Sînemaya Serbixwe | eKovara Sînema, Çand û Hunerê

EdîtorRûmet Med
Navnîşan
Telefon
E-Peyamsinemayaserbixwe@gmail.com, sinenuce@gmail.com
Malpersinemayaserbixwe.com
Facebook@SinemayaSerbixwe
Twîtter@SinemaSerbixwe
Înstagram@SinemayaSerbixwe
Dîroka Destpêkê2018
Çend Jimar5 jimar (02/2022)
RewşDewamî weşana xwe dike. (02/2022)

Jimara Pêncem a Kovara Sînemaya Serbixwe derket

Hejmara nû ya e-kovara bi kurdî ya “Sînemaya Serbixwe” derket li pêşberî xwînerên xwe. Di hejmara 4emîn a kovarê de de dîsa nivîs û gotarên balkêş cih digire. E-kovara “Sînemaya Serbixwe” salê du caran derdikeve, û nivîs, gotar, hevpeyvîn û naverokên ku li ser sînema û çand-hunerê hatine amadekirin, diweşîne.

Nîşeya Editorê ya Sînemaya Serbixwe li jêr e:

Derhêner û wênekêşa nemir a dîroka sînemayê Agnes Varda dibêje “Sînema ez ji te hez dikim”. Em jî  bi heman hest û ramanê ji “Hunera Heftemîn”ê hez dikin û sînema ji bo me wekî neynike zelal e ku riya jiyanê ronî û germ dike.

Em di sala 2018ê de weke e-fanzîna sînema û çand-hunerê dest bi weşanê kiribûn û hejmara me ya sêyem di meha Gelawêja vê salê weke e-kovar derket li pêşberî sînemahezan. Hejmara me ya dawî gihîşt li ber destên bi hezaran xwînerên sînemayê ve û em ji bo eleqeya we zor spas dikin.

Hejmara me ya nû bi nivîs û gotarên nû û balkêş re li pêşberî we ye.

Di hejmara nû ya kovara Sînemaya Serbixwe de, Omer Bextiyar nivîseke li ser fîlmê “Stalker” yê derhênerê nemir ê cîhanê Andrei Tarkovsky ku mohra xwe daye li hunera sînemayê, nivîsiye û ketiye li pey şopa heqîqeta fîlmê. Welat Ramînazad di derbarê fîlmên derhênerê navdar Nurî Bilge Ceylan de nivîseke Zazakî amade kiriye û pêwendiya sînemaya derhênerê bi Kurdan re, lêkolîn kiriye. Di vê jimarê de, nivîsa Rûmet Medî ku li ser fîlmên jiyana Kurdan, hatiye amadekirin cih digire ku ev nivîs cara yekem di malpera Bianet Kurdî de hatibû weşandin. Mela Mihyedîn, li ser yek ji fîlmên herî girîng û klasîk ên dîroka sînemaya cîhanê “The Seventh Seal” yê derhêner û senarîstê Swêdî Ingmar Bergmanî nivîsîye. Welat Ramînazad ji bo vê hejmarê nivîseke din jî nivîsandiye û fikrên xwe yên derbarê têkilîya fîlmê Caché yê derhêner Micheal Haneke bi kurtefîlmê Vîr ê Burhan Ateş ra, aniye zimên. Di hejmara 4emîn de Dawid Jikevir nivîseke li ser mijara “Sînemaya Polîtîk”, amadekiriye û li ser wateya têgeha sînemaya polîtik, sekiniye. Herwiha nivîsa Rûmet Medî ku di derbarê fîlmê “Bread and Roses” yê Ken Loachî de hatiye nivîsandin û cara yekem li malpera www.sinemayaserbixwe.com’ê hatibû weşandin jî cih digire. Emrah Kaplan ji bo vê hejmarê gotareke bi navê “Têgeha Temsîlê û Cihgirtina Têgeha Temsîlê Di Sînemayê De” nivîsîye û tê de qala mijarên têgeha temsîlê û têgeha temsîlê di sînemayê de, kirine.

Bimînin di xêr û xweşiyê de

Bi hevre hejmarên nû ve..

Ji Edîtor

Jimara çarem a Kovara Sînemaya Serbixwe derket

Jimara sêyem a Kovara Sînemaya Serbixwe derket

Jimara sêyem a Kovara Sînemaya Serbixwe wek dijîtal hate weşandin. Sînemaya Serbixwe ku wek malper jî li ser nûçe û geşedanên sînemaya Kurdî, sînemaya cîhanî û sînemaya Tirkîyeyê radiweste û xwînerên xwe agahdar dike, piştî navberekê 7 mehan bi jimara xwe ya sêyem wek e-kovar derket pêşberî xwendevanên xwe.  Berîya niha du jimarên Sînemaya Serbixwe wek e-fanzîn hatibûn weşandin. Lê edîtorê Sînemaya Serbixwe Rûmet Med dide zanîn ku, êdî wê Sînemaya Serbixwe wek e-kovar û di salê da jî du caran bê weşandin.

Di vê jimara nû da, bi sê zaraveyên Kurdî (Kurmancî, Zazakî, Soranî) nivîs û gotar cih girtîye.

Beşekî ji nivîsa edîtoryayê;

“Piştî navberekê 7 mehan hejmara nû ya “Sînemaya Serbixwe” weke e-kovarê gihîşt ber destên xwendevanên xwe.

Wekî ku tê zanîn 2 hejmarên me weke e-fanzîn derketin û ji vê hejmarê pê ve êdî Sînemaya Serbixwe dê weke e-kovarê û salê du caran derbikeve. Di rûpelên hejmara sêyem a Sînemaya Serbixwe’yê de, ji sê zaraveyên Kurmancî, Zazakî, Soranî yên Kurdî; nivîs û gotarên sînema, şano û rêzefîlmê ku ji aliyê Dilazad Art, Welat Ramînazad, Rûmet Med, Mela Mihyedîn, Arezû Sirajeddîn, Şafî Muhammed, Hawar Rehîmî, Omer Bextîyar ve hatine nivîsandin cih digirin. Her wiha di vê hejmarê de me hevpeyvîna ku bi edîtorê me re hatibû kirin jî weşandin.”

Ji bo jimara sêyem ya kovarê hûn dikarin li vir bitikînin;

http://sinemayaserbixwe.blogspot.com/2020/08/hejmara-seyem-sinemaya-serbixwe-derket.html

Nivîsa edîtoryaya jimara yekem

Silav û rêz xwînerên hêja!

Ji “Brayên Lumierê” û “Alice Guy-Blaché”, bi wir de Sînema ango “Hunera Heftemîn” ji gelek qonaxan derbas bû, geşedan û pêşveçûna xwe didomîne.

Sînema ji bo kesên ku derd û gotinên wan hene amûr û derfeteke gelek mezin e. Di nav dîroka sînemayê de gelek derhêner û sînemavanên bîrawer derketin, hest û ramanên xwe anîn zimanê. Di geşedan û girseyîbûna sînemayê de; gelek rêbazên ên hunerî, rastibîniya civakî, heyamî û serbixwe û ên din pêk hatin.

Hunera “Sînema”, di nav rojên jandar û tarî de bû hêviyeke germ û ronak û bihara vê bêdemsal şîn bû û vedibe… “Hunera Heftemîn”; ruh û hêza ên dîmenan, newayan, peyvan û wêneyan e û me wekî pirtûkan, di nav asoyên hestan û ramanan de digerîne.

Em bi saya sînemayê cihê ku me qet neçûne ji wan dibinîn, çand û jiyanên hemû mirovahiyê dinasînin. Rû û çavên sinemayê, sînorên ku li ser cîhanê radike û ew dikare bi demê re hemû xeletiyan û pêşdaraziyan tune bike.

Yekem hejmar a E-Fanzîna bi Kurdî “Sînemaya Serbixwe”, bi nivîs û gotarên xwe yên li ser Sînema, Çand-Hunerê, weke dengekê nû û ciwan li pêşberî xwendevanên xwe.

Bimînin bi xêr û xweşiyê de
Bi hevre ji Hejmarên nû ve

Bi Rûmet Onur Kaya re hevpeyvîn – Vedat Yeler

Derbar Rêvebir

Check Also

4 kitabê kirmanckî veciyay

Weşanxaneyê Vate çar kitabê newey vetî. Înan ra yew şiîr, yew tez, yew folklor û …

Leave a Reply