Folklor: Lêkolînek li ser Pênase, Pêşketin û Têkilîya wê bi Modernîteyê re

Hasan FİLİTOĞLU
Xwendekarê Mastirê, Rouen University

hasanfilitoglu@gmail.com
Orcid: 0000-0002-4230-3056
DOI: 10.56491/buydd.1382189

Jêgir:

FİLİTOĞLU, H. (2024). Folklor: Lêkolînek li ser Pênase, Pêşketin û Têkilîya wê bi Modernîteyê re, Bingöl Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü Dergisi, 10(19), 7-15

Kurte

Ev gotar behsa pênasekirin, geşepêdan û pêwendîya folklorê bi modernîteyê re dike. Her çiqas folklor bi çanda civakê re girêdayî ye û cureyên vegotinên gelêrî yên wekî çirok, stran, gotinên pêşîyan, nifir û yên din di nava xwe de dihewîne jî, di heman demê de gîyanê miletekî jî îfade dike. Lewre bandora folklorê li ser çanda civakê kûr û cihêreng e. Ew bi guhertina şert û mercên civakî re kirasên xwe diguherîne û bi demê re xwe diguncîne.

Pêvajoyên dîrokî yên ku di tevahiya gotarê de hatine vekolîn nîşan didin folklor diyardeyek qewiye û ji ber faktorên wekî nûjenbûn, konjektûrel û danûstendinên di nava gelên ji hev cûda de, pêşketiye û guheriye.

Ev gotar tevî ku analîz û pênaseyên der barê folklorê de bihev tof kirîye, balê dikşîne ser wê yekê ku ka folklor di dewrana dîrokê de çawa guherîye, wê bandoreke çawa li modernîteyê kirîye û di çarçoveya çandî de cihê xwe bi çi awayî dihewîne.

Bêjeyên Sereke: Folklor, Edebîyata Gelêrî, Zanista Civakî, Îdeolojîya Neteweyî, Hûnera Devkî

Destpêk

Ji serdemên berê heya niha folklor bûye yek ji diyardeyeke mihîm ê civakê. Ji berê ve mirov jîyana xwe li gor hin qaîdeyan bi rê ve dibin. Ev qaîde û edetên mirovan bi demê re kirasekî neteweyî û rûhekî manewî hildidin ser xwe û wek beşeke girîng ê civakê tên qebûlkirin. Lê helbet ji ber kevnarbûn û xwenûkirina xwe folklor, li gorî serdeman bi wateyên cuda hatiye bikaranîn û pênasekirin. Her çiqas paşxaneya hêmanên folklorê heya demên kevin dirêj bibe jî, binavkirina wê ya bi navê ‘folklor’ê xwe digihîne du sedsal berê.

‘‘Folklor cara yekem wek peyv ji alîyê lêkolînerê Brîtanî, William John Thoms ve ji dêvla kevnarên popûler hatîye bikaranîn û ketîye nav civaka zanistê.’’1 Wek serkêşê vê zanistê John Thoms, piştî ku gotara xwe belav dike, bandoreke mezin li ser cîhanê dike û pê re jî li her derên dinyayê, xebatên folklorê geş dibin. Di serî de xebatên ku li ser folklorê hatine kirin ji naskirina folklorê, naverok û têkilîyên wê pêk tên.

Ji ber nezelalbûna qad û sinorên foklorê hin gengeşî derdikevin holê. Li ser naverok, sînor, peydabûna wê û her wiha dîyarkirina çarçoveyeke giştî teorîsyen, bi awayekî qethî li hev nakin lê bi gelemperî heman tiştî vedibêjin. Lê ji ber qada xwe ya xweser û dewlemend ji kesên cuda angaştên cîyawaz derdikevin holê.

Di tesbîtkirina folklorê de pirsgirêka sereke diyarkirin sînorên wê ye. Berîya gotara John Thoms belav bibe, li Elmanyayê ji dêvla “Folklor”ê peyva “Wolkskunde” dihat bikaranîn. Ev peyv ji bo xebatên Elmanyayê dihate wateya lêkolîna li ser gundî û gundewaran. Loma jî xebatên destpêkê bi gund û jîyana gundîyan re sînordarkirî bû. Lê dema ku folklorê bala Amerîkanîyan kişand, hingê naverok, sînor û pênaseya wê jî di cîh de guherî. Lewra li Amerîkayê di navbera gundîyan de ferq an jî çîn tune bû.2 Kesên ku di qada folklorê de dixebitîn li gor çavderiyên xwe tehlîl û dahûrandin dikirin. Her yek ji wan teoriyan hem rola folklorê ji nû ve diyar kirin, hem jî bandor û sehaya wê ya tehlîlê fireh kirin. Ev jî bû sedem ku ji alîyê teorîsyenan ve folklor ji nû ve hate xwendin.

1. Pênaseye Folklorê

Li gorî Yuri M. Sokolov folklor ji keresteyên civakê pêk tê û bi lêkolîna keresteyan re jî zanista folklorê ava dibe. Her wiha wekî ku ji etîmolojiya wê jî dîyar e, folk (gel) û lore (zanist) tê wateya zanista gel.3 Dîyar e ku Sokolov ji alîyê etîmolojîyê ve jî peyva folklorê dinirxîne. Loma jî tevî ku zanistbûna folklorê dipejirîne, pênaseya folklorê bi têgeha gel jî rave dike.

Alan Dundes di wê bawerîyê de ye ku folklor berîya her tiştî zanistek e û her wiha bi pêkhateyên jîyanê yên wek rabûn û rûniştin, çand, wêje, cil û berg, edet û tore, mezinkirina zarokan û heya avakirina hişmendîya kesayetîyê re jî têkîldar e.4 Xuya ye nêrîna Dundes û Sokolov di derbarê folklorê de ji gelek alîyan ve nêzî hev e. Her du jî folklorê wek zanist qebûl dikin û têkilîya wê ya bi jîyanê re derdixin pêş.

Bi awayeki giştî di van nêrînan de keda gel derdikeve pêş. Loma jî xebatên ku bi navê folklorê hatine kirin wek xebatên zanîna gel jî tên qebûlkirin.

Herder ku yek ji teorîsyenê folklorê yê herî bi nav û deng e û bi fikrên xwe di xebatên folklorê de nêrînên nû vedike, folklorê wek edetên xelkê binav dike.5 Lê Bascom, di wê fikrê de ye ku folklor her çiqas wek edetên xelkê û zanista xelkê bê qebûlkirin jî bi temamî ne rast e. Ji ber ku keresteyên folklorê ji edetan zêdetir xwedîyê hunerekê ne jî. Loma jî ji folklorê re dibêje ‘hunera devkî’. Bascom, hunera devkî wek beşeke folklorê dibîne û tevî vê yekê folklorê wek zanîna xelkê jî qebûl dike. Li gor wî efsane, ne tenê zanîn in, li gel vê hunereke mezin in jî. Loma jî binavkirina folklorê nikare bi tenê edet û zanîna xelkê re bê sînordarkirin6 Bi vî awayî balê dikşîne ser avakirina paşxaneya çîrok, stran, efsaneyan û hunera gel derdixe pêş. Bi vê fikra xwe ve Bascom folklorê ne tenê wek kevneşop, wek hunereke serbixwe jî qebûl dike.

Hinek teorîsyen ji alîyê kevnbûnê ve li folklorê hûr dibin. Yek ji wan John Thoms e ku di gotareke xwe de folklorê wek mehsûlên demên kevn mîna kevneşop, gotinên pêşîyan, tevgerên xelkê û hwd. îfade dike.7 Her çiqas vê pênaseyê rêya xebatên folklorê ronî kiribe jî di heman demê de hin pirsgirêk jî bi xwe re derxistîye holê. Lewra li gor vê penaseyê folklor tiştên kevn in û tenê aîdê demên borî ne. Wek William Bascom gelek folklornasan li hember vê fikrê derketine û hin tişt lê zêde kirine. Lewra li gor Bascom, pênasekirina folklorê ya ‘folklor kevnarebûn e’, neheqîyê li stran, lîstik, henek, jest û mîmikên îroyîn jî dike. Her wiha ev pênase afirîneriya gelan jî tune dihesibîne. Loma jî ev fikr bi giştî ne rast e.8

Çawa ku hin teorîsyenan folklor wek kevnare, hinan jî wek huner qebûl kirine, hinekan jî di vê qadê de gaveke din jî pêş de çûne û folklorê wek wêje qebûl kirine. Le Utley, folklorê mîna wêjeya bi devkî hatîye neqilkirin qebûl dike.9 Lê belê folklorê tenê bi wêjeya devkî sînordar nake û festîval, çand, mîhrîcan û hwd jî di nava folklorê de bi cih dike.10

Bi awayekî akademîk xebatên folklorê û wek zanist bikaranîna wê di nava Tirkîyê de li gor Ewropayê dereng dest pê kirîye. Di van nivîsan de folklor bi gelemperî wek ‘zanista xelkê’ û ‘xelqîyat’ wekî tiştên ku xelkê afirandîye hatine binavkirin.

Teorîsyen Örnek, folklorê wek zanista xelkê qebûl dike. Li gor Örnek zanista xelqê bi rê û rebazên teknîkî li ser çanda gelekî an jî herêmekê lêkolînan dike, hêmanên çandê berhev dike, tîne beranberî hev, li ser wan şiroveyan pêşkêş dike û di dawîyê de jî bi wan re digihêje encamekê û sentezeke nû çê dike.11 Örnek jî wek ên pêşîya xwe folklorê, zanisteke xwedîyê rê û rebazên teknîkî dihesibîne û lê zêde dike, lêkolînên li ser folklorê dê bên kirin divê li gor qaîdeyên zanîstî bin.

Seyah ew kes in ku yekem nimûneyên folklorîk di berhemên xwe de dihewînin. Ev kesana li kîjan welatî êwirîne û lê derbas bûne, di seyahatnameyên xwe de behsa wan welatan, folklora wan kirine û li ser wan agahî dane. Îja ji ber ku li ser erdnîgarîya kurdan rêyên bazirganîyê zehf bûn, em di nav berhemên wan seyahan de, di derbarê kurdan de gelek tiştan hîn dibin. Kitêbên seyahên mîna Îbnu Batûta û Ewliya Çelebî ji bo van gotinan du palpiştên herî xurt û navdar in.

Berhemên seyahan ji berhevkarîya hemanên folklorîk zêdetir li ser danasîna welatan bûn. Jixwe wê çaxê, berhevkarîya hêmanên folklorîk jî zêde xurt nebû. Piştî sedsala 19’an, bi şoreş û înqilaban re xema berhevkarîya hêmanên folklorîk di nav xelqê de peyda dibe. Her çiqas berîya Bazîdî jî hîn nimûneyên xebatên folklorîk li ser folklora kurdî hebin jî, ji alîyê berhevkarî û tomarkirinê ve, xebata herî berfireh di salên 1850î de ji alîyê Mela Mehmûdê Bazîdî (1797-1867) hatîye kirin.12

Piştî yekem xebatên bi vî şiklî, bi awayekî xurt ferq kirin û xwedî derketina folklorê bi rêya kovar û rojnameyan ve xwe nîşan dide. Di rojname û kovarên kurdî de cih ji nivîsên folklorîk ve tê veqetandin û heta Celadet Alî Bedirxan ji xelqê dixwaze ku bila her kes nivîsên di derbarê folklorê de ji wan re bişîne13.

Ji ber ku kurd erdnîgarîyek mezin de berbelav in, hêmanên folklorîk li gor dever û herêman tên guhertin û navên cuda lê tên dayîn. Di kurdî de ji bo peyva folklorê gelek nav hene.‘‘Bi kurdî bêjeya folklorê tê wateya zanista gelêrî an jî lêkolîna li ser gel.’’14 Li gorî Celadet Elî Bedirxan “folklor, zanîn an zanista xelkê ye.’’15 Di zaravayên kurdî de ji bo zanista folklorê bi kurmancî “zargotin” û “zanista gel”, bi soranî “xelknasî” û bi zazakî “zanista şarî” tê gotin’.16

Xuya ye ku binavkirina têgeha folklorê di kurdî de bi giştî di bin karîgerîya peyva ‘folklorê’ de maye. Lê kesên wekî Celadet, pêşdetir çûne û tevî zanistê, zanîna gel jî li folklorê zêde kirine. Bi vî awayî feraset û qabîlîyeta gel bêhtir hatîye destnîşankirin.

Der heqê peyva folklorê de, di kovara Hawarê de bi sernavê “ferhengvan” wiha hatîye gotin Ev bêje di eslê xwe de ingilîzî ye. Lê îro ketîye hemî zimanên dinyayê. Lewra me jî ew xistîye zimanê xwe. Ji xwe kurdên Qafqasyayê berîya me ev bêje xistine zimanê me û kitêbeke bi navê “folklora kurdmancî” belav kirine.”17

Di çarçoveya van fikr û pênaseyan de bi giştî em dikarin bibêjin; yekemîn qonaxa peydabûna folklorê bi awayekê qethî nayê zanîn. Jîyan û tevgerên mirovahiyê bi demê re dikevin formekê û ji alîyê gel ve xwedî li wan tê derketin.; hinek ji wan bi devkî hatine parastin, hinek jî ji wan bi tevgeran hatine vehandin, paşê jî bi saya guhdarvanan û şopgeran nifş bi nifş heta van rojan hatîye vegûhastin ku niha em wan wek folklor bi nav dikin.

1.1. Naveroka Folklorê

Folklor tevî ku zanina gel e, di heman demê de motîfên çandî û netewî di hundirê xwe de dihewine. Her wiha hemû hebûn û tunebûnên berdest re jî têkildar e û li ser pirsên wekî; mirovên berê debara xwe çawa dikirin, dema birçî dibûn çi dixwarin, çawa rudiniştin, dawetên wan çawa bûn, di şahî û şînan de kirasên wan çawa bûn û wd. radiweste. Ev tiştên ku em niha di jîyana xwe de mîna tiştên kevn binav dikin, di demên berê de wateyên wan ên kûrtir jî hebûn. Lê niha tenê wekî kevneedet tên zanîn.

Li gorî Celadet Elî Bedirxan ‘‘folklor tevayî adet, çîrok û stranên mîletekî ne, ew adet, çîrok û stranên ku ji nav xelkê der ketine û ketine ser hev, gihaştine nifşên nû.18’’ Wekî ku xûya dike Celadet Elî Bedirxan di nirxandina peyva folklorê de karîgerîya mîlet û xelqê derdixe pêş.

Vladimir Propp, di kitêba xwe ya bi navê ‘‘Folklor, Teorî û Dîrok’’ê de naveroka folklorê bi hemû afırinerîya gelan ve îfade dike.19 Propp di wê bawerîyê de ye ku her tişta ku ji alîyê gel ve hatîye afirandin, çi xwarin be û çi jî cil û berg be hemû dikevin naveroka folklorê.

Francis Le Utrey her çiqas folklorê weke wêjeya bi devkî hatîye neqilkirin qebûl dike jî lê naveroka folklorê bi neqilkirina wê ya bi devkî sînordar nake û bawerî û tevgerên gelan jî di naveroka folklorê de rave dike. Çîrok, stranên gel, henek, çîrokên ajalan, balad, helbestên gel, mît, bawerîyên gel, sêhr, gotinên pêşîyan, mamik, lorî, mîhrîcan û şahîyan hemûyan jî di nava folklorê de îfade dike.20

Zîya Gökalp folklorê wek çandeke menewî dihesibîne û balê dikşîne li ser vegûhestina folklora devkî. Li gor Gökalp gotinên pêşîyan, biwêj, edet û tore, stran û wd. bi rêya devkî gihaştîye îro. Loma jî Gökalp îdia dike ku folkor ji nivîsê wêdetir bi çanda devkî re eleqedar e.21

  1. Fuat Köprülü di derbarê naveroka folkorê de dibêje her tiştê aîdê gel folklor e. Stran, çîrok, gotinên pêşîyan û destan ji ber ku rewşa rûhîyeta gelan vedibêjin, hemû jî dibin folklor.22

Li gor Pertev Naili Boratav, folklor nêrîna civakê ya li hemberî jîyanê ye. Loma jî edet, tore û hemû hêmanên çandî yên civatê lêkolîn dike.23 Her wiha Boratav bi xebatên xwe ve balê dikşîne ser neteweyîbûna folklorê û naveroka folklorê jî bi hêmanên çandî yên civatê rave dike.

Her çiqas çanda devkî beşeke girîng a folklorê be jî, bi temamî nikare folklorê rave bike. Lewra li gor Gökalp tiştên ku folklorê ava dikin ragihandina wan a devkî ye. Lê belê Alan Dundes di gotara xwe ya bi navê “Folklor Çi ye?” de amaje dike ku folklor tenê nikare bi çanda devkî bê îfadekirin, ji ber ku her tişt bi axaftinê an jî bi gotinê derbasî nifşan nabe, lewra tevger û çalakî jî di folklorê de bibandor in. Ajotina erebeyekê her wiha paqijkirina diranan bêyî gotinê, bi dîtin û tecrûbeyan derbasî nava gel dibe. Her wiha li gor Dundes ji bo çêbûna folklorê pêdivî bi komên mezin jî nîne. Herî kêm du kes jî dikarin hêmanên folklorê ava bikin. Tişta mihîm hevparîya di nava kom an kesayetan de ye. Loma jî ger em li ser karê hesîngeran rawestin em ê pêrgî folklora hesîngeran bên û hwd. in. 24 Bi vê fikra xwe Dundes hêmanên folklorê ji komên mezin ber bi komên piçûk ve kaş dike ku bi dîtina wî herî kêm du kes jî dikarin folklorê ava bikin,

Li gor Sedat Veyis Örnek di dîyarkirina naveroka folklorê de şaşîyên mezin tên kirin. Lewra raya giştî naveroka folklorê bi lîstikên gelan, stranên gelan û tiştên wekî wan qebûl dikin. Lê belê folklor bi lîstik û stranan nikare bê sînordarkirin. Hemû tiştên maddî û manewî yên aîdê gund, bajar an komekê ne, naveroka folklorê tijî dikin.25

Îzzeddîn Mûstafa Resûl pênaseya folklorê û naveroka wê bi hev re îfade dike. Li gor Resûl her çend îro peyva folklorê di gelek alîyên kevneşopîya netewî de tê bikaranîn jî; ji tore, cil û bergên milî yên kevin, xwarin û vexwarin jî tê de, hemû berhemên çandî, weke folklor tê pênasekirin26

Ertekin hêmanên folklorê mîna edebiyata gel bi nav dike û dibêje ‘Dengbêjî û stranên dengbêjiyê ji ruh û çanda gel dizên û parçeyekî muhîm ê edebîyata gel in’’27Û li gor Ertekin, her tiştên bi jiyana kesan re derbas dibin dikarin bibin mijara dengbêjan. ‘Evîn, bûyerên rojane, pirsgirêkên sîyasî, welat, kuştin, talan, revandin, îxanet, girtin, xela, tofan, erdhej û wd.

Wekî ku xuya ye, ji ber mezinbûna qada wê ya xweser û sîwana wê ya berfireh tesbîtkirina sînorên folklorê zehmet dibe. ‘‘Zanista gel, hîkmeta awam, xelqîyat, folklor an zargotin… Ev peyvên han, di destpêkê de parçe parçe ji bo çanda gel, ayînên mîtolojîk, adetên parastî, jîyana ‘wehşîyên esîl’ mûzîk û reqsên gelêrî, biwêj, qewl, destan, efsane û çîrokan dihatin bikaranîn’’28Jixwe lêkolînerên folklorê, di pênasekirina wê de bi giştî li ser zanistîbûna folklorê û têkilîya wê ya bi gel re li hev dikin. Lê di vir de pirsa mihîm ew e ku, çanda gel li ser çi tê avakirin? Loma jî di van salên dawî de pênaseya folklorê hinekî din jî tê vekirin û wek ‘bîra civatê’ tê binavkirin. Dilawer Zeraq yek ji wan kesa ye ku folkorê bi awayekî giştî wekî ‘hişûbîra hevpar û ezmûna ku tê parvekirin’ îfade dike29. Bedran Hîkmet jî folkorê wekî hîs û xeyalên hevbeş30 pênase dike.

Der barê tesbîtkirina naverok û sînorê folklorê de gelek angaşt hene. Di kitêba ‘‘Ji Destpêkê Heta Niha Folklora Kurdî’’ de fikr û ramanên der heqê naveroka folkora kurdî de hatine berhevkirin û encamek hatîye derxistin. Li gor vê kitêbê naveroka folklorê ji çar (4) beşan pêk tê:

1- Edebîyata Gelêrî

2- Adet û Tore

3- Bîr û Bawerîyên Gelêrî

4- Zanyarîyên Gelêrî31

Ango ew zanista ku li ser gel dixebite. Loma jî mijara folklorê gel e, hemû tiştên ku bi mirovan re têkîldar in, di her dem û di her şertî de dikarin bibin mijara folklorê. Ji ber neqebûlkirina statîkbûnê, folklor bi dem û kesayetan re jî nikare bê sînordarkirin. Folklor tiştekî zindî ye, bi mirovan re dijî û di avakirina kesayetan de jî roleke wê ya bibandor heye. Ango folklor dizê, digihîje û bi heyîneke domdar ji bo gel terxan dibe. Hemû tiştên maddî û manewî di vê babetê de cih digirin. Ji hemû motîfên çandî û netewî bigirin heta bi hemû afirînerîya gelan, wek folklor tê pênasekirin. Ji şahîyan bigirin heta şînan, ji xwarinan bigirin heta cil û bergan, ji lawayan bigirin heta nifiran, hemû tişt dikevin bin bask û qadên folklorê. Ji ber vê yekê jî divê em vê têgehê ji wateya wê ya bisînor veçirînin û wê bi wateya wê ya berfireh û rasteqîn binirxînin.

  1. Têkilîya Folkor û Disîplînên Din

Folklor perçeyek ji jîyana mîrovan e. Bo wê ye ku hemû zanistên bi jîyanê re eleqadar dibin, di heman demê de xwe digihînin folklora wan jî. Li gorî Richard M. Dorson sehayên wek zimanzanî, erdnîgarî, muzîkolojî, civaknasî û heta derûnnasî jî bi folklorê ve pêwendîdar in.32 Ji ber ku her diçe folklor xwe adapteyê demê dike û li gor konjekturê xwe digihijîne dîsîplînên din loma jî bi zanistên cure bi cure re jî di nav têkilîyeke xurt de ye.

Yuri Sokolov jî wek Dorson difikire û li ser ve zêde dike ku folklor tevî ku bi hunera devkî re eleqedar e di heman demê de bi hemû hunerên ku hatîne afirandin re jî di nav têkilîyê de ye. Hunerê wek şano, dawet, lîstik, stran, vegotina devkî û wd. in jî bi dîsîplîna folklorê re tên nirxandin.33 Xebatên ku di kurdî de hatine kirin jî heman rêç domandine. Li gor kitêba ‘Ji Destpêkê Heta Niha Folklora Kurdî’ têkilîya folklorê bi dîrok, etnolojî, zimannasî, erdnîgarî, dêrûnnasî, civaknasî, hiqûq, şûnwarnasî (arkeolojî), pedagojî û bi edebîyatê re heye.34 Loma jî xebatên ku bên kirin divê ji nêrîneke giştî zêdetir, xwe bispêren kitekitan. Ger em li ser mînakekê biçin, dema em li zimanê miletekî û bikaranîna wê binihêrin, em ê der barê jîyana wan de gelek agahîyan hîn bibin. Li ser meseleyê wextê di zimanê wan de peyvên di derheqê çîya, kevir, zinar, xweza û wd. in de zêde bin, em ê têbigihêjin ku jîyana wan nêzî çîyayan e. An jî di çîrokekê de leheng her dem li keştîyan siwar bibe em ê bizanibin ku erdnîgarîya wan nêzî behrê ye. Loma jî divê dîsîplîna antropolojîyê jî baş bê zanîn. Her wiha her tiştên ku wan afirandîye li gor dîsîplînên erdnîgarî, antropolojî, civaknasî û wd. in jî divê bê lêkolînkirin. Lewra bêyî fêhmkirina sedemên derveyî û hûndirîn analîzkirina folklorê dibe ku negihîje armanca xwe.

Wekî em dizanin pêkhateyên folklorê ne tenê mirov in; ligel vê axa herêmê, rewşa hewayî ya welatî, metal û dewlemendiya erdnîgarîyê û her wiha nebat û heywanên xwezayê jî di avakirina folklorê de roleke mezin dileyzîn. Ji ber ku ev tiştên rolên wan hene, ne qethî ne û bi demê re dikarin biguherin, em nikarin folklorê bi dem û kesayeta re sînordar bikin. Lewra dinya diguhere û pê re jî rewş û halê erdnîgarîya ku mirov tê de dijîn, diguhere. Loma jî em dikarin bibêjin ku folklor jî wek mirovan, nebatan û ajalan zindî ye û av û xwarina wê jî binehişî û baweriyên gel e. Atmosfera ku folklorê ava dike, ew atmosfer e ku kesayeta mirovan jî ava dike. Jixwe di xebatên folklorê de yek ji pirsgirêk bi vê zindîbûnê re têkîldar e. Lewra çawa ku jiyan her diçe xwe nû dike, folklor jî diguhere û terz û teşeyên nû hildide, divê bi heman şiklî rê û rebazên folklorê jî xwe nû bikin. Ne ku bi pîvanên berê, divê bi pîvanên nûjen jî bê nirxandin. Çimkî folklor ne tenê gotin û edetên berê yên di paşxaneyê de ne. Wekî ku Sokolov jî destnîşan dike tevî ku folkor dengê rabirdûyê ye, ligel vê di heman demê de dengê berz ê îroyîn e jî.35

2.1 Folklor û îdeolojî

Li gor Propp folklor dîsîplîneke îdeolojîk e.36 Lê divê baş bê zanîn ku îdeolojîkbûna folklorê ne ku ji folklorê, ji atmosfera serdemê ava dibe’’37. Propp di avakirina folklorê de balê dikişîne fonksîyona konjoktorîya civatê. Lewre nirxên civata statîk nîn in û bi demê re û bi tecrubeyan re diguherin. Lê di vir de tiştekî mihîm heye, ew jî neguherbûna koka folklorê ye. Li ser mînakê di çîrokekê de ‘revandin’ heye. Ev ‘revandin’ naguhere, kes dîsa tên ‘revandin’. Lê vê carê sedema ‘revandinê’ diguhere. Kok heman dibîne û pê re jî tiştên nû tê de zêde dibin an jî kêm dibin. Çawa ku Propp di berdewamîya wê de mînaka ejderhayan dide ku berê jin direvandin, niha jî ûrisan direvînin. Çinkû fikrên nijadî derketine holê û bandor li ser civatê jî kirine û di prosesa xwe de rengekî nû hildane. Ji ber vê yekê jî folklor îdeolojîk e û beyî ku ji alîyê yêkî/ê ve bê guhertin ji alîyê hemû civatê ve tê guhertin.

Propp di vê mijarê de hêj pêş de diçe û folklorê aîdê çînên bindestan dibîne.38 Ev fikra hane ji bo xebatên folklorê asoyeke nû vekir. Lewra êdî xebatên ku dihatin kirin di deverekê de asê nediman, hemû sînor hildidan û di nava hemû mirovahîyê de hevparîyek zeft dikirin. Lêkolîner, li deverên cûda li pey heman mijarê diketin. Bî vî awayî di navbera civatên ji hev gelek dûr de heman hîs û xeyal peyda dikirin. Yurî Sokolov jî bi heman rêçê dişopîne û pê de diçe, ew folklorê wekî îfadekirina nefret û hêrsa gundî û karkeran a li hember esîl û axayan dibîne39. Li gor Sokolov di avakirina hêmanên folklorîk de ji serdestan zêdetir karker/gundî çalak in. Rûdanên bo dewletan/ serdestan/ arîstokratan tu tiştekî îfade nakin, berevajî wê ji bo gundîyan bandorên qerase pêk tînin. Her wiha Sokolov dema erk û armanca folklorê dîyar dike yek jî peywira folkorê, bi hişyarkirina hestên netewperwerîyê di nava gel de îfade dike40.

Bi giştî ev fikr û ramanên di derheqê erk û fonksîyona folklorê de bi rêya rabirdûyê û mirovahîyê ji nû ve li gor pergala xwe ava bikin tevgerîyane. Ji ber ku yên van rîtuelan dikin hê jî gundî bûn, loma jî bi şoreşa Sovyetê re qîmeta gundîyan derkete pêş. Ne tenê Ûrisat, Almanya jî yek ji wan netewayan e ku bi vê polîtîkaya xwe bûye sedema gelek rûdanên xirab. Dewletên din ên wek Amerîka, Frense û netew-dewletên din jî bi haybûna girîngîya folklorê ve dest bi xebatên vî şiklî kirine û folklorê ji bo gihaştina meqsedên xwê yên etnîk wek amraz bikaranîne. Ji Hîtler bigire heta sovyeta Rusyayê jî di xebatên xwe yên folklorê de ev tişt kirine armanc.

2.2 Erkên Folklorê

Ramazan Pertev di tesbîtkirina erka folklorê de balê dikişîne ser dersdayîna çîrokan. Lewre çawa ku di hin çîrokan de xeletîyên şexsî tên ziman, her wiha em carnan rastî rexne û normên civakî jî tên. Û di berdewamîya vê fikra xwe de çîrokên kurdî yên wek Şengê û Pengê, Kêz Xatûnê, Dîkîl Axa, Kejê, Keçelo, Fatfatîlok, Pîra Mirovxer, Hutê Heftserî û hwd. wek minak dide41. Li gor Pertev di naveroka van çîrokan de şîretên civakê veşartî ne. Loma jî yek ji erka folkorê şîretkirina mirovan bi xwe ye.

Ahmet Aras di qada folklorê de giringîyê dide rola dengbêjan. Li gor Aras di navbera folklor û dîrokê de danûstandinek heye. Ji bo piştrastkirina têkilîya folklor û dîrokê jî kilamên dengbêjîyê çavkanîyên xurt in. Her wiha bi mînakên stranan amaje pê dike ku dengbêjîyê di heman demê de erka kitêbên dîrokî jî pêk anîye. Di derbarê vê meselê de Ahmet Aras wiha dibêje; “bûyerên ku di kilamên dengbêjan de hatine vegotin, ji sedî sed rast in. Mînaka vê yekê ya herî mezin jî şerê mala Ûsivê Seydo ye. Aras dibêje piştî ku min guhdarîya kilamê kir, ez li pey belgeyên fermî ketim. Hin belge ketin destê min de û min dît ku kilam û belge wek hev in. Di ser de hûrgilîyên kilamê zêdetir in. Heger hûn ji min bawer nakin, nevîyên wan jî sax in, herin jê bipirsin. Ew dikarin gotinên min piştrast bikin”42. Wekî ku xuya dike Ahmet Aras di wê bawerîyê de ye ku em kilaman ku ev jî yek jî hêmanên folklorê ye, dikarin wek dokumanên dîrokî bihesîbînin.

Avdo Karataş di wê fikrê de ye ku folklor qeydkirina çanda devkî, şênber û razber a kurdî ye43. Loma jî xizmetkarîya çanda niviskî ya kurdî dike. Wekî ku xuya dike Karataş ji alîyê sazkirin û bilindkirina wêjeya niviskî ve li folklorê dinêre.

Wîllian Bascom jî ji bo dîyarkirina erka folklorê, xebatên gelek kêrhatî kirîne û bi giştî çarçoveyek wiha xêz kirîye. Li gor Bascom çar peywirên sereke yên folklorê hene.

Yekem peywira folklorê, ji bo xweşderbaskirina demê ye.

Dûyem peywira folklorê, tradîsyona çanda devkî xurt dike û metirsîya windabûna wan ji holê radike. Bi awayekî giştî folklor erka mamostetîyê tîne cih.

Sêyem peywira folklorê, derbirîna hestên ku hatine çespandin û tevgerên ji alîyê civatê ve hatine qedexekirin in.

Çarem erka folkorê, edet û toreyên civatê zindî dihêle, bîra civakê diparêze û wê vediguhezîne ji nifşên nû re.44

Bi van fikr û nêrînan jî eyan e ku folklor di gelek qadên jîyanê de xwedî erk û rolên girîng in. Loma jî divê bê zanîn ku erk û armanca folklorê ne tenê ji bo derbasbûyîna şevbihêrkan an jî aşkirina zarokan e. Bi saya vê têgehê jihevcudabûna neteweyan jî xwe dide der. Çinku folklor bi xwe re dikare neteweyek û li hemberî wê jî ‘yê din’ ava bike. Lewra civat raborîyê di serî de bo naskirina takekesîya xwe bi kar tîne45. Jixwe ji ber vê taybetmendîya xwe ya lêkolînên folklorê, di sedsalê dawîn de ji bo armancên polîtîk wek amrazekê hatîye bikaranîn.

Der heqê erk û armanca folklorê de gelek angaşt û nêrîn hene. Di vî warî de xebatên ku hatine kirin piranî di bin hûkmê lêkolîner de mane. Loma jî fikr û pênaseyên ji hev gelek dûr û cîyawaz derketine meydanê. Ya rastî di heyamên berê de folklor wekî zanistekê nedihat qebûlkirin û bala gelên Ewropî jî zêde nedikişand. Lewre berê de xebatên gel wekî xebatên nezan/karker/nebajarî dihat qebûl kirin û qiymetê wê jî zêde nebû. Lê bi bilindbûna netew-dewletan û bi taybetî jî bi şoreşa Frensî re, bala zanyarên Ewropî bêhtir çû ser folklorê û di vê mijarê de xwe pêş xistin. ‘Folklor wek beşeke zanyarî ji aliyê Ewropiyan ve ji bo lêkolînkirina gelên xwe hatiye afirandin46Jixwe yekemîn xebatên li ser folklorê li Ewropayê bi destê zanyarên wê derê derçûn. Di van xebatên destpêkê de folklor ji koka xwe ya kultûrî hat derxistin û ber bi sazkirina netewetiyê ve hate kişandin. Her çiqas ji aliyê îcrakerê folklorê ve ev xisleta wê ya netewetîyê baş nedihat zanîn û wek kevneedetên ji bo geşkirina şevbihûrkan dihat bikaranîn jî piştî sedsala 19an ji aliyê zana û xwendeyan ve ev rol û ruhê wê yê neteweyî hate ferqkirin û bo avakirina miletî hate bikaranîn.

Encam

Folklor, diyardeyeke dînamîk û pêşkeftî ye ku bandorê li çand û nasnameya civakê dike. Tevî ku folklor wekî hêmanek civakê xuya bike jî, di heman demê de ruhê neteweyê jî îfade dike û bikaranîn û bi cih girtina xwe ve hafizeya kolektîf, nirx û nasnameya civakê jî ava dike.

Xaleke din a girîng a ku di gotarê de hatiye balkişandin ew e ku folklor çawa xwe bi guhertinên civakî û têkiliyên curbecur re diguncîne. Di vê çarçoveyê de tê xuyakirin ku folklor tevî rabirdûyê diparêze, di heman demê de roja me ya îroyîn jî dinirxîne û di navbera wan de pêwendiyeke ava dike. Têkiliya wê ya bi modernîteyê re jî nîşan dide ku folklor wekî rengekî zindî ya vegotina çandî hebûna xwe didomîne.

Wekî gotina dawî, folklor ne tenê ronîkirina rabirdûyeke çandî ye, ew şêweyek zindî ya vegotina çandî ye îroyîn e jî ku dikare xwe biguhezîne û bi dînamîkên civakî yên ku her gav diguherin re têkildar e.

Çavkanî

Alan Dundes, ‘‘Folklor Nedir’’, Kovara Milli Folklor, Wer. Gülay AYDIN, 2005, h. 65, r. 127-129

Alan Dundes, Folkor Nedir, Halk Biliminde Kuramlar ve Yaklaşımlar 2, Wer. M. Öcal OĞUZ-Selcan GÜRÇAYIR, Weşanxaneya Geleneksel, 2010, Ankara

Avdo Karataş, ‘‘Folklor û Afirandina Çanda Niviskî’’, Kovara The Journal of Mezopotamian Studies, Zivistan, s. 2017, r. 33-52

Ayşenur Nazlı Özyurt, Ziya Gökalp’ın Halk Bilimi Çalışmalarındaki Yeri, Teza neçapbûyî, Ankara 2008

Bedran Hikmet, Teorîyên Folklorê, Weşanxaneya Lîs, Amed 2016

Celadet Alî Bedirxan, ‘‘Armanc, Awayê Xebat û Nivîsandina Hawarê’’ Kovara Hawar j:1, Şam, 1923

Celadet Alî Bedirxan, ‘‘Ferhengok’’, Kovara Hawar j. 30, Şam 1941

Dîlawer Zeraq, “Wek Mîrateya Neteweyî Folklor û Kovara Jînê”, Kovara Zarema, h. 8, Diyarbakir 2016

Ebubekir Gören, Di Romanên Erebê Şemo De Folkora Kurdî, (Teza neçapbûyî), Mardin 2013

Francis Le Utley, ‘‘Folklorun Tanımı’’, Wer. Saltık Özkan, Kovara Milli Folklor, s. 2005, h. 65, r. 130-136

Jan Assman, Kültürel Bellek, Wer. Ayşe Tekin, Weşanxaneya Ayrıntı, İstanbul 2018

  1. Zahir Ertekin, ‘‘Du Deng û Yek Reng Di Kurdî De: Dengbêjî û Qesîdebêjî‘’, Sempozyûma Navnetewîya DengbêûÇanda Dengbêjan, 2019, r. 605-635

Metin Ekinci, Halk Bilgisi Folkor Derleme ve İnceleme Yöntemleri, Weşanxaneya Geleneksel, 2007

Nail Tan, ‘‘Türkiye’de Halk Bilimi Çalışmalarının 100. Yılını Kutlarken’’, Kovara Folkor ve Edebiyat, cilt: 19, h.75, 2013/3, r. 237-243

Pertev Naili Boratav, 100 Soruda Türk Folkloru, Weşanxaneya Gerçek, Ankara, 1997

Ramazan Pertev, Folklor û Nasnameya Kurdî ya Neteweyî, Weşanxaneya Avesta, 2018, Îstanbul

Ramazan Pertev, Ji Destpêkê Heta Niha Folklora Kurdî, Weşanxaneya Avesta, İstanbul 2018

Ramazan Pertev, Zarok û Çîrok, Destpêka Pedagojiya Kurdî, Weşanên Doz, İstanbul 2009

Remezan Alan, Li Dor Texeyyûlên Berê Rêçên Îroyîn – Folklor û Roman-, Weşanxaneya Peywend, İstanbul 2013

Richard M. Dorson, Folklor û Teoriyên Folklorê yên Îroyîn, Wer. Necat Keskin, Weşanxaneya Avesta, Istanbul, 2017

Sedat Veyis Örnek, Türk Halk Bilimi, Weşanxaneya İş Bankası, Ankara 1977

Süheyla Sarıtaş, ‘‘Halk Bilimine Giriş’’,

www.acikders.org.tr/pluginfile.php/2512/mod_resource/content/2/Hafta_3.pdf, 13.12.2018

Tekin Çifçi, Di Kilamên Evînî Yên Dengbêjan De Temaya Jinê: Kilam û Jin, Weşanxaneya Nûbihar, s. 2014

Vladimir Propp, Folklor, Teori ve Tarih, Wer. Necdet Hasgül – Tolga Tanyel, Weşanên Avesta, İstanbul 1999

William Bascom, ‘‘Halkbilimi, Sözlü Sanat ve Kültür’’ Wer. Nilgün Aytuzlar, Kovara Milli Folklor s. 2004, h. 63, r. 86-97

Yıldırım Kadri / Pertev Ramazan, / Aslan Mustafa, Ji Destpêkê Heta Niha Folklora Kurdî, Weşanxaneya Zanîngeha Mardin, İstanbul, 2013

Yuri M. Sokolov, Folklor: Tarih ve Kuram, Wer. Yerke Özer, Weşanxaneya Geleneksel, Ankara, 2009

1 Richard M. Dorson, Folklor û Teoriyên Folklorê yên Îroyîn, Wer. Necat Keskin, Weşanxaneya Avesta, Istanbul, 2017, r. 7

2 Francis Le Utley, ‘‘Folklorun Tanımı’’, Kovara Milli Folklor, Wer. Saltık Özkan, 2005, h. 65, r. 131

3 Yuri M. Sokolov, Folklor: Tarih ve Kuram, Wer. Yerke Özer, Weşanxaneya Geleneksel, Ankara, 2009, r. 11-12

4 Alan Dundes, Folkor Nedir, Halk Biliminde Kuramlar ve Yaklaşımlar 2, Wer. M. Öcal OĞUZ-Selcan GÜRÇAYIR, Weşanxaneya Geleneksel, , Ankara 2010, r. 15-18

5 Remezan Alan, Li Dor Texeyyûlên Berê Rêçên Îroyîn – Folklor û Roman-, Weşanxaneya Peywend, İstanbul 2013, r. 31

6 William Bascom, ‘‘Halkbilimi, Sözlü Sanat ve Kültür’’ Kovara Milli Folklor, Wer. Nilgün Aytuzlar, s. 2004, h. 63, r. 88-89

7 Süheyla Sarıtaş, ‘‘Halk Bilimine Giriş’’, www.acikders.org.tr/pluginfile.php/2512/mod_resource/content/2/Hafta_3.pdf, 13.12.2018

8 William Bascom, ‘‘Halkbilimi, Sözlü Sanat ve Kültür’’ Kovara Milli Folklor, Wer. Nilgün Aytuzlar, , s. 2004, h. 63, r. 89

9 Francis Le Utley, ‘‘Folklorun Tanımı’’, Kovara Milli Folklor, Wer. Saltık Özkan, , s. 2005, h. 65, r. 135

10 H.b.r, r. 136

11 Sedat Veyis Örnek, Türk Halk Bilimi, Weşanxaneya İş Bankası, Ankara 1977, r. 15

12 Ramazan Pertev, Folklor û Nasnameya Kurdî ya Neteweyî, Weşanxaneya Avesta, 2018, Îstanbul, r.136

13 Celadet Alî Bedirxan, ‘‘Armanc, Awayê Xebat û Nivîsandina Hawarê’’ Kovara Hawar, j:1, Şam, 1923, r.1

14 Ramazan Pertev, Folklor û Nasnameya Kurdî ya Neteweyî, Weşanxaneya Avesta, İstanbul 2018, r. 27

15 Celadet Alî Bedirxan, ‘‘Ferhengok’’, Kovara Hawar j. 30, Şam 1941, r.749

16 Yıldırım Kadri / Pertev Ramazan, / Aslan Mustafa, Ji Destpêkê Heta Niha Folklora Kurdî, Weşanxaneya Zanîngeha Mardin, İstanbul, 2013, r.11

17 Celadet Elî Bedirxan, “Ferhengvan”, Hawar, hej.30, r. 8

18 H.b.r, r. 25

19 Vladimir Propp, Folklor, Teori ve Tarih, Wer. Necdet Hasgül – Tolga Tanyel, Weşanxaneya Avesta, Stenbol 1998, r. 11

20 Francis Le Utley, ‘‘Folklorun Tanımı’’, Kovara Milli Folklor, Wer. Saltık Özkan, s. 2005, h. 65, r. 135-136

21 Ayşenur Nazlı Özyurt, Ziya Gökalp’ın Halk Bilimi Çalışmalarındaki Yeri, Teza neçapbûyî, Ankara 2008, r. 72

22 Nail Tan, ‘‘Türkiye’de Halk Bilimi Çalışmalarının 100. Yılını Kutlarken’’, Kovara Folkor ve Edebiyat, cilt: 19, h.75, 2013/3, r. 239

23 Pertev Naili Boratav, 100 Soruda Türk Folkloru, Weşanxaneya Gerçek, Ankara, 1997, r. 9-10

24 Alan Dundes, ‘‘Folklor Nedir’’, Kovara Milli Folklor, Wer. M. Öcal OĞUZ-Selcan GÜRÇAYIR, 2005, h. 65, r. 127

25 Sedat Veyis Örnek, Türk Halk Bilimi, Weşanxaneya İş Bankası, Ankara 1977, r. 7

26 Ebubekir Gören, Di Romanên Erebê Şemo De Folkora Kurdî, (Teza neçapbûyî), Mardin 2013, r. 2

27 M. Zahir Ertekin, ‘‘Du Deng û Yek Reng Di Kurdî De: Dengbêjî û Qesîdebêjî‘’, Sempozyûma Navnetewî ya Dengbêj û Çanda Dengbêjan, 2019, r.620

28 Remezan Alan, Li Dor Texeyyûlên Berê Rêçên Îroyîn – Folklor û Roman-, Weşanxaneya Peywend, İstanbul 2013, r. 32.

29 Dîlawer Zeraq, “Wek Mîrateya Neteweyî Folklor û Kovara Jînê”, Kovara Zarema, Diyarbakır 2016, h. 8, r. 59.

30 Bedran Hikmet, Teorîyên Folklorê, Weşanxaneya Lîs, Amed 2016, r. 8

31 K.Yildirim & R.Pertev & M.Aslan, Ji Destpêkê Heta Niha Folklora Kurdî’’, Weşanxaneya Avesta, İstanbul 2018, r. 31-32

32 Richard M. Dorson, Folklor û Teoriyên Folklorê Îroyîn, Wer. Necat Keskin, Weşanxaneya Avesta, Stenbol, 2017, r. 31

33 Yuri M. Sokolov, Folklor: Tarih ve Kuram, Wer. Yerke ÖzerWeşanxaneya Geleneksel, Ankara 2009, r. 14

34 Kadri Yıldırım / Ramazan Pertev / Mustafa Aslan, Ji Destpêkê Heta Niha Folklora Kurdî, Weşanxaneya Zanîngeha Mêrdînê, Istanbul 2013, r. 32-38

35 Yuri Sokolov, Folklor: Tarih ve Kuram, Wer. Yerke ÖzerWeşanxaneya. Geleneksel, s. 2009. r. 21

36 Vladimir Propp, Folklor, Teori ve Tarih, Wer. Necdet Hasgül – Tolga Tanyel, Weşanên Avesta, İstanbul 1999, r. 9-10

37 H.b.r, r. 9-10

38 H.b.r, r. 12

39 Richard M. Dorson, Folklor û Teoriyên Folklorê Îroyîn, Wer. Necat Keskin, Weşanxaneya Avesta, İstanbul, 2017, r. 118

40 Yuri M. Sokolov, Folklor: Tarih ve Kuram, Wer. Yerke Özer, Weşanxaneya Geleneksel, Ankara 2009, r. 34

41 Ramazan Pertev, Zarok û Çîrok, Destpêka Pedagojiya Kurdî, Weşanên Doz, 2009 İstanbul, r.93

42 Tekin Çifçi, Di Kilamên Evînî yên Dengbêjan De Temaya Jinê: Kilam û Jin, Weşanxaneya Nûbihar, s. 2014, r. 37

43 Avdo Karataş, ‘‘Folkor û Afirandina Çanda Niviskî’’ Kovara The Journal Of Mezopotamian Studies, Zivistan, s. 2017, r. 35

44 Metin Ekinci, Halk Bilgisi Folkor Derleme ve İnceleme Yöntemleri, Weşanxaneya Geleneksel, 2007, r. 125-126

45 Jan Assman, Kültürel Bellek, Wer. Ayşe Tekin, Weşanxaneya Ayrıntı, İstanbul 2018, r. 142

46 Avdo Karataş, ‘‘Folklor û Afirandina Çanda Niviskî’’, Kovara The Journal Of Mezopotamian Studies, Zivistan, s. 2017, r. 34

About Rêvebir

Check Also

NARSÎSÎZMA BÊDENG

Destpêk Narsîsîzm (narcissism) taybetmendiyeke kesayetiyê ye ku bi gelek aliyên xwe ve tê nasîn. Bi …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *