✍️ Mahmut Ozçelîk
Di demajoya netewebûnê de çîrok, meselok, mîtolojî û efsaneyên têkildarî civakê, bi qasî ‘ziman û dîroka hevpar’ karîger e ku di her heyamê de hestên netewetiyê zindî bihêle. Ji vana yek jî çîroka Gurê Manco ye ku di çanda me de cihê xwe girtiye. Çîroka Gurê Manco di çanda kurdî de hetanî salên heştêyî gellek bi bandor bû. Hetanî mirov dikere bibêje di wan şert û mercên giran de alîkarê herî dilsoz ê dayîkan bû! Ji ber ku kar û barên dayîkan gellek bûn û kêliyek berî kêliyekê dixwestin zarok rakevin da ku ew jî karên nav malê biqedînin. Îcar carinan gava zarok raneketana û pirsgirêk derxistana di lehzê de bi Gurê Manco dihatin tirsandin û dayikê wiha deng li zarokî dikir: “Tu zû radizê an min gazî Gurê Manco kir ha! Mêyze min gazî kirê ha! Bila were te hilde û bibe…”
Bi vê tirsê zarok di cih de bêdeng dibûn û diketin xewa şîrîn. Nexwe vê tirsandina bi Gurê Mancoyî li ser derûniya zarokan bandoreke çawa dihêla ew karê derûnnasan e, em nizanin, lê tişta em dizanin Gurê Manco di dîroka me ya çandî-folklorî de cîhek berz wergirtiye.
Mixabin zarokên heyama teknolojiya modern, êdî ne bi Gurê Manco tên tirsandin ne jî navê wî dizanin. Belbî pirrê dayîkên serdema postmodern jî nizanibin ku Gurê Manco çi ye. Teknolojiya ragihandinê wekî gellek nirxên me, çîroka Gurê Manco jî bi me da jibîrkirin. Lê tam di wê kerta jibîrçûnê de romannivîs Sadiq Ûskan gihîşt hewara me. Bi navê Gurê Manco romaneke ji 435 rûpelî pek tê bi alîkariya Weşanên Wardozê diyarî ferhenga kurdî kir. Ev romana ku her rûpela wê wekî çemekî zelal li ber çavê xwîner diherike hem dîrok û çîroka Gurê Manco bi me dide nasîn hem jî têkildarî tirs û êrişên Gurê Manco jiyana gundiyên Beriya Mêrdînê ya derdora salên 60î/70î radixe ber çavên me.
Gurê Manco rojeke ber bi dawiya payîzê ve, ji nava ecacokekê dipeke û ji nişkan ve li gundê Guhbendê dibe bela serê mirovan. Nivîskar Ûskan vî gurî/cinawirî wiha teswîr dike. “Ew cinawirê ku di nav beqan da, li ser her çar lingên xwe ketibû xwarê, ser û stûyê wî keftar, dev û pişta wî sîxur, postê wî jûjî bû; diranên wî tîmsah, çîpên wî tajî, lingên wî gur û kûçik bûn. Reşê qîr bû.”(r. 8).
Ev gurê tirsnak gelo navê xwe ji kû û ji kê girtibû, têkiliya navê Gurê Manco gelo bi moxolên di Serdema Navîn de, ji Asyaya Navîn hetanî Anatoliya Navîn û Bexdayê hatibûn re, hebû an na. Di herka romanê de romannivîs Ûskan bi vebêjê xwe yê îlahî vegotinê wiha didomîne. “Kesûmayê piştî ku hinekî mezin bû û xwendin û nivîsandina wê çêbû, pê hesîya bê Menguxan çawa Bexda wêran kiribû û ji ber pirtûkên ku ji pirtûkxaneyên wê avêtibûn Çemê Dîcleyê, çawa bi roj û mehan ava wê şolî herikîbû. Wextê ku moxol hatibûn Wêranşarê û wan kevir li ser kevirî nehîştibû, postên guran li xwe kiribûn û nola guran zûrîyabûn. Xelkî ji dêvila ji wan re bigota eskerên Mengu, gotibûn Gurên Mengu.(r. 25). Ev vegotin bi me dide zanîn ku Gurê Manco di esasê xwe de sembola zulmê ye, desthilata zordest e, biyanî ye, hatiye û dixwaze dest dayne ser dewlemendiya welatê me û bi me her cure xerabî û xedariyê bike. Gurê Manco hêza talanker e ku dixwaze welatê me dagir bike. Bi tirs û xofa afirandî, mirovan nerehet dike; geh wan dikuje geh terş û talanên wan radike, jiyanê li gundan/welat vediguherîne dojehê, lê ev zulm û xedarî hetahetayê najo, gundî/welatî li ber xwe didin û bi berdêlên giran wî gurî/cinawirî/talankarî di dawiyê de bêbandor dikin û dojeha hatibû avakirin hildiweşînin, hizûra gundiyan/welat jinûve pêk tînin…
Eynî wekî Ahmed Arif di parçe helbestek xwe de dibêje;
“Bi hêzaran salî hatime dotin
Bi siwariyên tirsnak parçe parçe kirine
Xewên min ên sibehan-berbangan ên delal
Hikumdaran, êrîşkaran, eşqiyayan
Bac/xûgî xwestine ji min
Min ne guh daye Skender
Ne guh daye şahan, siltanan
Cehimîne çûne, bêsî!”
Ger em ji peyama romanê vegerin mijara romanê, dê em bibînin ku romannivîs Ûskan bi karakterên rengîn me li Beriya Mêrdînê, li gundên Guhbendê û Tilgurê; li gir û newalên wê, li şkeftên wê, li derdora Çemê Circibê ku stargeha Gurê Manco ye, digerîne.
Karaktera sereke jineke salxur e. Navê wê Kesûma ye û bavfile ye. Di dema fermana ermeniyan de hemû malbata xwe di êrîşan de winda kiriye, bi awayekî ji mirinê filitiye. Li gundê Guhbendê niştecih e, haya wê ji her tiştî, ji her liv û tevgerê heye. Çawa haya wê ji her tiştî çêdibe wisa jî her pirsgirêka pabendî gund li gorî biryara wê tê çareserkirin. Wisa dixuye ku romannivîs Ûskan bi kesayeta Kesûmayê ya rûmetdar dixwaze bala me bide jêmayên civakek maderşahî ya ku di dewranên berê de li ser vê axê jiyabû. Her civîna gund li mala wê kom dibe û ji bo pirsgirêkan bi hev dişêwirin. Kesûmayê carinan jî dibe wekî hekîmekî û ji nexweşan re, ji birîndaran re li çareya bi tendurist digere, axlebî jî wekî porspiyekê/rêberekê dixwaze pirsgirêka Gurê Manco safî bike, carinan ji qalibê civaka kevneşopî derdikeve û şerabê jî vedixwe…
Romannivîs di kesayeta Kesûmayê de me ber bi komkujiya ermeniyan ve dibe, hêj bala me li ser trajediya rabirdûya jiyana Kesûmayê ye tu dinêrî vê carê em ber bi gundên nêzì Serxet û Binxetê ve çûne ku şêniyên wan geh ji bo çêregeh û sînoran pevdiçin, geh ji ber êrişên Gurê Manco di nava keftûlefteke bi tirs de ne. Carinan jî em pêrgî nûnerên dewletê tên ku ji çareserkirina pirsgirêkên civakê dûr in; an ji bo bac stendinê li gundan e an wekî di serpêhatîya Xoxê ya di rêwitiyê de tê ditin, li serê rêyan wekî rêbir û şêlankeran bi sehkirina rêwiyan û erebeyên çûnûhatinê re mijûl in, ger dilê wan bixwaze wekî dest danîna ser dîkê elokan ê Xoxê ku bi qasî endameke malbatê be jê hêz dikir, dest dadianîn ser her tiştî. Û ji qaçaxçîtiya ser sînor bigire hetanî rêwîtiya qefleyek ji çend kesan pêk tê ya ji Mêrdînê ta Diyarbekir û Licê -ji bo çek û rextan bi dest bixin da ku Gurê Manco bêtesîr bikin-, otobûsa zer a xirxope ku tekane amûra çûnûhatinê ya herêmê ye û her der di nava toz û dûmanê de dihêla; her bûyer û serpêhatî kelecanek bêhempa bi xwîner dide tehmijandin.
Karekterên din jî reng bi reng in; daholvan Elo Babo yê jixwe razî ku tim şehê wî di bêrika wî de ye û dema kêfa wî xwest simbilên xwe şeh dike, Zirnevan Pîpoyê eraqxur ê piçek dilsaf e û di civatê de pirs û gotinên kes ne li bendê ye dike û herkesî yan aciz dike an dide kenandin, Kirîvoyê bêkes ku di şkefteke nêzî gund de bi tevî birra kûçikên xwe dijî û carinan toqê kûçikan di stû de ye û bi kûçikên bêtoq re hevdû digewixînin, Kilêşoyê ku hêtek xwe û milek xwe bi devê Gurê Manco ve berdaye, Seyîdxanê nêçîrvan ê ku di destpêka bûyeran de xwedî çifteyek bêfîşek e ku herkes li hêviya wî ye da ku Gurê Manco bikuje, Etroyê çikûs ku piştî xurifîbûnê bi tevgerên ecêb gundiyan di şaşwaziyê de dihêle, Sofî Heyderê ku melayê gund e û gundî lavayî wî dikin ku ‘devê gur girê bide’ da xisarê nede mal û canê gundiyan, Xelefê bazirgan ê çilek ku geh siwarê kerê ye geh ker li pişta wî ye Serxet û Binxetê gav bi gav digere; çend mînak in ku xwendina romanê rakêşertir dikin.
Xwezila romannûs tevgerên ‘Gurê Manco’ tenê wekî brûska ji nişkan ve dixuye û piştî lehzekê winda dibe sînordar nekira ligel hêmayek tirs û êrîşkirinê, zindîbûnek hestyarî jî lê bar bikira, qala hin taybetmendiyên wî bikira; ruhek, hestek bidayê; hema carek bûya jî me di dema terş û talan dibir de dengê wî bibîhîsta, di şikeftê de an di riya êrişkirinê ya ber bi gundan de piçek qala hestek wî, tirsa wî jî bikira, wekî gurên çalak/aktîf yên di romana Cengiz Aytmatov ya bi navê Xewnên Dêlegurê de mirov carinan hestyar dikir, dê wê çaxê benek zirav di navbera xwîner û Gurê Mancoyê ku êdî bûye xerca netewebûna me de, çêbibûya. Lê nivîskar di tevahiya romanê de aliyê xwe kifş kiriye û Reşê qîr/Gurê Manco tikûtenê hiştiye…
Ber bi dawiya romanê ve karaktereke nû tevlî kelecana gundiyên Guhbelê dibe; Miradê hêj zarokekî berşîr bû Kesûmayê ew li Binxetê bi tenê hiştibû û bi mêrekî re reviyabû hatibû gundê Guhbelê. Û aniha lawê wê bûbû xortekî qertê xurt û ji nişkan ve ji dûrahiyan derketibû hatibû li hemberî wê sekinîbû, bi hev re ji ber rabirdûya bi êş hêsir dibarandin. Di sermaya zivistanê de bi çek û rextê xwe ve ji bo gundiyan wekî hêviyek nû dixuye, bi dû şopa Gurê Manco dikeve û gellek bûyerên din..
Romana Sadiq Ûskan Gurê Manco di hundirê xwe de dînamîzmeke wisa bi hêz afirandiye ku mirov bi her xwendina rûpela wê ve dikeve pey meraqkirina bûyerên dê di rûpelên pêşde biqewimin. Jîrîtiyek nepen/nixumandî di vegotinê de raser e û carinan ev vegotin bi şêweyeke mîzahî me dide kenandin û carinan jî di deryaya xemgîniyê de noqavî dike. Wekî xwendevan meriv carinan di şaşwaziyê de dimîne ku romannivîs Sadiq Ûskan di honaka rêzebûyeran de evqas rêzexeyalên xweşik çawa zevt kiriye, lê mirov dema bi aqlêselîm lêdinihêre lêwardiqile ku hêza ‘hunera raçavkirinê’ bi hostatî bi kar aniye. Bi çavdêriyên hûrgili yên li ser civakê re ev serkeftin bi dest xistiye. Ligel vê, di vegotinê de ‘azîneya piroletiyê/mubalexeyê’ jî cîhekî girîng werdigire. Ev cûre vegotin bi xwe re ji bo xwîner seqayek bi kêf û kelecan diafirîne ku metnê bêyî aciz bibe bixwîne. Zimanê vegotinê pir sade û têra xwe fêhmdar e.
Ger ne ji bûyera wekî bafistoqîya li beyarekê ji hêla komek keç û jinan ve li Elo Babo tê kirin ku bi tevliheviya ji şikence û erotîzmê pêk tê, bûya, mirov dikarî vê pirtûkê pêşniyarî her zarokî jî bikira.
Wekî gotina dawî divê em li van nivîskarên xwe yên qelemzêrîn xwedî derkevin, romanek wisa bi nirx divabû hetanî niha ji hêla bi dehan rexnegirî ve hatibûya nirxandin û nasîn da ku bi deh hezaran hatibûya firotin…
Çavkanî: Gurê Manco, Sadiq Ûskan, Weşanên Wardozê, Çapa Yekem, Stenbol, 2024.
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…