07 Sep 2004, Tibet, China --- Barley --- Image by © Keren Su/Corbis

Endîşeya Ezmûnê – Cüneyt Yazıcı

  Xwendekar bi gelemperî, di berî ezmûnê wuha difikirin/dibêjin : ”Gelo ezê di vê ezmûnê de, serbikevim an na?” Dibe ku ez kêm xebitîbim? Di ezmûnê de bêhna min diçikê û mêjiyê min tev û hev dibe…”

 Jiyana me bê ezmûn nabe, di her asta jiyanê de , ezmûn derdikevin pêşiya me. Ji bo vê yekê endîşeya ji bo ezmûnê tiştekî normal e. Endîşeye ji bo ezmûnê carina tiştekî baş e. Lewra, xwendekar bi vê endîşeyê, hewcedarî ji xebata dersan dibîne. Lêbelê endîşe bigêhêje asteke derasayî, tiştekî xerab e ji bo xwendekar. Endîşeya derasayî , ji bo xwendekar astengiyan peyda dike û em ji bo vê rewşê dikarin bêjin “endîşeya derasayî/endîşeya bi zirar”.

 Xwendekar bi gelemperî ji ezmûnê endîşe dikin ; ji ber ku herdem dibêjin : “Gelo ev xebata min, ji têra serkeftinê dike?” Xwendekar bi gelemperî bi neyênî difikirin û ji ber vê yekê xetayan jî dikin. Endîşe gelek caran dibe sebebe nexwaşiyan jî; xwendekarê ku zêdetir kelecan be, bersîvên pirsan ji bîr dike, lewra dile wî bi lez tevdigere, bêhna wî diçike, dikeve halê nezanan û mixabin keda wî jî badilhewa diçe. Endîşeya ji ezmûnê di nava fobiyan de wek “DSM-5 “ tê bi navkirin û ew jî mînanî endîşeyên din tê îfadekirin. Xwendekarên ku bi endişa ji ezmûnê dijîn, divê bên tedavikirin.

Berî her tiştî, divê em bi balkêşî vê rewşê şîrove bikin û bingeheke baş ji vê rewşê re amade bikin. Divê em vê yekê jî bizanibin, ezmûn rêya çûyîn û nehatinê nîne, ezmûn perçeyek ji jiyana me ye û em heyanî dawîya temenê xwe dikevin ezmûnan…

Dema ku xwendekar dikeve ezmûnê, divê yeko yeko hemû pirsan binêre û carekê de hemû pirsan nenihêre, lewra yeko yeko ji pirsa nenihêre dibe ku aciz bibe.

Ew pirsa ku, dibe  :”Gelo ez têra xwe xebitîme an na?” pirseke bê wate ye ; lewra tu kes wek daxwaziya xwe ji bo ezmûnan nexebitiye û em dizanin ku ji bo xebata ezmûnan astek/sînorek tune; ya girîng ew ku, xwendekar li gorî derfetan xebateke rasteqîn e. Divê xwendekar wiha bifikire/bibêje: “Gelo min derfetên xwe, bi awayekî rast karanîn an na ?”

 Pirskirêkek jî ev e; xwendekar bi gelemperî wiha dibêjin: “Gelo min, di kîjan dersê de, pirsê neyê bersivandina çêtir dibû?”. Ev şîroveyan zêrarê dide xebat/keda xwendekar û psîkolojiya wan xirab dike. Em dikarin bêjin”endîşeyên me gelemperî bê wate ne.”

Gava ku, em rêbazên dinêrin, divê em vê yekê ji bîrnekin. Eger em zêdetir bikevin endîşeyan, mêjîyê me têra xwe oksîjenê hilnade û ev yeka jî nahê em bi awayekî balkêşî tevbigerin. Ji bo vê yekê jî divê em bi awayekî kûr nefesê bigrin û berdin, hîndariyan bikin û bi ramanekî erênî tevbigerin…

Endîşeya ezmûnan, bi gelemperî ji destpêka ezmûnan de rû dide û her ku diçe kêmtir dibe. Dema ezmûn destpêdike xwendekar zêdetir bi endîşe ne û hertiştî (deng, tevger hwd.) aciz dibe.

 Di beriya ezmûnê, divê xwendekar ji endîşeyan dûr be, taştêya xwe baş bixwe, li têra xwe razê û zûtirê xwe bigihîne cîhê ezmûnê. Ezmûna rastîn an jî ya ceribandinê be, divê xwendekar, ji berî ezmûnê zêdetir behsa ezmûnê neke, ev rewş endîşeyan zêdetir dike. Divê malbata xwendekar jî bi baldarî tevbigere û roja ezmûnê mînanî rojeke ji rêzê qebûl bike, ji xwendekar re bibe alîkar û endîşeyên xwendekar zêdetir neke.

Eger dîsa jî endîşeyê xwendekar dewam bikin, divê ew ji pisporekî alîkarî werbigre û berî ezmûnê vexwarina dermanan jî bi zirar e…

Derbar Rêvebir

Check Also

7 Celeb Malbat

Gotara jêrîn, 7 celeb celebên malbatê vedibêje. Pêşî gotarê bixwînin û fêr bibin ka hûn …

Leave a Reply