Jiyana Cegerxwîn

Jidayikbûn û Zaroktî
Cegerxwîn bi navê şêxmûs ji dê û bavekî gundî-cotkar-belengaz di sala 1903an de li gundê HESARÊ hatiye cîhanê, ji (11) de xuşk û bira tenê sisê mane: Sêxmûs, Xelîl, Asya. Di sala 1918an de bavê wî Hesen li bajarê Amûdê serê xwe danî û çûye ser heqiya xwe. Di sala 1919an de li gundê Bêdir-Memo diya wî Eyşan ya heftê salî jî serê xwe danî û çûye ser heqiya xwe. Cegerxwîn pêlakê li cem xuşk û birayê xwe maye.

Jiyan û xebata li Binxetê (Kurdistan a Sûriye yê)
Di sala 1920an de çûye xwendegeha olperestî û çend salan li ser hev li Kurdistana Sûrya yê, Îraq û Îranê jî li xwendinê geriyaye û rewşa gelê Kurdistanê baş nas kiriye.
Di sala 1927an de keça xalê xwe Kehla Selîm ji gundê Hesarê ji xwe re tîne û li Amûdê bicî dibin.
Di sala 1928an de xwendina xwe qedand û îcaza xwe wergirt û bû melayê gundê Hazda jorî û di wê salê de dîwana xwe ya yekemîn nivîsiye, ev dîwan winda bibû û berî 3 ê salan ketiye destê me û heta îro nehatiye çapkirin.
Di sala 1936an de, Cegerxwîn bi çend malên gundiyan ve du gund li jêrê avaniyê avakirin(Çêlek û Cehenem).
Di sala 1937-1938an de, Cegerxwîn û hevalên xwe Nadiyek-Komelak li bajarê Amûdê ji xortên kurd re vekirin û komela wan gelek berepêşçû, lê bi navtêdana hin mirovên nezan û dijminê miletê kurd Firansizan ew komele girt.
Di sala 1946an de Cegerxwîn mala xwe ji gund guhaztiye bajarê Qamişlo û ketiye nav pêlên rêzanî û siyasetê û di wê salê de Civata Azadî û Yekîtiya Kurd hate çêkirin: Dr. Ehmed Nafiz serok û Cegerxwîn sekretêr…
Di sala 1948an de Cegerxwîn bûye hevalê Partiya Komunîst a Sûrya yê. Di sala 1949an de cara yekemîn bû ko Cegerxwîn hatiye girtin. Di sala 1950an de Cegerxwîn dikeve Civata Aştîxwazên Sûrya yê û di hundirê wê de kar dike. Di sala 1954an de Cegerxwîn ji hêla komonîstan ve bû namzadê perlemana Sûriya yê.
Di sala 1957an de Cegerxwîn ji komonîstan dûr dikeve û di wê salê de Cegerxwîn û hevalên xwe rêxistina AZADÎ sazdikin û piştî pêlakê Cegerxwîn û hevalên xwe rêxistina xwe fesix dikin û bi Partiya Dîmoqratî Kurdî re dibin yek.
Di sala 1959an de Cegerxwîn direve Îraqê û sê salan li wir dibe mamosteyê zimanê kurmancî li Zanîngeha Bexdayê perçê kurdî. Di sala 1962an de hukûmeta Îraqê bera Cegerxwîn dide û ew û zarokên xwe vedigerin Sûrya yê, Cegerxwîn tê girtin û piştî pêlakê tê berdan.
Di sala 1963an de dîsa Cegerxwîn tê girtin û dikeve Zindana Mezê li bajarê Samê, lê piştî pêlakê tê berdan lê wî nefî (Surgun) dikin û dişînin bajarê Siweyda nav Durziyan, lê piştî pêlake ne dirêj tê berdan û vedigere bajarê Qamislo yê.
Di sala 1969an de Cegerxwîn diçe Kurdistana Îraqê nav şorişa kurdî û nêzîkî salekê li wir dimîne. Di sala 1970 yî de Cegerxwîn ji Kurdistana Îraqê vedigere Sûrya yê. Di sala 1973an de Cegerxwîn direve Libnanê û dîwana xwe ya sisyan KÎME EZ? Û çîroka Salar û Mîdya li wir çap dike. Di sala 1976an de Cegerxwîn vedigere Sûriye yê û heta sala 1979an li wir dimîne.

Li Swêdê
Di sala 1979an de Cegerxwîn ji Sûrya yê direve û diçe Siwêdê û pênc salên xwe yên dawî ji jiyana xwe li Siwêdê derbas dike. Di 22-10-1984an de li bajarê Stockholmê Cegerxwîn serê xwe danî û çû ser heqiya xwe. Cegerxwîn di hewşa xaniyê xwe de li bajarê Qamişlo yê hatiye veşartin. Zarokên wî yên ko li dû xwe hiştine du kur û çar keç in: Keyo, Azad, Gulperî, Rojîn, Beniye, Selam. Neviyên wî 26 kes in.

Sala bîranîna Cegerxwîn
Cigerxwîn, dengê êşû azara gelê Kurd di têkoşîna azadiyê de, di sala 2003an de kete sedsaliya xwe de. Cigerxwîn ku navê wî yê birastî Sexmûs Hesen e, di sala 1903-an de li gundê Hesarê girêdayî navçeya Kercosê ye, ji dayik bû. Piştî ku di temenekî biçûk de dê û bavê wî çûne ser dilovaniya xwe xwîşka Cigerxwîn ew bire cem xwe. Dema ku ew yanzdeh salî bû, di destpêka şerê yekemîn yê cîhanê de, tevlû malbata xwîşka xwe binxet bû û bû penaber li welatê xwe. Ew li gundê Amîd girêdayî Qamişloyê bi cih bû. Cigerxwîn di sala 1921-an de xwendina xweyî medresê bi dawî kir û îcazeya melatiyê wergirt. Piştî vê yekê Cigerxwîn dest bi melatiya gundê Tell Sair kir û ji ber vê yekê jî navê Mele Sexmûs lê hate kirin.

Dema Cigerxwîn li gelek cihên başûr û rojhilatê Kurdistanê xwendina xwe ya medrese didomand, wî êş û azarên gelê Kurd ji nêzîk ve dîtin û navê Cigerxwîn li xwe kir. Jiyana Kurdan ya sext û zor û zehmetiyên jiyana wî bi xwe ew xistine nava nakokiyên hundirîn.
Cigerxwîn ji sala 1924-an û pê de dest bi nivîsandina helbestan kir. Piştî têkçûna serhildana Sex Saîd, heştên neteweyî yên Cigerxwîn gurrbûn û ew bû endamê rêxistina Xoybûn ya ku ji aliyê rewşenbîrên Kurd ku penaberî Sûriyê bûbûn hatibû damezirandin. Wî di 24 saliya xwe de dest bi nivîsandina helbestan di kovara Hawar de kir. Dilnermiya wî û mirovaniya wî û xwendina wî ya medresê bûn sedema wan berhemên wî yên ku bîna berhemên wêjeya klasîka Kurd jê tê:

Cana xwe derîne tu ji pişta çeperê,
Perde tu hilîne, ku li min roj bê derê,
şevreş bike ronî, tu bi loks û fenerê,
Maçek ji du lêvan bide, ey lêv şekerê,
Ew e dermanê birînê û kul û derd û kederê …

Piştî demeke kurt Cigerxwîn berê xwe da civata feodal û paşverû. Wî di helbestên xwe de bi tundî xwudkarên feodal û olî rexne kirin. Li gor wî sedema bêbextî û êşa karker û gundiyên Kurd ev hêz bûn û di heman demê de wa rê li azadî û serxwebûna gelê Kurd jî girtibûn. Ronak kirina gelê Kurd di derbarê rewşa civakî û parvekirina hêzan de di civakê de ji bo Cigerxwîn berî hertiştî dihat, ji ber vê yekê jî helbestên Seydayê mezin di destpêkê de li hemberî hêzdarên olî, şêx û mela bûn:


Hawar dikim,
Ranabî kes
Sêx û mela
Û pîr û qes
Bi xaç û xist
Û mizgevt û dêrEm xistine
Tora neyêr.
Hawar, hewar
Hawar, hewar !
Van çûçikan
Dexlê me xwar.

Sed camî û
Dêr û kenişt
Naqos û bang
Û tîr û xişt
Sed lek ji
Tîpên Lemterew
Bi kêr me nayên
Tev derew.

Cigerxwîn bi dil û can hewl dida piştgêriya têkoşîna azadiya gelê Kurd bike. Wek mînak di dema muxtariya sala 1961-an li başûrê Kurdistanê wî li zanîngeha Bexdayê beşa Kudiya Jorîn saz kir û ji bilî vê wî bernameya çanda Kurd di radyoya Bexdayê de amade dikir. Ji sala 1959 heta sala 1963-an Cigerxwîn li Bexdayê dima. Ji bilî helbestên siyasî (neteweyî û sosyalîst) wî helbestên li ser evînê jî dinivîsîn, ku pirê caran êşû jana evînê tanîn ziman, herwiha carcaran behsa xweşî û şahiya evînê jî dikirin. Gelek stranbêjên Kurd Helbestên wî ji bo stranên xwe bi kar anîn. Heşt dîwanên Cigerxwîn yên helbestan hatine weşandin, herwiha wî pirtûka bi navê “Tarîxa Kurdistanê”, ferhengeke zimanê Kurdî û pirtûkên li ser folklora Kurdî. Bi kar û barê xwe û bi berhemên xwe Cigerxwîn di ronakkirina girseyên li Kurdistanê de rolêkî gelekî mezin leyistiye. Mirov dikare wî mîna nîşaneke neteweyî bibîne. Cigerxwîn parabêtir jiyana xwe li Qamişlo borand, lê paşê mecbûr ma ku dev ji welatê xwe berde û here Stockholmê. 22-ê êlûna sala 1984-an Seydayê Cigerxwîn çû ser dilovaniya xwe. Cigerxwîn li hewşa mala xwe ya li Qamişloyê bi tevlîbûna dehhezaran Kurdên heskiriyê helbestên wî hate bi cih kirin. Ev kesayetiya mezin ya wêjaya Kurd, mamosteyê Qedrican, dikeve sedsaliya xwe. Divê ku ew newe ji bîr kirin.

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Edebiyata Goranî Ya Klasîk

Edebiyata Kurdiya Goranî ya nivîskî ya klasîk li herêma Hewramanê û bi taybetî jî li …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *