“Kaniya Spî, Ava Zelal.”

Belê, di zimanê Kurdi de gelek têgeh hene ku ji aliyê sosyolojî, psikoloji û felsefî ve xwediyê wateyeke kur in. Lê zimanzan, sîyasetmedar û rewşenbirên Kurd van têgehan baş analiz nakin. Em di nava madî-manewiyateke lawaz de bi kuçanîkan şerê hevdu dikin. Ev, bi rastî şerekî bêarmanc e, tenê ji bona şer e, fêda wan ji netewa me re tuneye, enerjîya me bertelef diçe û dijminên Kurdan bihêztir dibin.

Dibin navê analiz û şirovan de em bi guran re dikevin nava govendê. Ma bi rastî ev çi dem e çi dewran e? Bi rastî divê Kurd li cewhera miletê xwe vegerin, ji şaşiyên xwe dersan derxinin, ji dewlemendiya zimanê xwe, nasnama xwe fêr bibin û ji bona pêşeroja xwe jî hemû enerjiya xwe bixin nava tevgereke afirîner…

Baş e, di warê kultura netewî de ma heta niha Kurdan çi yê xwe baş analîz kiriye gelo? Me çi yê xwe berbihevdû de aniye? Di tûrikên me de nirxên hevbeş çi ne? Em bi çî yê xwe safî Kurd in? Ma di nava Kurdan de tişteki hevbeş, pîroz û jibona miletê Kurd payebilind qet tuneye gelo? Ma çima em ji aliyê hest û raman de wilo ji hevdu dûr in? Çima em bi hevdure şer û pevçûnen beleheq dikin?

Ma wê kengi miletê Kurd bibe netew ji bona xwe?

Têgehên ku em rojane bikartînin lê tixubên wan, naveroka wan, qorziyên wan baş nehatinê zelal kirin, di têgihiştina Kurdan de, ma ne pirsgirekek kulturî ne? Di nava me de niqaşek heye lê yên ku beşdar dibin hevdû fêm nakin. Heta ez dikarim bibêjim ku em naxwazin hevdû fêm bikin jî. Em naxwazin daxwazeke hevbeş derkeve holê.

Mirov dibêje qey; Kurd ji hevbeşbûn û bihevrebûna xwe ditirsin kuro! Ma mirov dikare ji sîya xwe bireve gelo?

Her gav em li hicetên teramera digerin û cudahiyên xwe derdixin pêş. Ji bedêla ku aliyên me yên ku wekhev in, dişibin hevdû, hevbeş in derxînin holê, Kurd dibin evindarê cudahiyên navxweyî. Hemû jêhatbûna xwe em di vê mijarê de tune dikin. Em têrbûna xwe di newekheviyê de, di real perçebûnê de, di real cudabûnê de dibinin. Mirov baş zelal dibîne ku di bikaranina van têgehan de hinek kêfîbûn heye, hinek xumam heye, hinek mij heye lê sayîbûn tuneye. Divê em baş zanibin ku tevgereke netewî ji aliyê hest û raman de bêyî zelalkirina têgehên sereke, nikare hevbeşîyeke netewî jî ava bike.

Ez dikarim li vir bi sedan têgehan pêşkêşî we bikim lê tenê jibona minak; welatperwerî, netewayetî, demokrasî, azadî, yekitî, welat, ziman, berjewendî, nirx, yêkrêzî, aşitî çiqasî di nava kultura Kurdan de bûnê stûnen tevgera netewî? Ma Kurdan heta niha hevbeşîyek netewî li dora van têgehan ava kirine? Çima em di vî warî de heta niha nebûne xwediyê kultureke hevbeş-netewî? Çima em derzan ji dîroka xwe ya perçebûyî dernaxînin. Çima em heta niha ji siyaseta ku hatiyê listika dijminan tecrûbeyan wernagirin. Çima em ji kesayetiyeke ku heta niha perçiqî maye rizgar nabin. Çima em ji psikolojiya bindestiye xelas nabin…

Divê miletê Kurd hemû zincirên ku ji aliyê dakirkeran ve li wan hatine pêçan ji hevdu belawela bike, bi zimanê xwe, bi helwesta xwe, bi têkoşina xwe, bi zanebûna xwe, bi bahweriya xwe, bi ragirbûna xwe, cihê xwe di nava miletê dinyayê de kişf bike. Di pêwendiyên li dinyayê de, di hemû çalaki û waran de vekirî xuya bike. Xwedî li xwe û hebûna xwe derbikeve. Ji bona vê armanca pîroz, zanebûn, nirxên netewî, hevbeşî û pêşbînî dermanê çareseriyê ne. Divê em xûra xwe bi destê xwe bixûrînin.

Ji bona mînak, têgehên me yên sereke weke netew, welat, ziman, kultur, yêkrêzî, hevgirtin, maf, hevbeşî û hwd. di nava hemû tevgerên sîyasî de tên bikaranîn. Ew dibêjin welat, lê tene li herema ku tê de dijîn difikire, dibêje ziman, lê tenê qala zarava xwe dike, dibêje siyaseta netewî, lê tene rêxistina xwederdixîne pêş, dibêje azadî, lê tene ji bona xwe dixwaze, dibêje demokrasî, lê ji xwe û pêve kesî qebûl nake, dibêje zanebûn, lê hemû tiştan jî ez dizanim, dibêje kultur, lê haya wî/ê ji nivîskar û hunermendên Kurd tuneye…

Belê, hemû kes, rêxistin, tevger li van têgehan di gotinê de xwedî derdikevin, lê bahwer bikin piştî ku du-sê hevokên bêzanûbûneke civakî, dîrokî, felsefî hatin gotin, cebilxana me zûxelas dibe, niqaşên me ji zivanoka xwe bi dûr dikevin, weke aşekî ku vala bigere, em zêde deng derdixin lê tu berheman jî em nikarin derxînin pêş. Em di cîhê xwe de stêrikên li ezmanan dihejmêrin.

Bêşik Kurd divê demildest xwe ji vê gerîneka xerabkar û şaşîyên ku bûne patalojîk azad bikin û li nirxên xwe yên hevbeş xwedî derbikevin. Li nirxên xwe yên bingehin xwedî derbikevin û tevgera xwe jî li dora van nirxan kom bikin.Helwesteke netewî incex wiha dikare ava bibe.

Metafora ku di zimanê me de dibêje “kanîya spî ava zelal” jibona me çareseriya herî sereke ye. Têgehên me, mînakên me, hestên me, sîyaseta me, ramanên me divê di moxila netewayetiyê re derbas bibin. Divê têgehên me di aliyê ziman de zelal bibin. Divê zimanê me yê navxweyî erenî be. Çiqasî em zelal bibin em ê hevdû baştir têbigîhêjin. Çiqasî em hev dû baş têbigîhêjin wê netewayetiya me watedartir bibe.

Bêşik, bêmitala, bêhicet Kurd di her warî de hewcedarê hevdû ne.

Heger me beriya sê sedsalan bi ya Ehmedê Xanî kiribana, em ê ji zû de bibana netewe ji bona xwe.

Şerefxan Cizîrî-Basnews

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply