Çiyager hilkişiyan Çiyayê Cîloyê

Li bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê komeke çiyager û siruşthez hilkişiya Çiyayê Cîloyê yek çiyayê herî bilind e li Bakurê Kurdistanê.

Di van salên dawî de Nevala Spîxanê bi xwezaya xwe bala geştiyarên xwemalî û biyanî dikişîne. Çiyayê Cîloyê yê xwedî bilindiya wê 4 hezar û 135 metro ye, piştî berfa ku van rojan barî spî bûye û bûye rêgeha çiyager û siruşthezan

Komeleya Çiyagerî û Werzişên Xwezayê ya Gol û Cemedên Cîlo Satê (CÎSAD) bi armanca danasîna xweşikbûna xwezaya herêmê çalakîyeke hilkişînê li dar xist. Çiyager û siruşthezên beşdarî çalakiyê bûn piştî meşeke ku 2 saetan kişand gihîştin qada cemedgirtî û wêne û dîmen tomar kirin.

Peyama Kurd

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Kovareke Nû ya Wêjeyî: “Vîn” Dest bi Weşanê Dike

Di qada weşangeriya kurdî de kovarên dîjîtal bi bîhneke nû geş dibin. Kovara bi navê …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *