Herê Herê Lawo

Li hemdê Xwedê şikir.

Ji ku destpê bikim nizanim.

Ka ez êş û elema xwe çawa bînim ziman, ji bo dilê bi wijdan.

Ez im, wîî ez!

yê ji war û diyarê xwe bi darê zorê hatiye koçber kirin xalê heftê salî, xaltiya pîr û kal.

Girîyê min, axîna min, zarezara min qey nayê seh kirin li kolan û meydanê wêran.

Ez im, wîî ez! Li ber ça’vê dinyaya xayin yê hatiye kuştin, yê bûye du qet bi bombeyê biyanî.

Ji xwe ez piçek bûm, qetek bûm bi ’emrê xwe yê yek salî, du salî.

Hîna zarok im ez, hîna pitik im ez…

 

Ev çi ba û bobelate li serserê me, ev çi tank û firokin le welatê min ez nizanîm.

Ez bê xwende me, ez gundîyê dilsafim, ez rebenê Rabbê xwe me.

Ev çi zilm û zordariye, ev çi ertêş û êrîş e ax û axx.!

Hemd ji Xwedê re be.

 

Xwedayê min, xwediyê min..!

bi navê te ez sond dixum ku ez ji îmana xwe bernadim, ez qet naberdim erk û ‘eşqa xwe.

Tevekê van hov û hara kesekî min ne hêliştin li ser rûyê ‘erdê, mal û milkê min talan kirin.

Erdnîgariya min wêran kirin.

Lê ‘ehd û peyman be ez ji fikr û ramana aşitiya Îslamê qet pişt guha nakim.

Tu hêz û qewet, tu hicûm û wehşet, tu fitneyê kirêt min ji bawariya min ya rehm u şefqeta Rabbê min dûr nakê.

 

Herê lawo!

xweşiya ‘erd û axa min ça’vên neyar bar ne dikir.

Ji lew çavsor e li hember min ev xwînmijê neyar.

 Dengê azan û awaza min ji kurahiya dilê min dihat ji lew pergîn ne dikir evî bêbextî.

 Min aşitî û aramî bi her aza û lebata xwe bi her xebat û libata xwe di xwest ji lew zikê wî ji min di êjiha evî zikreşî.

 

Herê herê lawo!

Gazinda min nîne lê belê daxwaza min heye, hêviya min heye.

Ku ev ‘ewrên reş li ser serê welatê min û li ser tevekê axa masum û mazluma bibihûrê.

Û ev bela û şemet bibe xêr û silamet li serserê xweyî bawermenda û hemû gelê mazlûma.

 

M.Emîn Zeynî – candname.com

Derbar ziman

Check Also

Careke Din Mîr Miqdad Medhet Bedirxan û Rojnameya KURDISTAN

Di dawiya sala 1897an de, ji neçarî Mîr Miqdad Medhet Bedirxan Stenbol li paş xwe …

Leave a Reply