiqas hindik be jî min cî da gotinên Kurdên navdar jî. Her wisa min gotinên miletê Kurd ên ku li ser navdarê xwe gotine jî nivîsi. Li ser meselê, min cî da li herêma Serhed û Erîwanê gotina ku bo Mele Mistefa Barzanî, “Mela Mistafa Barzanî tu serokê me hemû Kurdan î, Mela Mistefa Barzanî tu serokê me Kurdê nezan î” Wek tê zanîn sefera Rûsyayê ya Barzaniyê rehmetî li Serhedê bi awayekî eleqedar hatibû şopandin. Ji aliyê din min biwêj û pêşgotin li gor rêza alfabayê rêz kirin.”

Wek tê zanîn di biwêj û pêşgotinan de meriv li ser gelek mijaran tecrûbe û dîtinên pêşiyan dibîne û Akkuş wiha behsa taybetmendiyên biwêj û pêşgotinên Kurdî ku berhev kirine  dike,  “Ez di vê xebata xwe de hîn bûm ku zimanê gel objektîf e. Di zimanê gel de ciyê sansûr û eybê tune ye. Gotin û biwêjên ku hatine jiyîn ên li ser sex, hezkirin, evîn û li ser mijarên din bala min kişand. Ev xebat bû sedem ku milet û dîroka miletê xwe baş nas bikim. Wekî din, balkêş e ku ji bilî gotinên ku nirxekî zêde dide jinê, ez rastî gotinên ku jinê zêde piçûk dixe jî hatim lê belê min ev nexistin pirtûka xwe. Bi rastî, hin gotin û biwêjên bibandor ku li ser mijarên din hene rê nîşanî serdema me ya niha dike.”

Pirtûkên gotinên stran û çîrokan bo çapê amade ne

Akkuş wiha behsa zehmetiyên dema ku li qadê berhevkariyê dikir, dike  “Wexta ku min bo berhevkariyê serdana hin kesan dikir û digot ‘biwêj û pêşgotinên Kurdî berhev dikim’ wê demê wan kesan nedixwestin biaxivin. Her çiqas min sond dixwar û digot ‘ezê navê we nenivîsim’ dîsa jî nedixwestin biaxivin. Min lênûska ku biwêj û pêşgotinên Kurdî nivîsîbû her veşart. Çimkî wê demê li Tirkiyeyê nivîsandina Kurdî qedexe bû. Heta nav lêkirina Kurdî jî qedexe bû. Dîsa di saziyên fermî de axaftina Kurdî jî qedexe bû. Ji ber vê dema ku jenderme dihatin gund min diçû bi awayê lez lênûska xwe vedişart. Bi salan ji bo ku pirtûka xwe çap bikim derfetên madî geriyam lê min alîkariyek bi dest nexist. Her weha niha di vê rewşa ohalê de wextek dirêj li hêviya destûrê mam. Bi derfetên xwe yên kêm min pirtûka xwe çap kir.”

“Xebatên min ên li ser ziman wê her berdewam bikin”

Berhevkar Akkuş heta niha bi Tirkî pirtûka helbestan a bi navê ‘ Güzel Gözlüm’ nivîsiye. Di sala 2017an de 6 hezar 650 biwêj û pêşgotin bi navê ‘Gotin û Bîwêjên Kurdan’ wek pirtûk çap kir. Akkuş wiha behsa derxistina planên pirtûkên din û xebatên xwe dike, “ Min li qadê gotinên stran, çîrok, meselokan berhev kirin. Niha gotinên stran û çîrokên Kurdî ji bo çapê amade ne. Her wiha,  pirtûka meselok û romanê jî ji bo ku çap bikim niha berdestê min in û amade dikim. Çawa ku min derfetên madî bi dest xist ezê wan jî çap bikim. Xebatên min ên li ser ziman û edebiyata Kurdî dê heta dawiya emrê min berdewam bibe.”

“Hewl didim ku pirtûk bo zimanên biyanî bê wergerandin”

Akkuş di derbrê eleqeya bo pirtûkê jî dibêje, “ Bi rastî pirtûka min a ku ji biwêj û pêşgotinên Kurdan pêk tê wê balê bikişîne. Daxwaza bo pirtûkê heye lêbelê me hêj bi awayekî tomerî pirtûk nefirotiye.  Min ji ataşeyên çandî yên konsolosên hin welatan re nivîsî. Hewl didim ku wergera pirtûka min ên bi zimanên din jî pêk were. Him dê çanda me di welat û zimanên din de bê naskirin û dê hebûna xwe xurt bike him jî ez ê derfet bibînim ku dê pirtûkên xwe yên din jî çap bikim.” Rojnameger û berhevkarê Kurd Murat Akkuş di dawiya axaftina xwe de van daxwazan ji Kurdan dike: “Ji kerema xwe bi Kurdî bixwînin, bi Kurdî biaxivin, bi Kurdî binivîsin, bi Kurdî bifikirin, bi Kurdî xeyalan bikin û stranên bi Kurdî bibêjin ku xewnên Kurdî bibînin. Kurdî yek ji zimanê cîhanê yê herî dewlemend e. Zimanê me hebûna me ye.”

Gönül Gün-HEFTENAMEYA BAS

Derbar ziman

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply