Helbestvanê hêja, Rênas Jîyan dibêje: “Xwedê û wext xelet hatîye xitimkirin”. Belkî ji ber vê yekê ye em her tiştî xelet fam dikin û tiştên xelet dikin. Belkî ji ber vê yekê ye serê me ji belayê dernakeve.
Xwedê û Wext destpêka her tiştî ne û her tişt li ser van her du bingehan têne meydanê. Me di destpêkê de her tişt şaş famkirîye û hîn di destpêka rê de ketine rêya xelet. Ev rêya xelet dê me neghîjîne armancê.
Ya rast ew e, divê carna meriv li rawestgehên rê bisekine û li ser rê û rêwîtîya xwe bifikire. Gelo rêya me rêya rast e an na? Heger rê rast be wê demê pirsgirêk tunne ye lê heger rê şaş be divê meriv ji wê rêya şaş derkeve û têkeve rêyek din û heta meriv têkeve rêya rast hewceye em gellek rêyan biceribînin. Ceribînên me wê di talîya talî de, me têxe rêya rast.
Rêyên xelet divê bên jibîrkirin û ji her rêyen xelet divê ders bên derxistin.
Tiştên şaş divê meriv li pey wan neçe û tiştên çûyîn jî divê meriv nede dû.
Divê li pey wan tiştan dilê meriv nenale û wekî Jan Axîn meriv bêje “Dilo Menal”.
Divê neyê jibîrkirin, di dawîya hevokê de meriv xalê bi kar tîne lê xal tiştekî bi dawî nake. Ya rasti xal destpeka her tiştî ye û her tişt bi xalekê destpêdike. Ya ku hevoka nû tîne meydanê xal e û dîsa jî ya ku her tîpekê tîne maydanê jî xal bi xwe ye. Her tîp ji xalên biçûk yên ku tên berhev têne meydanê. Lewma divê meriv carna dev ji hin mirovan berde û rêya xwe ji rêyan wan qut bike.
Divê rêya me jî rast û zelal be. Rêya rast wê me di rê û di qonaxên wê de terbîye bike û wê me bike mirov û medenî.
Jîyan di eslê xwe de rêwîtîyek dûr û dirêj e. Di vê rê de rêheval û dilhevalên meriv çê dibin. Her rêhaval û dilheval heta qonaxekê bi me re ne. Gava ew gihatin qonaxa xwe, ew diçin ser rêya xwe û em diçin ser rêya xwe. Wekî di destpêka jîyanê dîsa em tênê dimînin û di dawîyê de dîsa bi awayekî uryanî û bi tenê em ê koça xwe ya dawî bikin.
Ka em binêrin di talîyê de em bextewar bibin an jî em ê xemgîn bibin wê rê nîşanî me bide.
Dilo ji bo kesekî xemgîn nebe. Ev dinya wiha ye, mîna xanê ye. Hin tên û hin diçin û wê hinê jî bên. Têkev rêya xwe dilo, bimeş û ha bimeş. Heta tu gihaştî armanca xwe.
Rêya xelet ji xwe re neke bar. Barê xwe timî bavêj, hiş û mejîyê xwe zelal bik. Lêxe û here di rêya rast de.
Mela Mihyedîn