Ji Nûbiharê 2 pirtûkên nû

Dîtin û Bîrhatinên Min (1914- 1983)

Ji bo gelan nivîsandina bîranînan pir girîng e.

Lewra nivîskar bi nivîsandina bîranînên xwe, şahidiya gelek tiştan dike. Em bûyer û şexsiyetên demê bi çavê wî nas dikin.

Bîranîn tenê serboriyên kesekî ninin; herweha nivîskar li jiyana siyasî, civakî, çandî û fikrî ya wê demê neynikê digre û ji me re dibêje.

Em dikarin bibêjin bîranîn, dîroka demekê ne.

Ev pirtûka di destê we de jî weha ye.

Bîranên Hesen Hişyarê Serdî cara yekem di sala 1993an de li Beyrûtê çap bûne. Heta niha carek din çap nebûye.

Cara ewil li Tirkiyê, bi zimanê xwe yê eslî, li Nûbiharê çap dibe. Hûnê jî bibînin me xebateke taybet li ser vê pirtûkê me kiriye.

*

Hesen Hişyarê Serdî kesayetek pir muhîm e.

Tekoşer, rewşenbîr û siyasetmedar e.

Di salên xwe yên piçûk de beşdarî Hereketa Şêx Seîd Efendî bûye. Beşdarî Serhildana Agiriyê jî bûye.

Piştî wê jiyana xwe mayî, li Binê Xetê derbas dike.

Girîngiya Hesen Hişyarê Serdî ew e ku ji kesên beşdarî Hereketa 1925an bûne, tenê wî bîranînên xwe nivisîne…

Dîwana Behmûrî (Ristek Mircan û Morî)

Miftî Ebdurrehîm Cizîrî, ji gundê Behmûrê yê bi ser Cizîra Botan ve ye. Di sala 1959an de ji dayik bûye. Niha hîn li heyatê ye û li navenda Cizîrê, li medresa xwe bi dersdana feqiyan ve mijûl e. Ew pîştî 35 sal wezîfeya fermî, di sala 2016an de xanenişîn bûye. Ji ber şert û mercên wezîfeya fermî û hinek sebebên dî, encax piştî xanenişînîyê kariye xizmeta edebiyata zimanê xwe bike. Ji bilî şairiyê, xebatên wî yên wergervanî jî hene, ku çend kitêbên ilmî û edebî ji Erebî û Farisî wergerandine Kurdî.

Miftî Ebdurrehîm, di helbestên xwe de bi piranî mexlesa Behmûrî, kêm caran jî mexlesa Miftî bi kar aniye. Geşt û seyrana xwe ya edebî, li nav dîwanên şairên Kurmanc, Soran û Faris kiriye. Lê herî pir di bin bandora Melayê Cizirî û Ehmedê Xanî de maye. Stîla wî bêtir dişibihe ya Melayê Cizîrî. Temayên helbestên wî bi piranî evînî ne; hinek ji wan jî welathebînî, civakî, şîret, fabl û mijarên dîtir in. Helbestên xwe bi wezna erûzê û bi qafiyê hûnane. Dîwana wî ya Dîwana Behmûrî Ristek Mircan û Morî muretteb e –yanî alfabetîk-e.

Ji bil vê dîwanê, gelek helbestên wî yên neçapkirî jî hene.

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Kovareke Nû ya Wêjeyî: “Vîn” Dest bi Weşanê Dike

Di qada weşangeriya kurdî de kovarên dîjîtal bi bîhneke nû geş dibin. Kovara bi navê …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *