EXLAQ Û DENGE

Jiyan bi nirxên dengeyan ve dibe jiyaneke bi gora dengeyên exlaqî.

Bi gelenperî di nava mirovan de dema behsa exlaq tête gotin, fikra ewilîn têkiliyên jin û mêra bi awayek ne meşrû tê aqlê mirovan.

Bes têkiliyên jin û mêran de bê erê kirina di nava civakê de pêk were, belê ew têkilî bê exlaqiye û ne meşrû ye, rêya ji nexeşiyên jiyana malbatî di çerçoveyên dengeyên bê exlaqî vedibe û hînga malbat wateya malbatî hinda dike têktere.

Lewra di civakê de têkiliyên bê denge û rêzikên rêzgirtinê û hêstên hezkirin ji holê rabûne û tevahî têkilî bûne berjewndî.

Mexabin jiyana mirovan de mirov nîne bê exlaqî nejîn.

Lewra bê exlaqiya herî mezin, dijwarî, bê dadmendî û ne meşrû, birçîbûn, bongtî, di nirxên exlaqê bê denge de jiyandine.

Di tevahiya gerdûnî de jiyana mirovan de bê denge bûna nirx û mirovan gohê xwe kerr kirine, çavên xwe korr kirine, hişmendiya xwe bê bîr anîn tomar kirine, zimanê xwe lal kirine, hêstên xwe ji berheva di dil de bê fikirandin kirine, vîna xwe tune kirine.

Pirsgirêkên civakî re dema nirxên denge tunebe, hînga civak bi gora hêstên ezbentî ( egoîstî ) tevdigerin û her kes bi gora beceriyên xwe jiyana xwe bi nirx dikin.

Lewra mirov dema jiyana mirovan bi gelenperî lêkolîn dike, raste dengeyên ku civak pê bê exlaqî neçarê jiyana ezbentî (egoîstî ) dibine divîne.

Di nava civakê de dewlemend henin û feqîr henin, gelo dewlemen bi beceriyên xwe dewlemen bûnin û anjî feqîr bê becerî di jiyanê de serkeftî nînin, bi gora dîtina min herdû fikir jî şaşin.

Lewra kesên dewlemend ji xeta baweriya axirîn dûr ketinin, ji ber ku tenê xwe û destkeftiyên xwe di beceriyên xwe de divînin.

Bes na fikirin ku beceriyên wan rojeke bi dawî dibin û jiyaneke exirîn jî heye.

Tu text nîne bê dawî tim sazkirî bimîne, qet ferqêde nînin ku rojeke bayek bi lezgîn tevahiya textû saziyên pê fexrê dikin hildişe û tevahî saziyên wan têk terin.

Lewra mirov dema rewşa xwe de bê denge bijin, rojeke bê denge dibe cenawir vedigere mirovan serserî li erdê dixe û mirov hînga fer dibe bê denge jiyandin bê exlaqiye.

Mirovên dewlemend dema li erebeyên herî lûks sar dibin, di xwaringehên herî lûks de xwarin dixun, li heremên herî luks de tetîl dikin, destekî wan di nava xwarinên hingivîn de, zêdeyî yên wan di bîdonê çopê denin, zarokên wan di dibistanên taybetî de perwerde dibin û jiyana xwe bê sînor didomînin, vîna azad û nêzikatiya bê sûçdartî fantaziyên jiyanê dijîn.

Mirovên feqîr jî rojêde careke carna xwarinên germ ango zadê bi vîtamîn naxun, kincên wan pîne kirîne, erebeyên wan tunin, di jiyana xwe de qet ji bo tetîl bikin ranawestin, ber derê xwaringehan de derbas nabin, zarokên wan di dibistanên taybet de perwerde nabin, ji bo wan vîna azad bikar anîn û fantaziyên jiyanê jiyan kirin qebhete.

Lewra jiyana gerdûnî jiyaneke xwezayî ye û tevahî hebûn di heman teraziyê de bi denge afiriye,

Ne ax bê av dijî û nejî av bê ax di xwe de zêde dibe, tevahî şaney di xweza de bi denge berhevî dibin.

Exlaq dade, dema jiyanê de kar û hebûn destkeftî bi parve kirin be hînga dad dibe nurxên jiyanê rêya ezbentî ( egoîstî ) ji holê radibe.

Dengejî sîstema rêvebertî û baweriya bi tevahî nirxên hebûnan de parve kirine, tehemûla ji hevre û evîna nirxên mirovahî bi xwe re lihevhatî ji hev hezkirine.

Behçet Ateş: 13-12-2024

About Behçet Ateş

Check Also

Ne Hewla Mîr Meyla Mîr

Mîr, bi ehlê diwana xwe ve derketibî, li nava bajêr digeriya. Venêrîna sûk û bazar …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *