Gernameya Spanya û Fasê

25 Nîsan

Ji bo rêwingiye serê sibehê zu şiyarbûm. Min xwe ji bo rê amadekir. Duvre li cihê civînê ez gihaştim rêhavalê xwe. Bi hevre em çune balafirgeha Merdînê. Ji ber ku me taştê nexwaribu li bufeya balafirgehê çayek vexwar. Xeribe lê çayek bi 2 tl’bu. Ev ji min re gelekî giran hat. Lê çibikim tiştek ji dest nayê. Seat 10:10’a de em li balafirê (THY –rêyen hewa ye tirkiyê-) siwarbun. Cara yekem bu ku ez li balafirê siwarbum. Dema ku balafir rabû hewayê serê min kelîkê gejbu. Lê duvre rêwingiya balafire ji min re xweş hat. Seat 11:55a de em gihiştin Balafirgeha Ataturk ya Stanbolê. Ji vir çunê Şîrînewler, warê ku emê bi şev lê bimênin. Em li gora Nisêbînê bi cil hatibun lê Stanbol gelekî sarbu.

26 Nîsan

Seat 03:00 ye şevê şiyarbun. Me xwe amadekir û xatir ji hevalê xwe xwest. Bi taqsîkê em hatin balafirgeha Ataturkê. Bi balafira Swiss Air Lines çune Cenewre. Ji Cenewre dîsa bi Swiss Air Lines çune Malaga bajarê Spanya. Seat 11:00a gihaştin balafirgeha Malaga. Heta seat 22:00a li benda Pepê bun. Pepê kesê ku yê li Îspanya me peşwazîkê. Lê mixabin em 11 seata li benda Pepê man. Dinavbera 11 seata de me balafirgeha Malaga jiberkir. Mirovê Spanyol di jiyana civakîde mîna gelê kurdin. Ji westandinê ez heta gihiştina Tarîfa dixewve çume. Piştî ku em li otelê bicih bun em hemen razan. Ya rast cihe me ne otel bu. Li vir jê re digotin ostel (hostel tê nivîsandin). Vatêya ostelê warê xwendekara ye.

27 Nîsan

Spanya welatekî ewrupîye. Beravê wê hem li Derya Spî hene hem li Okyanûsa Atlantîkê hene. Welatêkî ku bi meşrutî monarşî tê îdarekirin. Yanî bi kraltî (şahîtî) tê îdarekirin. Ji xeynî şah, parlemento jî heye. Spanya bi sîstema eyaleta tê îdarekirin. Ji xeynî eyaleta du heremên azad hene. Bask û Katalan. Zimanê Baska Îspanyolî ye lê ê Katalana zimanê Katalonîye. Hem Bask û hem Katalan ji bo dewleteke serbixwe li hember dewleta Îspanya li berxwedidin. Eyaleta ku em çunê navê wê Endulusya bu. Ji Endulusa Îslamî tê. Navê parezgeha ku em çûnê Kadîz (Cadiz) bu. Navê bajarê ku em çûnê Tarîfa bu. Tarîfa li başûra Spanya, li devê Cebelîtariqê ye. Milê çepê Derya Spî, milê rastê Okyanûsa Atlantîkê bu. Tiştekî balkeşe ku Spanyola navên Îslamî neguharandine lê li gor gotina Spanyolî anîna ziman. Tiştekî dî ê balkeş ewe ku li Tarîfa çar al li asîmana têne hejandin. Yek ala Yekîtîya Ewrupa, yek ala Spanya, yek ala eyaleta Endulusya, yek ala Tarîfa. Ji navê wara jî tê naskirin ku ev nav ne xerîbin ji me re. Di dîrokê de demekê direj ev der dibin fermandarîya Îslamîyete de man.

Hewa avê em hînikdikirin. Berava okyanusê gelekî paqij û ferehbû. Piştî gera li beravê em çûne firavînê. Her çiqas xwarinên wa dewlementbin jî dilême neçûye. Me salata û masî xwarin. Piştî firavînê em hatin Tarîfa. Demeke kin me li otêlê behna xwe berda duvre em derketin nav Tarîfa. Tarifa bajarekî Endulusîye. Ji navê wê diyare. Hê kelehê ku mislimana avakirine hene lê mixabin ku ti berhem ji Îslamîyete nehiştine. Piştî ku Spanyol dewleta Endulusê hildiweşînin hemu berhemên mislimana jî pê re dihilweşînin. Ê ku dihêlin jî li gor avasazîya xwe avadikin. Roj li vir heta seat 22:00 hê nediçû ava. Piştî ku em li Tarîfa gerîyan em hatin otêla xwe. Di odeya xwe de xwarina ku me ji welat bi xwe re anîbu xwar.

Cara yekem bu derfetên axaftina zimanê Îngilîzî kete destê min. Îro min acemîtîya xwe ji ser xwe avêt.

28 Nîsan

Piştî taştêyê di çarçova bernamede em ketin ser rêya Kadîz (Cadiz). Kadîz parezgeha Tarîfa bu. Bajarekî hem dîrokî hem siruştî û hem tekuzbu. Li nav bajar bi pîya geran. Peşî çune ofîsa turizmê. Li vir agahîyên pêwist bidestxistin. Ji vir em çune muzeya olî. Li vir weneyên zanayen fileha ê Spanî hebun. Weneyên Hz. Îsa û ê Hz. Meryem hebun. Bi taybetî weneyên Hz.Îsa ê bi êş û jan û ê di şkencê de bun. Duvre çune navenda bajar geran. Ji vir çune Katedralê (Dera mezin). Piştî vena ji bo firavînê û ji bo alav kirînê me navber da gera xwe. Heta me xwarinên helal dîtin em westiyan. Bihevre çune muzeya Kadîzê. Muze gelekî balkeşbu. Di nava muzeyede skeletê mirovekî bi tevayî hebun. Giştî berhemên dîrokîbun. Beşek ji muzeye beşa jiyana Spanyolê kevinbu. Bi kuklaya hatibu wenekirin. Piştî gera muzeyê berê me bi metroyê dana San Fernando. San Fernando bajarekî piçukbu lê warê bazarêbu. Me ji vir têra xwe vexwarin kirî. Piştî ku em ji bazarê vegerîyan bi siwara ku ji mere amadekiribun em hatin Tarîfa. Dema em gihaştin Tarîfa ji hal ketin.

29 Nîsan

Piştî taştê em çune bajarê kevnare ê Roma. Bajar ji dewra Împaratorîya Roma ve mabu. Spanyola evder kiribun warê turista. Ev bajar li ber deryayêbu. Piştî gera li bajarê kevnare em hatin nav Tarîfa. Piştî ku me behna xwe berda ez bi hevalê xwe re derketim nav bajar.

30 Nîsan

Ji bo çubuna bajarê Fasê (Moroco) Tanca (Tanger) me bilêtên xwe kirîn. Bileta mezina 60 Euro, bileta biçuka 30 Euro bu. Di nava bilête de çubun-hatin, firavîn, rêber û bihayê keştîye hebu. Duvre em çun şaredarîya Tarîfa. Serokê şaredarîye em bi xelat pêşwazîkirin. Em dana televizyona heremî ya Tarîfa. Duvre ji vir derketin çun ser bircen li ber bajar. Ji vir dîmenen okyanusê û ê Deryaya Spî pir xweş xuyadikirin. Piştî gera li Tarîfa me berê xwe da Cebelîtarik ku axa İngilîstanêye. Navê wê ê bi Îngilîzî Gibraltare. Nîvgiraveke piçûke û bi Spanya ve giredaye. Lê pasaporta Tirkî bê vîzê nehat pêjirandin. Em li konsolosê Tirkî ê li Madrîdê geran le ti kes ji me re nebu alîkarî. Dema firavînê em li aşxaneyên mislimana geran. Kismet çêbu me aşxaneyek mislimana dît. Bi dilekî rehat me kebabên xwe xwarin.

1 Gulan

Ji bo ku em herin Tanca (Tanger) bajarê Fasê (Moroco). Piştî kontrola pasaport û biletan em ketin keştîye. Keştî gelekî mezin bu. Di rê de dimenên gelekî xweş hebun. Piştî 35 dakîka em gihiştin Tancayê. Tanca bajarê seyemîn ê mezin û ê hemdeme ji bajarên Fasê ye. Li vir hemu lewha bi du zimana hatine nivîsandin. Bi Erebî û bi Fransevî. Ji ber ku heta demên nezîk Fas dibin dagirkerîya Fransade bu. Gelê Fas wek Erebî dizanin Fransevî jî. Li dibistana zimanê duyemîn Fransevîye. Fas welatê mislimane lê mixabin dibin sîya kralîyetedeye. Her çiqas ji dagirkerîya Fransa rizgarbubê jî ketîya bin dagirkerîya kralên xwe. Tanca bi avasazîya Fransevî hatiye xemilandin. Bajarekî pir xweş û dîrokîye. Dinav keleha bajar ve çun. Duvre rêber em birin firoşgeha xalîya. Li pey me firoşgerên seyyar hebu. Tiştê ku digotin 20 Euro tanîn 5 Euroya. Ev bazar bala mirovên biyanî gelekî dikşand. Ji me re ne xerîb bu. Lê kesên biyanî henekê xwe bi va dikirin. Firoşgera mîna parseka li pey me digeran. Ji ber ku em jî mislimanbun mirovên wan dewletên dî ji me dipirsîn ‘hun jî mîna vana ne?’ Heta me ji wan re digot em diketin gelekî zahmetîyande. Duvre em li keştîyê siwarbun û me xatir ji Efrîka xwest. Bi şev li navdera (salon) otele em civîyan. Piştî vêna me û du mamosteyên Polonî civatek lidarxist. Mijarê civata me cur be curbun. Bi taybetî mamosteyan mijara çar jin anîn û nixumandina jinen misliman dikirin. Dibê ji ber ku mamoste jin bun ev mijar bala wa kişandibê. Heta zimanê me zîvirî me ji wan re ev mijar gotin. Lê ji ber ku zimanê min ê Îngilîzî kembu agahîyên berfireh neda va.

02 Gulan

Îro roja me ya dawîye li Spanya. Me ji xwe re zeytun û zeyt kirî. Dema em ji bazarê vegeran me odeyên xwe valakirin. Min li ser deftera otelê nivîsek bi Kurdî nivîsî. Navê otela me Hostal Alborada bu. Dibê ku ev nivîsa yekem bi Kurdî bê li vî bajarî. Seat 17:55 em li balafirê siwarbun û em hatin Cenewre. Ji vir jî bi balafirê hatin Stanbolê.

03 Gulan

Seat 01:00 em gihiştin balafirgeha Ataturkê ya li Stanbolê. Li Spanya û li Cenewre seat li gora seata Tirkî bi seatekê li paşe. Çenteyên me nehatibun. Yê duvre bi kargo ji me re şiyênin. Em bê çente çune termînala xetên heremî ya balafirgehê. Li vir me go emê çayêke vexun. Min buhayê çay pirsî. Ji min re gotin bi 5 tl’ye. Ez şaş û mat mam. Gelekî li zora min çu. Çawa qadehek çay li Tirkî bi 5 tl bê. Li Nisebînê bi 25 kuruşa li balafirgeha Stanbolê bi 5 tl. Li Spanya li her deverî çayek 1,5 Euro bu. Bi perê Tirkî 3 tl bu. Ji bo ku ez vê rewşa bênamus şermezar bikin me heta sibehê çay nevexwart. Ji rêwingîya kursîyên vala nebun ku em li ser wa runin. Di bexçeyê balafirgehê de nezî 30 alî hebu û hemu al ê Tirkî bun. Ji vir diyare ku em li welatekî nîjadperest û zordardene. Li Kadîza (Cadiz) Spanya li meydana bajar ala Yekîtîya Ewropa, ala Spanya û ala her eyaletekê hebu. Ev nîşana jiyana rengîne. Lê mixabin ku li Tirkî yek al, yek al û dîsa yek al e. Duvre seat 07:25a em li balafirê siwarbun. Bê çawa em ketin balafirê heta gihaştine balafirgeha Merdînê dixewde mane. Piştî ku em ji balafirê daketin me berê xwe da Merdînê. Ji Merdînê hatin Nisêbîne. Bi vî awayî gera min bi sax û bi selamet dawîbu. Gelek spasî ji Ellah re ku gera min paqij û xweş derbasbu.

Ramanên li ser gera Spanya

  1. Gelê Spanya ji zimanê xwe pê ve bi tu zimana naaxive. Li vir fermandarîya zimanê Îngilîzî ninê. Spanyol ji zimanê xwe pê ve bi tu zimana naaxivin. Spanyolê ku zanibin bi Îngilîzî jî bi Spanyolî diaxivin.
  2. Jiyana civakî mîna jiyana me Kurdaye.
  3. Spanya welatekî pir bihaye.
  4. Li Spanya kesên di karê dewletê de û mamoste bê krawatin. Hem reh û simbêl serbeste. Xwendekar jî bê formene. Cil li vir serbestin.
  5. Tiştekî balkeşbu ku Spanyol li ser soza xwebun. Dema ku dem ji mere tayîn dikirin tam di wextê xwe de amadedibun.
  6. Li vir siware (erebe) giredayî peyayîyane. Devera ku ronîyen trafîqê nebun mafê pêşî ê peyayîye.
  7. Bajare wa gelekî paqijbun. Me ti toz û lewitandin nedît. Ne ji ber ku bajar bi betonêye. Bajarên wa bi şînayîne.
  8. Li Spanya li hemu devera yekitîya buhaya heye. Buhayê tiştekî li hemu devera eynîbu. Li gor devera nedihat guhartin. Her tişt yek buhabu. Bê bazarbu.
  9. Dezgeh û camekanê hemû firoşgeha di hundure wandebun.
  10. Bi hevalbendê proje re bi Îngilîzî, bi ê Spanyol re bi Îngilîzî û Spanyolî, bi ê Fasê re bi Îngilîzî û bi Erebî diaxivim. Di hundirê hefteyekê de hînî hingotinen zimanê Spanyolî bum. Erebîya min ji ya ku li welat hînbubum.
  11. Li Spanya li serê her gir û çiyayî perwaneyên kehrîbarê (elektrîk) danîne.
  12. Li Spanya navê malbateke kuçika Turco Andalucia (Turko Endulusya)‘ya. Kuçikekî reş û bi hirîye.
  13. Xwarinên wa bi piranî ê deryayîbun. Lê mixabin ji ber ku em hînî wa nebubun ji me re gelekî xerîb dihatin. Ji ber vêna me nedixwarin.
  14. Spanyol ji avê behtir bîra û araqê divexun. Goştê beraz li vir pir bi qiymete. Li hemu firoşgeha û li hemu aşxaneya tê firotin.
  15. Li vir xwarinen helal ya masîne yan jî goştê mirîşkane. Ê dî an tevlî goştê berazin an bi dohnê baraz hatine pîşandin.
  16. Herçiqas ana Spanya hemdem û bi dadî xuyabikê jî dibê neyê jibirkirin ku Spanya bi dagirkerî û zorê gihaştîya vê derece. Spanîya hemû dewlemendîyen Efrîka û ê Emerîkaya başûr bi zorê dagirkirin û ji bo şarezahîya xwe bikaranîn. Îro hemen hemen hemû dewletên Emerîkaya başûr bi zimanê Spanyol diaxivin. Ev nişana dagirkerî û asîmîlasyona Spanyaya.
  17. Spanya bi sîstema eyaleta tê îdarekirin. Her eyaletek xwedî ale. Xerîbê lê Spanya ne bi demokrasîye û ne bi laîktîye tê îdarekirin. Bi kraltîyê tê îdarekirin. Lê Spanya hemdeme.
  18. Hemu berhemên Îslamî veguharandine awayê Filehî. Ji ber ku mirov zanibê ew berhem bi destê mislimana hatîye avakirin dibê pîsporbê. An nayê zanîn ku ev berhem ê mislimanane.
  19. Li Spanya kuçik pirin. Biqasî mirova kuçik hene û kuçik xwedî taybetîyane. Mirovên Ewrobî ji bedela zar û hevala ji xwe re kuçika xwedîdikin. Bi kuçikara dixun, vedixu, dirazin û digerin. Bi kurtasî kuçik di jiyana Ewropîde xwedî cihekî giringe.
  20. Levhayê di eyaleta Endulusîya de bi Spanyolî û bi Erebînê. Navên wara yek jî nehatîye guhartin. Mînak; Malaga, Kadîz (Cadiz), Tarîfa, Kordoba (Cordoba), Granada…
  21. Li hember ewqas xweşîye dinyê Spanyol dinava bêahlaqîde dijin. Li kolanan haşhaş tê firotin. Ne keçik mîna keçikane û ne kurikê wa mîna kurika ne. Fedî û şerm li ba wa nîne. Pergela ku dinava xwe de avakirina ne ji tirsa Xwedê’ye. Tenê ji bona rêzgirtina mafê mirovên dî ye. Spanyol filehin lê ne girêdayî olê xwene. Jiyaneke bê Xweda ji xwe re avakirine. Yanî li gorî Încîlê najin.
  22. Tenê li Tirkî bejeya Fas bikartê. Ereb dibejin welatê mexrîb û hemû gelên dinye dibejin Moroco (Moroko).

16.05.2009

Derbar Dilazad ART

Berpirsyarê Giştî ê Zanîngeh Akademî Li ser çand û hûner, weje û sînemayê dixebitê. Nivîs û helbest û lêkolînen nivîskar di kovarên Kurdî û Tirkî de hatine weşandin. Wek dî lêkolînên nivîskar di gelek malperên înternetê te hatine weşandin. Bi zimanê zikmakî re (Kurdî) zimanê Tirkî û hinekî Îngilîzî jî dizanê.

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply