Ez şexsê nivîskarê pirtûka ‘Jiyanek Dijwar’ nas nakim, lê nivîskar Suleiyman Demirkol tiştên di pirtûka xwe de nivîsandîne ji mêj ve dinasim. Mîna bibêji ku pirtûk ji derûniya ruhê min a xerîb de, ji dilê jiyana min a koçer de, ji qelema min a xembar de derketiye. Nivîskar çiqas şa bibe hindik e; çimkî nivîsandina pirtûkekê wisa nabe nesîbê her kesî.
Kelepora me Kurdan û mohra Jiyanek Dijwar, bi hev re, bi hostatî hatiye honandin. Tu dizanî ku em Kurd bi her tiştî xwe ve henî û miletekî cûda nî û nivîskar Süleiyman Demirkol jiyanekê rengîn û zengîn, jiyanekê zor û dijwar jîiyaiye.
Bi nivîskar re ez jî pir çûm Çermûgê û ketim rêya qurbetê, ketim rêya xerîbiyê, ketim rêya perwerdehî û hînkariyê. Tim tavê germ di ser serê min de dibariya, avê germ a şîfayê di bin lingan de dihêrikiya. Em bi nivîskar re pêz û berxikan “li bin siya daran mexel” dikir, bi meşkê dew re dikeiyînî. Em bi xalê nivîskar Silêman re “berê xwe didin Heiyderpaşaiyê.”
Di berîka me de kalîna berxikan û bêhna bişkulan.
Di berîka me de hesreta dê û bavan, xwişk û birayan.
Di berîka me de tehma çîrokan, dengê zarokan.
Me bêriya rojên berê dikir, me bêriya çiya û baniyan dikir, me bêriya çem û robaran dikir.
Ji bo wê, ez dixwazim ku her Kurd vê pirtûkê hêja bixwîne û bawer dikim ku kesî jî poşman nabe.
Min ji pirtûka Jiyanek Dijwar ya Suleyman Demirkol hin peyv û hevok nivîsandin. Du sedem hene. Ê Yek, hînkariya peyvên Kurdî ê yên nû; dudu kurikî. Mebesta xwe vekim. Nivîskar bi kurmanciyekê zelal û delal, orjînal û binemal pirtûka xwe nivîsandiye. Min xwest vê Kurmanciyê nivîskar bi dest xim, hîn bibim, têxim tûrê zimanê xwe. Kurikî? Berê, li kurikiyê ev peyv û hevok bikartînin, lê niha jibîr kirine. Min xwest ev peyv û hevokan dîsa jibîr bînim, vebijînim, di navbera dema nû û dema kurikiyê de pirekê nûjen avabikim.
Ev peyv û hevok:
*Erdê havînê sor dibe, dibe wek belorê.
*Çi mêze ke, mirovek xwe li erdê bor dike. Devê mirov di kefê de maiye.”
*Dêya min heqlî ye.
*Apê Ziya damîş nedibû…
*Apê Ziya goga ku me pê dilîst begen nekir.
*Ji bona ku pêz rehet bidoşin, bêrk çêdikirin.
*Postê ku bikirina meşk, hem hundirê wî, hem derê wî, ew ê bi ceftê cebar bikirana ku postê meşkê zû xirab nabe, zû nehelise.
*Navîna lingên pêşî û dawiyê ( ê ya post) qilop dixistine.
*Kêrî dixistin navîna qilopan û her aliyê kêriyê bi hebin girê didan.
*Bi qasî du metreya dirêj, sê darên mertagan ê ya jî rotan çêdikirin.
*Tîpa çatmê wek daraxaçê ye.
*Toraqa zêde jî rind distiran û bi qasî gurmistkê gilover dikirin, li ber royê radixistin, hişk dikirin û dikirin çortan. Carinan jî (ji dewê çortanê) xwarina keldoşê çêdikirin.
*Me li kêleka daristanê ji xwe re darê hişk, hej (hejik) komkirin û kirin benke. Me şeş benkê xwe temam kirin.
*Biharê ava çem hindikî kêm dibû, sûfe di devê çem da çêdikirin.
*Hinekan jî li jorê golan giyayê şîrtahlekê, giyiyê xoşrîgê/xusûlê di avê de dipişifandin. Şîrê giya bi avê de diherikî û diçû. Av tev dibû jahr.
*Me xwe giyand tûşa Mezelê Pîvazo…
*Em bi ber newalê ketin û qame meşiyan.
*Gelek gwînî xist argûn û ar berdaiyê.
*Agir bi qonca ket, tîna êr em germ kirin.
*Ji xwe re galgal dikirin.
*Qelemzirîça wî timî di paş goyê wî de bû. Wexta qelemzirîç biçûk dibû, davêt.
*Berf pir dibariya. Xaniyê gund gişk du qat bûn. Berfa li ser xaniyan bi kurtimê rêj dikirin kuçan.
*Me ya seradê ya jî sepetek mezin daniyana ser xweliya ku me rijandiye.
*Dibistan li gorê xaniyê me mezin bû. Serê wî arîk bû.
*Mamoste ji cêba xwe pîpikek derxist û pifkirê.
*Lîstik: Birê, Sêgavê, Sêgûçê, Kevirê Badanê, Kevirê Tahndanê, Qîtê, Teqteqoq, Latê û Delo.
*Germî. Hêl. Qale. Xilç.
*Ewil me ji hev re qinik pirs kirin.
*Carinan jî me çitmê davêt.
*Ji bona ku ewil kî dest bi lîstikê bike, peşka xwe davêjin.
*Keko peko, kê kuşt, min kuşt, bona çi, bona kerengan.
*Tevna Totê, Rêzika Kayê, Stêrka Bakur.
*Rêwiyan digot: li wê newalê neteneke heye.
*Li paş serê wî takek hîro dirêj heye…
*Paşê ez ê biçûma nêçîriya çika û dîksoran.
*Ji xewa ez tekel pekelî dibûm.
*Li ku derê çêre, pelax hebana li wir min diçêrandin.
*Nîvê pir li bin darên sincan û nav dirikan da diman.
*Ji bo nêçîriya çûkan, min daf çêdikirin.
*Li nav rez ji bo miştaxê erd dûz dikirin û cih çêdikirin.
*Ji tiriyê hişk ra me digot mewij.
*Dawiya havînê tiriyê şîrê jî digihîştin. Dest bi kergan dikirin.
*Ji bo ku tirî tê de buguvişin (Kurne) çêdikirin.
*Bi kevgîrê kef ji nav digirtin heta zelal dibû.
*Ji motê bastiq, helaw, kesme, sincoq çêdikirin.
*Sawan, ji qumaşê gewr bi qasî mîtrokê dirêj çêdikirin.
*Bêra pelûlê, male.
*Serê dezî her aliyekî wî bi darê neçel ve girêdidin.
*Wexta hişk bû, bi kêrê zûl, zûl dibirin û dixin çewalan.
*Xalê Meqsût mirovekî bergîzan bû.
*Li vir zivistanê hezaz diherike. Celb çêdibe.
*Ew dibistan lişandin…
*Wê çaxê ezê Suleiyman demborî qeyd bikim.
*Li kêleka sandoqê dexîlekê biçûk kişand.
*Me palasên xwe raxistin.
*Nalbekek xwarin.
*Me her yekî ji xwe re bîz çêdikir.
*Nan û îsotê sûravkê.
*Çovek dirêj girt û dirêj kir, li hewa sakoyekî boz di hilco da bi darda bû danî.
*Ez li dora xwe ra doş bûm, doş bûm…
*Soyîna dawîn di navîna gundê me û gundê Kewanê da…
*Ji toximê dirika reş ra me digot derb.
*Ji kertikê heta sêrî bi kêrê nicirand.
*Min pez dibir li newalekê yan jî li ser delava av didan û dianîn li bin siya daran mexel dikirin.
*Min miyek bi hebin bi piyê xwe ve girêda.
*Min dît bavê min tehn da min. Ez bi bayê xewê holbûm rabûm ser xwe…
*Ez dûşê nedim bila bişev ji xwe ra rakeve.
*Zerzewatê xwe, fêkiyê xwe, debira xwe gişk bi xwe digihandin.
*Ji bo heiywanên xwe kizin dajotin.
*Di hênikiya sibê da gelek palî kiribûn.
*Destiyên ku didin ser hev pir dibin, jê ra dibêjin pirnag.
*Ji pirnagên ku dianîn didan ser hev, jê ra digotin riwaqe.
*Pirnag dikişandin gidîş ê.
*Her du sewil tije av kirin.
*Dêya min ji bo taştê tirş çêkirêbû. Kedik jî tije dew kiribû.
*Qalûç: Dasa paliyê ya biçûk.
*Marekî kor qilêr, li ber min weka destarekî desta, kovala xwe girtiye û serê xwe daiye ser kovala xwe û raketiye.
*Qijikan, koteran, çûkên nav malan hêlînên xwe li ser darên kelema çêkiribûn.
*Kêlimti. Hol. Melêv. Qelm. Nîr. Misas. Malexme. Nîv olçek. Xirar. Kuvan. Dolab.
*Kewar, ji biyên siltaniyan Şêxbiziniyan çêdikirin.
*Rûyê ya lê hundirê kewarê bi celba sinît sewax dikirin…
*Bendên pembû, bendên rîsîn, bendên mûyîn boyax jî dikirin.
*Rot. Kirkît. Masûr. Palas. Mîrkut. Savar (bilxur). Conî (Sokî). Danê kufte. Şehîre.
*Min êdî tedareka xwe kir…
*Bavê min pere derxist xerçlix da min.
*Tifingek azolî jî tîne, zêde barûd û balme dixê û rind rijî dike.
*Di ber pelçan re jî, xobxobî çêdibûn.
*Di nav çem da darê pelkan, darê biyan hebûn.
*Em ji sermayê xelisî bûn.
*Hat ji manqelê carûdek ar girt û bir xist ber êzingan.
*Çend caran pifê kir, pifê kir êzingan pilotî girt û vêket.
*Lawê min ê çelînî…
*Em li bin dara benavê rûniştin.
*Me dît çiqilk (çîqilk) di cî da melisî.
*Loma gotine; “veqetandin û mirin wezinandin in, veqetandin zêde hatiye.”
Faik Öcal