Bi kurtî, Nivîskarî û Nivîskarê Kurd..

Berî pêlekê ev pirs ji min hat kirin; Nivîskar kî ye? Nivîskarê kurd Kî ye? Ez kurtbûna bersiva xwe ji bo pêşkêş dikim:

Nivîskar ew mirovên ku xwedî zanîn, serborî û serwextî ne, his û hestên wan tenik û nazik in, bi vîn û deyax in û bi şert û mercên nivîsandinê milevan in. Dema yek ji van mirovan, his û hestê xwe rast û durist li dor civaka xwe ji şîn û şadiyê binivîsîne; çi di warê helbestê de be, romanê de be an şanoyê de be, ew mirov nivîskar e.

Mirovê nivîskar dijî zulm û zorê raweste, berjewendiyên civakê di ser berjewendiyên xwe yên kesayetî re bigire. Dûrî xal û xwarzîtiyê, ap û birazîtiyê ye.. Armanca wî belavkirina dadmendî û heqiyê ye.

Nivîskar mîna pêxembera ne! Xemxurên civaka xwe ne, ji civaka xwe re rêzan û rêber in..

Lê nivîskarê kurd di gel van şertên ku me gotin; ew mirovê ku bi zimanê kurdî dinivîsîne. Bi şîn û şadiyên welat û welatiyên xwe re digirî û dikene. Di nivîsên xwe de çakiyên civakê pesin dide, xerabiyên wê radixîne ber çavan û di navbera çakî û xerabiyan de rêka çareseriya pêşketinê şanî welatiyên xwe dide..

Konê Reş, Qamişlo, 06.12.2017

Derbar Konê Reş

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply