Zarokên Kurd Karnayên Kurdî Standin

Bi sedan zarokên li Amedê serdema 2015 û 2016’an a perwerdeya zimanê kurdî ya nîvê salê bi dawî kirin. Piştî bi dawîkirina perwerdeya nîvê salê bi kelecaneke mezin zarokan karneyên xwe wergirtin

Li navenda Amedê li distanên seretayî yên Ferzad Kemanger, Medenî Yildirim û Alî Eren, li navçeya Farqîna Amedê dibistana Hasan Yilmaz û li Bismila Amedê jî dibistana Elîf Şîmşek perwerdeya kurdî ya serdema 2015 û 2016’an a nîvê salê bi dawî kir.
Yek ji dibistana yekemîn a perwerdeya zimanê kurdî Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger e li vê dibistanê jî duh kelecana wergirtina karneyên bi kurdî hebû. Serê sibehê malbat bi zarokên xwer re hatin dibistanê û li polên ku zarokên wan perwerde didîtin li kêleka zarokên xwe rûniştin. Gelek zarokan cil û bergên gelêrî li xwe kiribûn û bi bedewiya xwe bal dikişandin ser xwe. Zarokan li polan careke din tiştên ku hîn bibûn ji nîşanî malbatên xwe dan. Gelek zarokên ku dengên wan xweş jî derketin pêşberî heval û malbatên xwe û stran gotin. Bi qasî hînbûna ziman, rêziman hînbûna hunera zarokan jî malbatên zarokan gelekî hestiyar kir.
Di merasîma dayîna karneyên zarokan de ligel malbatan, hevserokên KURDÎ-DER’ê jî amade bûn.  Di dayîna karneyan de kelecana zarokan û ya malbatan li ser rûyê wan xuya dibû. Malbatan spasiyên xwe ji mamosteyan re kirin û tevli zarokên xwe ew jî bi karneyên kurdî coşeke mezin jiyan.

Çavkanî: azadiyawelat.info

Derbar Rêvebir

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply