Ji weşanxaneya NA berhemeke nû: Şîzo

Şîzo bi navgîniya nakokiya di navbera sedem û hestê de rexneya desthilatiyê pêşkêşî me dike. Şîzo; zarok e, lîstik e, evîn e, hezkirin e. Frên e, hevnîr e, kevneşopî ye, dewlet e, rêgez e… Şîzo, di destpêka lîstikê de raketîye. Di berdewamiya lîstikê de dixweze rakeve lê ni kare rakeve, an jî nahêlin rakeve. Yên ku dixwezin Şîzo rakeve jî raketineke li gorî xwe jê dixwezin.

Pirî caran em di silsileya pêçokên li me hatine pêçan de winda dibin, dikevin rewşekê ku em nekarin bêhna xwe vedin. Di rewşên bi vî rengî de, vîna me ya jiyanê an refleksa me ya ber-xwedêriyê me mecbûr dike da em çareyekê bi-bînin. Ger em nikaribin biryareke qewîn bidin ji bo em ji nava tixûbên teng xelas bibin, em ê ji xala xwe ya destpêkê paşdetir jî bigindirin. Gin-dirîna me ne ji ber neserketina me ye, ji ber wê ye ku me hin tişt kêm hiştine.

Qebûlkirina wekî têkçûnê me di navbera bênasnametiyê û jiyanê de diguvêşe. Wekî kêma-siyek lê nanihêre, deriyekî nû yê cerbandinê ve-dike, dibe ku ji nû ve û bi caran derîyê ceri-bandineke nû vebike. Lê di dawiya her pêçokeyî de em rastî destpêka pêçokeyekedin dibin.

Xweafirandina kes, belkî jî pêvajoyeke dijwartir e ji şoreşên civakî. Hewildana kes bi rû-birûbûna bi xwe û xilasbûna ji adetên xwe, her çiqasî di xwe de asta pêşkeftina civakî-aborî ya derûdor, welatê ku ew lê dijî bihewîne jî, îs-tîsnayên wê jî hene.

Şîzo, bi qebûlkirina serdestiya aqil re, pevçûna di navbera aqil û hestan de ji xwe re dike xem, pêşkeftina aqil nas dike û perspek-tîfeke rexneyî pêşkêşî me dike.

Di Şîzo de, hest homojen e, dixwaze bihe-rike, baskên xwe veke û bifire. Ew çîroka wî aqilî yan a wê dayîkê ye, ku zarokên wê dixwazin bilîzin, bes ew jî bi feraseta wan biparêze na-xwaze ji bin baskên wê derkevin. Ew çîroka malbata sîwanî ya wê dayîka hewldana do-mandina jiyanê dide ye, ku bi mebesta wan biparêze, wan dixe bin baskên xwe. Ew çîroka wê civakê ye, ku ji bo civak ji hev belav nebe dixwaze malbat hevgirtî bin. Herweha çîroka wê desthilatdariyê ye, ku hewl dide pêşî rê li ber serhildêriya wê ya pêkan bigire û têxe bin kontrola xwe; ji ber vê mebestê jî hewl dide di nav pergalê de zîndanî bike û nehêle ji nava qalibê zindanê derkevin.

Şîzo çîroka zarok û dayika wî ye; zarok dixwaze bilîze û dayika wî dixwaze wî di bin kontrola xwe de bihêle. Çîroka malbata banî ye; ew hewl dide dayikê di bin kontrola xwe de bihêle. Çîroka malbat û civakê ye; malbat di-xwaze bi malbatî bi hev re bijîn û civak jî dixwaze wê têxe bin kontrolê xwe. Çîroka civak û dewletê ye; dewlet dixwaze civakê di bin kontrola xwe de bihêle û li gor daxwaza xwe wê bi rê ve bibe. Şîzo çîroka lawikekî, hiş û desthilatdariyê ye; lawik dixwaze bibe xwe, lê hiş û desthilatdarî jî dixwazin wî li gor xwe bi rê ve bibin.

 

Peyam Îhsan; di 10.04.1979an de li Navçeya Hawêl (Baykan) a Sêrtê ji dayik bû. Dibistana seretayî, navîn û amadeyî li Hawêlê qedandîye. Piştre Beşa Birêvebiriya Giştî ya Fakulteya Aboriyê ya Zanîn-geha Eskîşehîr Anadolûyê Diqedîne. Peyam Îhsan ji sala 2000an ve xebatên şanoyê dike. Di gelek warên şanoyê de wekî lîstikvanî, derhênerê lîs-tikê, şanoger û ma-mosteyê atolyeyê xebitî

Derbar ziman

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply