Jaroslav Hašek I Di Nav Pirtûkhezan De

Silav. Vê dawiyê, mirovên wiha jî derketine holê: Nêçîrvanên rastiyê. Tew çiqas meraqa tiştan dikin hema dixwazin her tiştî hîn bibin û bizanin. Carna mirov qet naxwaze tiştekî jî hîn bibe, dibe ku bi vî rengî kêfxweş e, dibe ku wisa tê ser hemdê xwe? An jî naxwaze xeman bixwe û dibêje, “Gelo derew be çi ye rast be çi ye, qey pir girîng e?” Dîtin, barekî giran e xwînerên ezîz. Em tev carna naxwazin bibînin, mirov in, nikarin. Hûn her hebin.

Pirtûkzade

Tiştê herî xirab ku dikare bi serê mirovekî de were ev e; tu rastî hunermendekê bêy û ew jî pirtûkhezan vexwîne mala xwe, dê civînên edebî li dar bixe, lê tenê du kulîçe dayne ber çaya mêvanan.

Helbet ne mecbûr bûm herim mala Xanim Herzan û tevlî wan civînên edebî bibim. Lê min nikarîbû vexwendina hevalekî xwe paş de vegerînim; min jê re gotibû nusxeyeke destnivîsî ya helbestên Hafiz li cem min e ku bi çermê mirovan hatiye cildkirin; ew heval jî baweriya xwe bi gotina min anî û pir tesîr lê kir. Wî behsa xezîneya min a bêhempa tafilê ji pirtûkhezan û hunerhezan re gihandibû. Dema ku gotegot gihîştibûn Xanim Herzan, ev canika xêrxwaz a derdorên hunerî, dil kir em hev du nas bikin.

Dema ez çûm mala wê, min hemû berhemên edebî yên cîhanê li ser rûyê diwanzdeh hunerhezan de dîtin ku hemî jî zîq li min dinihêrîn. Çûyîna min bi xêr û xweşiyan hate vegerandin. Wek xwediyê helbestên Hafiz ku di çermê mirovan de hatibûn cildkirin, fikirîm, mafê min heye ez çar kulîçeyan bixwim, û min her çaran ji ser sênîkê paqij kir, pariyek be jî ji xanima bi berçavk a li kêleka min rûniştî re, nema. Ji ber vê yekê wisa hêrs bû, hema gotinê quliband ser berhemên Goethe.

Dîroknasê edebiyatê yê li pêş min zivirî û got:

“Hûn Goethe baş nas dikin gelo?”

Bi tewrekî ciddî:

“Wîîî, çawa!” min got. Kafirbav potînên zer-zerî yên bi dantêl mantêl dike piyên xwe û kumek jî ji hiriyê dike serê xwe. Ew bac û vêrgiyan kom dike û li taxa jor dijî.

Pirtûkhez dilê xwe bi min dişewitandin, na na, dilê wan ji min dixeliya.

Mazûvana mêvanan, ji bo ku atmosfera bê zar û ziman bela bike, pirsî:

“Kêfa we ji edebiyatê re tê gelo?”

“Xanim Herzan a delal,” min got, “min(!) gelek pirtûk xwendine. Sê Sîlehşor, Maskeya Evînê, Kûçikê Mala Baskerville xwendine. Min gelek pirtûkên din jî xitim kirine. Cîranên min berê beringa beşên romanan ji rojnameyan jê dikirin û ji min re dianîn. Dawiya heftiyan min heft beşan di carekê de dixwend. Bi coş û meraq li benda wan beşan bûm… Diketim tayê ka gelo Duşesa Leonê dê bi Richardê Qambihost re bizewice, ku bavê xwe seba wê kuştibû û ji ber kumreşiyê xortekî dabû ber guleyan? Belê, pirtûk meraqa mirov xweş zêde dikin. Di kêliyên bêhêvîtiyê de, min Xortê Messinayî dixwend. Ev xort di nozdeh saliya xwe de bûbû diz. Qasê tê bîra’m, navê wî Lorenzo bû. Min wê demê gelek dixwend. Niha ez nikarim wekî berê bixwînim. Pirtûk êdî bala min nakşînin.”

Pirtûkhez zer bûbûn; zilamekî bejndirêj li min nihêrî, çavên xwe zîq li yên min kir, mîna dadwerekî ku li bersûc dinêriya.

Bi heraret pirsî:

“Ma Zola jî bala we nakişîne?”

“Kêm tişt li ser wî dizanim,” min got. “Tekane tiştê ku ez dizanim ev e, mêrik di dema dorpêçkirina Parîsê de miriye… Frensî ye? Di şerê Almanya de.”

Heman zilam li jêr nihêrî û pirsek din kir:

“We qet navê Maupassant jî nebihîstiye?”

“Min berhema wî ya bi navê Çîrokên Sibîryayê xwendiye.”

Jinika bi berçavk a li kêleka min ji ber çi niza’m lê kelecanî bûbû.

“Hûn şaş in,” got û kir axînî. “Çîrokên Sibîryayê ji hêla Korolenko û Sieroszewski ve hatiye nivîsandin. Wekî ku tê zanîn, Maupassant Frensî ye.”

“Min jî digo qey Holendî bû,” min wisa bersivand. “Heke Frensî be, lazim e Çîrokên Sibîryayê wergerîne Frensî. Dê pir baş be.”

Mazûvana mêvanan ji min pirsî:

“Hûn Tolstoy nas dikin yan na?”

“Min merasîma cenazeyê wî li sînemayê temaşe kir. Lê nayê qebûlkirin ku kîmyagerekî wekî Tolstoy radyûmê kifş bike û bi merasîmeke ewqasî lewaz were veşartin!”

Ji nişkê ve, bêdengiyeke ecêb odeyê tijî kir. Pişt re, dîroknasê edebiyatê yê li pêş min bi çavên xwe yên sor li min nihêrî û got:

“Texmîn dikim zanîna we ya li ser edebiyata Çekî jî ne ewqas kûr e,” got bi tinazî.

Qey ez bêbersiv dimînim, ha? Min gotinê pê ve kir:

“Ez Pirtûka Çekdar li ber serê xwe hîç qut nakim. Ma ne bes e?!”

Yek ji zilamên di odeyê de heta wê gavê peyvek jî negotibû. Serê xwe kir di nav destên xwe de, meriv digo qey digirî.

“Lê,” wî bi dengekî nizm got, “Kipling Îngilîz e.”

“Kî behsa Kipling kir?!” qîriyam. “Ez ji te re behsa Pirtûka Çardar a Tuçek dikim.”

Lê werqilîm ku du kes dikirin pistepist, navê min û navê heywanekî nebedew digotin.

Xortekî pordirêj û zerbûyî, kefa destên xwe bi hev zeliqand wek ku dua bike:

“Wisa xuya ye,” wî bi dengekî şîrîn got, “hûn nikarin bigihîjin xweşikiya peyvan. Zanîna we li ser retorîk an jî sazkirina hevokên geş pir hindik e. Herwiha diyar dibe tesîra helbestan jî li ser we nîne. Gelo ew hevoka biekl a Liliencron tê bîra we? Bedewiya xwezayê bi awayekî bêhempa tê de aniye ziman: ‘Ewrên heriko, ewrên reviko, ewrên ku dibin ba û dibezin, ewrên ku ji gir û qotan, geliyan, deryaya zumrûdî ya daran derbas dibin?’”

Dengê xwe bilind kir, pala xwe da milê nivîskarê li kêleka xwe û berdewam kir:

“Temam lê Agirê D’Annunzio? Ma hûn bi wê jî nizanin? Ger ew berhema xweşik, romantîk û bilind ku çîroka festîvalên Venedîkê vedibêje, hemû hestan dihejîne, we xwendiba…”

Çavek da lembaya don a di odeyê de, destê xwe danî ser eniya xwe û li bendê ma ka ez çi dibêjim.

“Baş fêm nekir,” min got. “Gelo D’Annunzio ji ber vê di dema festîvalê de Venedîkê şewitand? Bêguman ji vî îşî re dibêjin agirberdan. Çend sal ceza dan ji wî kerî re?”

Ew jinika bi berçavk bê sekan kete navê:

“D’Annunzio helbestvanê herî mezin ê Îtalyayê ye.”

“Hem helbestvan e û hem jî agirberdan e, ha,” min got.

Yekî din, ku heta wê demê devê xwe jî venekiribû, kir orînî, berra jî kir orînî:

“Qet helbestvanekî Îtalî nas dikin gelo?”

Bi tewrekî qure:

“Bê guman,” min got. “Ez Robinson Crusoe baş nas dikim.”

Bêdeng mam û min çavên xwe ji serî heta binî li hemû kesên di odeyê de gerand.

Di cih de diwanzdeh pirtûkhez zer bûn; van diwanzdeh pirtûkhezên ku porê wan berî wext spî bûbûn, min ji pencereya qata yekem avêtin derve.

 

Mezi milovníky knih, Weşanên Ottovo Nakladatelství, r. 86-90,

Wergera Ji Çekî: Alan Yûsif

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Edebiyata Goranî Ya Klasîk

Edebiyata Kurdiya Goranî ya nivîskî ya klasîk li herêma Hewramanê û bi taybetî jî li …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *