Hişmendiya Xwedîderketina Li Zimên

”Kurdino, malxerabino! An nebêjin em Kurd in, an jî fêrî zimanê xwe bibin”

(Nemirê Celadet Elî Bedirxan)

”Ziman mohra hebûna mirovan e.”

(Bedîuzzeman Seîdê Kurdî)

”Ziman mala hebûnê ye.”

(Martîn Heîdegger)

 

”Sînorên zimanê min, sînorên cîhana min in.”

(Ludwîg Wîttgensteîn)

Bêguman ziman di hebûn û tunebûna netewekê de hêmana (faktora) herî bingehîn e. Her netew bi zimanê xwe tê nasîn. Hebûna netewekê girêdayê hebûna zimanê wê ye.

Netewên ku xwediyê hişmendiya netewî û zimên in, di her dema dîrokê de berê her tiştî li zimanê xwe xwedî derketine û parastine. Yek ji van netewan jî em Kurd in(!). Zimanê me jî hate înkar kirin û qedexe kirin. Tirkan ji me re gotin zimanê we zaravayek ji zaravayên Tirkî ye, loma jî hûn Tirk in. Ereban ji me re gotin hûn bi eslê xwe Ereb in lê hûn hatine pişaftin. Farisan jî zimanê me qedexe kirin. Gava ku em bala xwe didin ev netewên ku welatê me dagirkirine, em dibînin ku ew polîtîkayên xwe yên dagirkiriyê li ser înkarkirin û qedexekirina zimanê Kurdî didin meşandin. Çima ? Ji ber ku ew baş dizanin ku ger zimanê Kurdî ji holê were rakirin an jî em Kurd qebûl bikin ku Kurdî zaravayek ji zaravayên Tirkî, Erebî an jî Farisî ye wê demê jixwe netewek bi navê Kurd jî namîne. Di derbarê vê mijarê de Konfuçyus tiştekî balkêş dibêje: ”Ger ku hûn dixwazin netewekê ji holê rakin, wenda bikin, berê her tiştî zimanê wê netewê ji holê rakin, wenda bikin.”

Lê em Kurd çi qasî xwediyê vê hişmendiyê ne ?

Berê ku em vê pirsê bibersivînin divê em helwest û polîtîkayên dagirkerên Kurdistanê yên li hemberî zimanê Kurdî bizanibin.

Me li jorî got ku dagirkerên Kurdistanê polîtîkayên xwe yên dagirkeriyê li ser înkarkirin û qedexekirina Kurdî didin meşandin. Li her dera Kurdistanê Kurdî hate înkar kirin û qedexe kirin. Gelê me ji bo peyvek Kurdî bi salan di binê zindanên wan de man, rastî îşkenceyan hatin, gund û warên me hatin şewitandin, bi top û tank û balafirên şer welatê me hate bombebaran kirin. Dewletên dagirker li her saziyên xwe gotin ‘bi zimanê me biaxivin, ger ku hûn bi zimanê me biaxivin hûn çi qasî dixwazin dikarin biaxivin.’ Li dadgehên xwe berê her tiştî zimanê Kurdî înkar kirin. Carcaran gotin ‘Ev zimanê ku hûn jê re dibêjin Kurdî ye, zaravayek ji zaravayên zimanê me ye.’ Carcaran jî ji bo Kurdî gotin ‘zimanekî ku nayê zanîn.’ (Ji bo vê yekê hûn dikarin li darizandinên 1971’an û yên KCK’ê binêrin)

Helwest û polîtîkayên dagirkerên Kurdistanê bi kurt û kurmancî ev bûn û hîn jî wisa ne. De ka îcar em werin ser pirsa xwe ya jor.

Gava ku em li helwest û polîtîkayên dagirkerên Kurdistanê yên li hemberî Kurdî dinêrin, bi rastî kêm ziman rastî van helwest û polîtîkayan hatine. Belê, zimanên gelek netewan ji aliyê netewên curbicur ve hatin înkar kirin û qedexe kirin lê zext û zordariya li ser wan bi qasî ya li ser gelê Kurd neajot. Bêguman gelek sedemên vê yekê hene. Lê li gorî min sedema herî bingehîn ew e ku em Kurd wek netewên din li zimanê xwe xwedî derneketin û em hîn jî lê xwedî dernakevin. Yanê em ji aliyê hişmendiya zimên ve qels in. Ji ber ku em hîn li saziyên xwe bi zimanê dagirkerên welatê xwe dipeyivin, siyasetmedarên me yên ku dibêjin em bi salan e di nav siyaseta Kurd de ne, hîn bi Kurdî nizanin, em bêşerm û fedî radibin pankartên Tirkî didin dest dayikên xwe. Li Kurdistanê em hîn jî berê Kurdî, Tirkî bi kar tînin (em Tirkî-Kurdî bi kar tînin, ne Kurdî-Tirkî). Yanê em tirkî didin pêş Kurdî. Em hîn jî axaftina bi tirkî wekî tiştekî mezin dibînin. Firotina pirtûk û rojname û kovarên Kurdî li ber çavan in jixwe. Belê, em nabêjin qet pêşketinek tune ye lê mixabin me hîn jî xwe ji bin derûniya ‘biçûkdîtina Kurdî’ xelas nekiriye. Axaftin û nivîsandin û xwendina Tirkî hîn jî bi me şêrîn tê. Erê, min li jorî jî got, me gelek zext û zordarî, gelek kuştin û qirkirin dîtin. Lê bawer bikin ku netewên ku zext û zordariyên wekî yên me dîtin jî hebûn.

Yek ji van netewan gelê Bengalî ye. Bengaliyan (gelê Bangladeşê) jî gava ku Pakîstan ji Hîndîstanê veqetiya û bû xwediyê serxwebûna xwe (14’ê Tebaxê 1947), wekî me Kurdan, heman zext û zordarî û qetlîam dîtin. Dewleta Pakîstanê her çi qas xwest ku zimanê Ûrdûyî bi wan bide qebûl kirin jî gelê Bengalî li hemberî vê yekê serî hilda û di hewşên dibistan û zanîngehan de bi zimanê Bengalî dest bi perwerdehiya xwe kirin. Tiştên ku hatin serê me Kurdan hatin serê Bengaliyan jî. Navê Bengalî hate qedexe kirin, ji welatê wan re hate gotin ‘Rojhilatê Pakîstanê’ (çawa ku Dewleta Tirk ji bo Bakurê Kurdistanê dibêje ‘Rojhilatê Tirkiyeyê’, dewleta Iraqê jî ji bo Başûrê Kurdistanê digot ‘Bakurê Iraqê’, dewleta Sûrî jî ji bo Rojavayê Kurdistanê heman nav bi kar tine). Ji bo ku ji gelê Bengalî re pêşengtiyê bike saziyek bi navê ‘Tevgera Zimanê Bengalî’ (Bengalî: Bangla Bhaşa Andolon, di 1948’an de) hate ava kirin. Di pêşengtiya vê tevgerê de gelê Bengalî dest bi çalakiyên xwe kirin. Çalakiya gelemperî ya yekemîn di 11’ê Adara 1948’an de di hewşa Zanîngeha Dakkayê de hate li dar xistin. Lê dewleta Pakîstanê li hemberî çalakvanên vê çalakiyê bi awayekî ‘terorîstane’ tevgeriya. Gule bi ser çalakvanan de reşand, bi sedan çalakvan hatin kuştin, bi hezaran birîndar bûn, bi sedan jî hatin girtin. Yanê dewleta Pakîstanê li hemberî gelê Bengalî qetlîamek mezin kir. Dixwazim li vir tiştekî balkêş bibêjim. Ji sala 1952’an şûnde serjimara tevahiyê Pakîstanê ji %54 ji Bengaliyan pêk dihat. Zimanê dayikê yê ji %54’ên Pakîstaniyan Bengalî bû. Yanê gelê Bengalî li Pakîstanê ne netewek kêmjimar bû, netewek pirjimar bû (1947’an de gava ku dewleta Pakîstanê hate damezirandin serjimara tevahiyê Pakîstanê 69 mîlyon bû lê serjimara ‘Rojhilatê Pakîstanê’ (Bangladeşê) tenê 44 mîlyon bû). Belê, çalakiyên Bengaliyan yên di pêşengtiya Tevgera Zimên de bêsekn domiya (di van çalakiyan de çalakvan bi piranî xwendekar bûn). 21’ê Sibata 1952’an de çalakiyek gelemperî ya din hate li dar xistin. Dewleta Pakîstanê di vê çalakiyê de jî gule bi ser çalakvanan de reşand û gelek çalakvan (ku piraniyên xwe xwendekar bûn) hatin kuştin (UNESCO’yê di 21’ê Sibata 1999’an de ji bo bîranîna şehîdên vê çalakiyê roja 21’ê Sibatê wekî ‘Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê’ îlan kir). Di 22’yê Sibatê de li Zanîngeha Dakkayê (Dakka paytexta Eyaleta Bangladeşê bû ku îro jî paytexta Dewleta Bangladeşê ye) bi tevlîbûna 30 hezar kesan çalakiyek din hate li dar xistin lê dewleta Pakîstanê gule bi ser çalakvanên vê çalakiyê de jî reşand û gelek çalakvanên din hatin kuştin. Lê li hemberî ev qas zext û zordarî û qetlîaman gelê Bengalî dev ji zimanê xwe berneda û di 29’ê Sibata 1956’an de (di nav 7-8 salan de) zimanê Bengalî bû zimanê fermiyê duyemîn yê Pakîstanê. (http://www.ufkumuz.com/bir-yanim-su-bir-yanim-ates-ac-bana-kucagini-banglades-9_m7008.html)

Destpêk û encama têkoşîna gelê Bengalî ya ji bo zimên bi kurt û kurmancî ev bû. Ger ku em Kurd jî dixwazin ku bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin divê em bi xwe êdî tiştekî bikin, dev ji dewleta Tirk berdin. Divê ku êdî em li her kolan û kuçên Kurdistanê, li her bajar û gundên Kurdistanê, li her deşt û zozanên Kurdistanê dest bi perwerdehiya Kurdî bikin. Îcar ev, tenê aliyê gelê Bengalî yê hişmendiya zimên e. Aliyê wan ê hişmendiya netewî û serxwebûna welêt jî heye ku ger derfeta me hebe em ê di nivîsek din de jî qala vê yekê bikin.

Mistefa Dewlemend

Derbar Çand Name

Check Also

Binyada zimanê Kurdî

Di vê dersê de armanca me ev e ku em zimanê Kurdî nas bikin. Yanî zimanê kurdî, ji aliyê binyadê ve dikeve nava kîjan komê û beşê de?

Leave a Reply