Em Çawa Kurdî Li Ber Xwe Dikin Çiyayekî Asê?

Tiştekî aşkera û diyar e ku hemû kurd di fehmkirina ji hev de zehmetiyê dikêşin. Mebesta min li vê derê ne dîtinên siyasî, civakî yan dînî ne. Ez behsa zehmetiyên zimanî dikim.

Zehmetiyên fehmnekirina ji zimanê hev di nav kurdan de baş tê nasîn û gelek caran tê behskirin. Hin sebebên vê tênegihiştinê gelek tên dubarekirin: 1) hebûna lehceyên cuda û 2) hebûna alfabeyên cuda.

Helbet ew herdu sebeb jî tesîrê li kêmbûna têgihiştinê dikin. Lê bi min ew ne sebebên serekî ne:

  • Hebûna gelek lehceyan bi ti awayî ne xusûsiyeteka zimanê kurdî ye: di her zimanî de lehce hene û ew pirr ji hev cuda ne jî.

Gelek peyv li gor devokan diguherin lê piraniya guherînan wisa biçûk in ku tesîrê li ser fehmkirinê nakin. Bo nimûne, di kurmancî de bi maneya ”vê gavê” peyvên wek ”niha, niha, niho, nika, noke…” li kar in. Lê kurmancîaxivên ku bi devoka xwe peyva ”niha” bi kar bînin jî, dikarin bi hêsanî ji peyvên ”niho, nika, noke” fehm bikin.

  • Hebûna du yan çend alfabeyan jî ne astengiyeke wisa ye ku mirov nikare di ser re derbaz bibe.

Di herdu alfabeyên ku niha kurdî pê tê nivîsîn de (kurdî-latînî û kurdî-erebî) tenê 30 – 35 herf hene. Awayên cuda yên herfên her yek ji wan alfabeyan jî zêde-zêde piçekê ji 100 liban pirtir in (di alfabeya latînî de herfên gir û yên hûr, di alfabeya erebî de herfên destpêkî, navîn, dawîn û veder). Her zarok jî dikare wan hîn bibe û ji xwe hîn dibe jî eger were hînkirin. Wek din jî, hebûna du yan sê alfabeyan tenê tesîrê li ser xwandin û nivîsînê dike: axiftin û guhdarîkirin ne bi ti alfabeyan e.

Du sebebên zehmetkirina fehmkirina kurdî yên hê jî muhimtir hene ku kêm tên behskirin. Yek ji wan têkilî hidûdên kurd di navberê de parçekirî ne anku sûcên dijmin û dagirkeran e. Yan din jî ji kurdan bi xwe ye:

  • Kurdiya me di bin tesîra zimanên cuda de ye.

Em li çend dewletên ji hev cuda de dijîn ku zimanên wan ji hev cuda ne. Ji ber ku xwandina bi wan zimanan û heta axiftina bi wan zimanan jî di jiyana me ya rojane de serdest e, helbet tesîreke kûr û bingehîn ya wan li ser wê kurdiyê heye ku em bi kar tînin. Em bi hêsanî pê dihesin dema ku kurdên Bakur hin peyvên tirkî di axiftina xwe de bi kar tînin. Lê bi qasî wan, kurdên Başûr û Rojava jî peyvên erebî dixebitînin, kurdên Rojhilat jî peyvên ji farisî. Ev dike ku fehmkirina ji hev ya kurdên ji parçeyên cuda kêm bibe ji ber ku piraniya kurdên ne ji Bakur tirkî nizanin û peyvên tirkî fehm nakin, piraniya kurdên Bakur, Başûr û Rojava farisî fehm nakin û piraniya kurdên Rojhilat û Bakur jî erebî nizanin.

Mesele ne tenê bikaranîna peyvên ji zimanên din e. Mesele herwiha bikaranîna peyvên kurdî li gor qalibên zimanên din e. Bo nimûne, kurdên Bakur bi mebesta ”telefon kirin”ê yan ”bi telefonê axiftin”ê dibêjin ”lê gerrîn” ku wek peyv 100 % bi kurdî ye lê dîsa jî kurdên parçeyên din yên Kurdistanê ihtimalen wê fehm nekin ji ber ku ew yekser ji ”aramak” (lê gerrîn) ya tirkî hatiye wergirtin. Di tirkî de mirov bi telefonê li kesekî ”digerre” lê di piraniya zimanên din de mirov wisa nake. Tenê di kurdiya di bin tesîra tirkî de mirov gotina ”lê gerîn” bi maneya ”telefon kirin”ê yan ”bi telefonê axiftin”ê bi kar tîne.

”Lê gerîn” ne nimûneyeke tik û tenê ye. Bo nimûne, di bin tesîra tirkî de hin kurd ”wêneyan dikêşin”, ”golan diavêjin” û ”şehîd dikevin” lê kurdên din û li gor gelek zimanên din ”wêneyan digirin”, ”golan dikin” û ”şehîd dibin”.

Hebûna çendîn lehceyan, du-sê alfabeyan û tesîra zimanên din li ser zimanê kurdî hin tişt in ku em nikarin bi hêsanî jê xilas bibin. Ew rastiya me ne û dê herûher yan jî heta demeke dirêj hebin.

Lê sebebeke din jî heye ku bi dîtina behskirina wî gelek muhim e. Ew herwiha tek sebeb e ku bi rastî di destê me bikarînerên zimanê kurdî de ye. Anku em dikarin bi wê zimanê xwe li ber kurdan giran û asê bikin yan jî li ber wan şîrîn û hêsan bikin:

  • ”Paqijkirina kurdî” û bikaranîna peyvên nenas

Gelek kurdînivîs bi kurdiya heyî ne razî ne. Piraniya me qelemşoran hewl didin ku hin peyvên nenas û ji xwandevanan re xerîb bikin belaya serê wan. Bi taybetî kurdînivîs ji peyvên esil-erebî yan jî texmînen esil-erebî direvin tevî ku hemû kurdên dinyayê ji wan fehm dikin.

Bo nimûne, piraniya nivîskarên me peyvên wek ”qanûn, qelem, xerîte” bi kar naînin ji ber ku bawer dikin ku eslê wan peyvan erebî ye. Lê di rastiyê de eslê wan ne erebî ye: erê ew bi rêya erebî ketine kurdî, lê eslê wan yûnaniya kevn e yan jî ji yûnanî jî derbaz dibe û digihe hin zimanên hê jî kevntir û ew malên hemû Rojhilata Navîn yan hê jî wêvetir in.

Li ser navê paqijkirina zimanê kurdî ji peyvên biyanî, hin kurd li cihê peyva ”qanûn” peyva ”yasa” û hin jî peyva ”zagon” bi kar tînin. Herdu alî jî bawer dikin ku ew ji ”qanûn”ê ”kurdîtir” in. Lê di rastiyê de ”yasa” bi rêya tirkî ji mongolî ye, têkilî peyva ”yasak” (qedexe, memnû’) ya tirkî ye ku wek ”yasax” ketiye kurdiya devkî jî. Herçi peyva ”zagon” e, ew jî ji rûsî ”zakon” yan jî ji zimanekî din yê slavî yan Rojhilata Ewropayê ye. Bi ihtimaleke mezin kurdên Kurdistanê ew ji kurdên Sovyetistanê bihîstiye û texmîn kiriye ku ew peyveke ”kurdiya pak û paqij” e.

Lê ”qanûn” malê hemû dinyayê ye: ew ji yûnaniya kevn ”κανών” (kanón) e, wek ”canon” ketiye latînî û zimanên din jî yên ewropî û li hêla din bi rêya erebî di nav hemû zimanên misilmanan de jî belav bûye û li kar e. Tenê em kurdên reben ji quretiya xwe bi wê razî nabin!

Peyva ”qelem” ji aliyê hemû kurdan ve û ji hêla miletên misilman ve ji Indonezyayê heta Mexribê tê fehmkirin û bikaranîn. Lê nivîskarên me qîma xwe bi wê naînin ji ber ku bi xeletî bawer dikin ku eslê wê erebî ye. Lê eslê wê jî yûnaniya kevn e: κάλαμος (kálamos). Li cihê wê nivîskarên me xwe dispêrin peyvên çêkirok yên wek ”pênivîs(k)” yan jî ”pênûs” ya ji soranî wergirtî. Lê ”pênivîs(k)” yan ”pênûs” her tişt e ku mirov pê dinivîse, ne tenê qelem e: li vê serdemê mirov zêdetir ne bi qeleman lê bi kompûterê, bi telefona mobîl yan bi hin makîneyên din dinivîse. Amûrên nivîsînê yên serekî niha ne qelem in lê kompûter, laptop, tablet û telefon in. Li gor vê rêbazê be, divê mirov ji kompûteran, ji laptopan re, ji tabletan re û ji telefonan re jî bibêje ”pênivîsk/pênûs”, ne tenê ji qeleman re!

Peyva ”xerîte” jî ji ber eynî texmîna xelet, ku bawer dike eslê peyvê erebî ye, hatiye redkirin. Lê ew jî ji yûnaniya kevn χάρτης (xártês) e û ji bilî zimanên Rojhilata Navîn herwiha li Ewropayê û hemû dinyayê belav bûye: fransî ”carte”, almanî ”Karte”, swêdî ”karta”, inglîzî ”chart”… Peyvên ”kart, karte, karton” jî ji eynî rehî ne. Lê nivîskarên me ji pozbilindiya xwe qîma xwe bi wê naînin û xwe li peyva ji kurdên reben re nenas ”nexşe” bi kar tînin. Lê tiştê ecêb ew e ku – berevajî ”xerîteyê” – eslê ”nexşe”yê erebî ye: ji ”nexş” ji erebî ”neqş”!

Bi heman awayî kurdînivîsên me ji peyva ”nuqte” direvin ji ber tirsa ku ew bi erebî ye. Ew xwe li peyva ”xal” bi maneya ”nuqte” dikin xwedî ku lê xelk vê peyvê bi wê maneyê nas nake. Ya ecêb ew e ku ”xal” bi xwe jî (hem bi maneya ”nuqte” û hem jî bi wateya ”birayê dayikê”) ji erebî ye.

Dîsa peyva ”pare, pere” ya esil-îranî ji tirsa ku di tirkî de jî heye (para) bi peyva ”dirav” tê guherandin, bi texmîna ku ew peyveka eslî ya kurdî be. Lê di rastiyê de ew hevreha peyva ”derhem, dirhem” e û ew jî ji yûnaniya kevn δραχμή (draxmê) ye. M adeten di kurmancî de dibe V (ji bilî destpêka peyvê). Anku di hezeyana ”paqijkirina kurdî” de em kurdî ji peyvên esil-kurdî jî vala dikin!

Hemû kurmancîaxiv ji kesên pir pare / pere heyî re dibêjin ”zengîn”. Lê ji ber ku ev peyv bi forma ”zengin” di tirkî de jî heve, gelek ji nivîskarên me qîma xwe bi wê naînin û li cihê wê peyva ”dewlemend” ya qaşo ”kurdiya pak” dinivîsin û dibêjin. Lê di rastiyê de ”zengîn” peyveke xwemalî ya kurdî/îranî ye. Lê ”dewlemend” peyveke têkil ya erebî-farisî ye: ji erebî ”dewle(t)” anku ”mal, maliyet” û farisî ”-mend”!

Ev tenê çend mîsal û nimûne ne ku dixwazim pê diyar bikin ku gerîna li pey ”kurdiya pak û paqij” (petî û xwerû) leylan û seraveke pûç û bêkêr e. Nimûneyên ku min dane tenê çend lib in. Mirov dikare bi dehan mînakên din jî bide.
Zehmetkirina zimanê kurdî ji aliyê nivîskar û rojnamevanên me ve ne tenê bi guherandina peyvên nas bi peyvên nenas e. Bi taybetî rojnamevanên me zimanekî wisa giran bi kar tînin ku dike mirov ji zimanê kurdî bireve û xwe jê veşêre. Li cihê ku bibêjin ”filan kesî got” yan ”wî got” ew formên wisa giran yên wek ”navborî ragihand” dixebitînin ku di nav gel de nînin û Xwedê kurdên reben ji wan bisitirîne.

Husein Muhammed

www.candname.com

Derbar Husein Muhammed

Check Also

Dil û Dîrok Dişewite

Halê kurdan û kurdistanê xerabmalî ye. Ji lew dil û dîrok dîsa dişewite. Kezeba mirovahiyê …

Leave a Reply