Hemû mirov di îmtîhanê de ne

Hemû Însan Di Îmtihanê de ne, Lê Belê Li Kitaba Îmtihanê Bê Xeber in

Di Qur’ana pîroz, di sureya Zûmer ayeta 44an de; “Bi rastî Qur’an ji te û qewmê te re şîret e û rûmet e. Hûn ê jê, bêne pirskirin û( îmtihankirin)”

Dîsa di sureya Mûlk di ayeta duduyan de;” Ew Xwedayê ku mirin û jiyan afirandîye, daweta îmtihanê dike. Ka kar û kiryar ên kê ji we baştir e (kî emele salih) dike. Ew ê, serdest û, guneh jê bire.”

Çaxa însan dinêhêre, jîyan heyîna bê me’ne  û, mirin jî, tunebûnke hêç nîn e. Jîyan; çalakîyên bi fêde û  xêran e.

Mirin jî ; ji ba xelat û celat wergirtina kirinên mirovahiyê ye.

“Ji bo ku Ew we biceribîne; ka kîjan ji we karekî rindtir dike, Ewî mirin û jîn afirandiye/xuluqandiye. Jixwe Ewa, bi xeber ji servahat ê baxişkar e.”

Ji ba vê îmtihanê, lê belê însaniyet, li kitêba îmtihanê bê xeber e.  An jî dibêje ev kitaba Rebbê alemê ye, em jê fem nakin. Ancax alim û veliyê Xweda lê fem dikin.

Hey însan ê teral û bê hiş! Her însan ê bi tenê bi serê  xwe, têkeve qebrê. Û ê bi tenê were lê pirsîn.  Ne xoce, ne miftî ne alim û ne qadî, bi te re, na keve qebrê. Her kesek bi serê xwe ye.

Pêwîst e ku li  hember pirs û sûalan, bi qewlê sahîh bersivên xwe bidî. Çaxa kitaba xwe nexwîne û fêm neke, ka ê çawan bersivên xwe karibe bide.

Belê, kitaba Rebbê alemê; ne hûner û meslegeke, ne tixtorî û endaziyariyê. Ne koşkarî û terzitî ye. Ew kitaba her kesî ye. Pêwîst e ku însan hindik-pir, tiştê zarûrî bi tefsîlî, tiştê ne zarurî jî bi îcmalî, bizanibe û fêr bibe.

Xwendin û zanebûna kitabe jî; tenê ne xwendina ezberkî ye.

Bedîûzzeman Mela Seîdê Kurdî di Sinûhatê de dibêje; “Ger berê hewcedariya zarurîyetê dînî, ya cemaeta îslamê bizzat li Qur’anê ba, ew kitaba mubîn dibû mezherê rexbete ka zêdetir ê, ji rexbeta ku li milyonan kitaban tête parvekirin û eleqederyeka bê sebep îhtiyac e û wiha reng li ser nefsan bi temamî hakim û nafîz dibû. Dİ VÊ DERECEYA MUBAREKÎ DE NE DİMA, KU Bİ TENÊ WEK TEBERRÛK AN  TÊ TE XWENDİNÊ. “

Dîsa di kitaba xwe ya Lemalar, di ya 17an de; “Di îfadeya Qur’ana mûcîzûl beyanê de, pir şefqet û merhametek heye, lewra mixatabê xwe, bi piranî cumhûr û awam e. Zîhnê wan asan e, nezerê wan kurt e tiştê deqîq nabîne, Rebbê Alemê li gor asanbûna zîhnê wan xîtap dike, di peyîve. Ji bo ku qolay fêm bikin.”

Dîsa di Îşarat ûl î’cazê de;” Erê Qur’an a Kerîm; Muallîm û mûrşîdekî umumî ye, di helqeya dersa wê de, hemû însanîyet e. Ekseriyeta însanîyetê jî awam e. Hindik tabîya piraniyê ye. Ji bo aliman îrşada awamê îhmal nake. Çaxa awam îrşad bibe. Alim û zanyar, zaten hîseyên  xwe yê îrşadê digrin. Çaxa dijî vê be, alim ê irşada xwe bigrin lê belê bi piranî ciwaka amiyan, ê bê par bimana, ew jî mixalifê belaxata Qur’anê ye.

Dîsa dibêje; ” Qur’an tenê ji esrekê ra nehatiye, ji bo hemu esran e. Ji bo tebeqek însan natîye, ji bo hemû tebeqeyê însaniyetê re hatiye. Ji bo sinifek însan re natiye, ji bo hemu sinifên însanan ra şimûla xwe heye. Ji bo vê her kes, her sinif û her tebeqeya însanan, li gor fehmê xwe kane hîse ya  xwe jê bigre, bê par namîne.”

Ji bo vê jî , pêwîst e ku her însan muxatabê Qur’an a pîroz be. Dersa xwe lê bigre. Çaxa fêm nekir li ayetên dina binêhêre. Çaxa di wir de jî nedît pêwîst e ku li sunneta pêxember (s) binêhêre û ji xwe re bike rehber. Belê yê ku Qur’anê bi me bide femkirin, dîsa Ayetên Qur’anê ne, û dûv re jî hedîsê  pêxemberê sehîh in.

Ustad dîsa di mektubata 28an de dibêje; “Qur’an a Hekîm, Murşîdê me ye, Ustadê me ye, îmamê me ye, di her yek edebê de rehberê me ye.” Çaxa ku em nexwînin û fêm nekin, û ku nayê fêmkirin, ê çawa ji mere bibe mirşîd û usad û îmam û rehber?

Bi xwestek û duayê min, ku Qur’an ji her kesî re bibe REHBER.

Adem OGAN

www.candname.com

 

Derbar Adem Murteza

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply