Barcelonayê di Kupaya Qral a Îspanyayê de ji Atletîco Bîlbaoyê bir û derkete fînala çaryekê.
Barcelonayê di pêşbirka herî zor a 16 turên dawîn de ji reqîbê xwe bir û derkete tura ser.
Taxima Katalan di pêşbirka ewil da 2-1 li hemberî Atletîco Bîlbaoyê dabû der û di rovanşa ku li mala xwe lîst da 3-1 ji reqîbê xwe bir. Gola ewil Luîs Suarez di deqîqeya 35an da avêt Barcelona 1-0 derkete pêşiyê û nîva ewil wisa temam kir. Di nîva dawîn da Neymar di deqîqeya 48an da penaltî avêt û Barcelona 2-0 pêşiyê ket. Saborît di deqîqeya 51î da golek li ser navê Atletîco Bîlbaoyê avêt û pêşbirk bû 2-1. Lîonel Messî di deqîqeya 79an da golek avêt Barcelona bi ferqa 2 golan va pêşiyê ket. Paşê gol nehatin avêtin û Barcelona derkete fînala çaryek.
Arda Turanê gogvanê neteweyî di yêdegê da rûniş û di deqîqeya 89an da di dewsa Andres Înîesta da kete pêşbirkê.
Luîs Suarezê ji Uruguayê bi formeya Barcelonayê va gola xwe ya 100î avêt.
AA-trtnuce