Ehmedê Nalbend (1891 – 1963)

Ehmedê Nalbend yan Ehmedê Muxlis şaîrekê li devera Behdînan pir bi nav û deng bû. Ew kurê Emînê Nalbend bû û li gundê Bamernê li baûşrê Kurdistanê ji Dayik bû. Babê wî karê nalbendiyê li Amêdiyê dikir û wî mala xwe veguhaste Bamernê. Nalbend hêj şeş salî bû demê dest bi xwendina Quranê li cem dayika xwe Fatmayê kirî û paşî dersên olî û şerîetê li Bamernê standin û ji bo pitir xwendinê çû Amêdiyê, Zaxoyê, Dihokê û Bêduhê. Ew paşî dibe melayekê gerok û melatiya wî ji gundê Bêduhê dest pê dike û li gelek cihan dom dike, mîna Çelê, Rwîsê, Xişxaşa, Bêgova, Keşanê, Marînê.
Jina wî ya yekê Fehîmaya Xişxaşî bû û ji wê pênc zarok hebûn û piştî ew mirî Safyaya Xişxaşî mehir kir û ji wê keçek hebû û ew jin jî mir.

Herçend helbestên wî di serdemê jiyana wî de nehatibûn belav kirin, lê gelek ji wan di nav xelkê deverê de, ji zardevekî bo zardevekî belav bûbûn. Wî gelek helbest nivîsîn û belkî jî ew di nivîsandina helbestên bi kurdiya kurmancî de ji helbestvanên herî berhemdar e. Nalbendî di helbestên xwe de hemî babetên jiyana wî serdemî, ji sofîtî, diyanet, viyan, kurdînî, henek, gazind, erotîk û hwd. livandine. Helbestine Nalbendî bûne stiran û stiranbêjên mîna Gulbiharê, Omer Gundî, Îsmaîl Zaxoyî gotine.

Xewna Ehmedê Nalbend çapkirina helbestên wî bû û kesine pêçêbûyî soz jê re dabûn ku ew di çapkirina berhemên wî de arîkar bin. Lê demê wî xwe ji bo wê mebestê hewceyî wan kirî kesê di çapkirina helbestên wî de arîkariya wî nekir. Hewil da, ji bo cemandina mesrefa çapkirina berhemên xwe li gundên deverê li dû zekatê bigerhe, lê ew jî bê hûde bû. Piştî gelek bizavan, ew ji çapkirina helbestên xwe bê hêvî dibe û hewil dide wan helbestên xwe yên li ser kaxezan, li gelek gundan belav bûyî xirveke serêk û wî ew, yên karî bide ser hev, li cem mela Tahayê Mayî hiştin. Ji ber ku Nalbend kesekê gerok bû û çi maleka wî ya binecih nebû, wî helbestên xwe li ser kaxezan dinivîsandin û li nik kesên ku cihê baweriya wî bûn û dostên wî bûn dihêlan; wek mela Tahayê Mayî, Mesûd Kitanî, Zeynilabidînê Çemseydî, mela Sidîqê Benavî, Mostefayê Bamernî û gelekên din.

Ehmedê Nalbend

Ji wan kesan mela Tahayî her ji destpêka salên heftêyan hewla çapkirina hemî berhemên Ehmedê Nalbend da û Mela Msitefa Barzanî xwest jê re çap bike, lê rewşa wî demî ya şoreşa kurdan tê de derbas dibû rê neda bicihhatina wê xewnê. Mela Tahayî di dawiyê de armanca xwe û Ehmedê Nalbend pêkand û helbestên Nalbendî, bi arîkariya Mesûd Barzanî, di sala 1997ê û 1998ê de, bi navê Baxê Kurda, di pênc cildan de belav kirin.

Ji bilî çapkirina hemî berhemên Nalbendî ji aliyê mela Taha Mayî ve, kesine din helbestine Nalbendî cemandin û wek pirtûk gehandin çapê û ji wan:
– Xalid Husên, Dîwana Ehmedê Nalbend (Muxlis), ,çapa yekê 1972, çapa duyê 1981, çapa dawiyê 1989.
– Sadiq Behaiddîn Amêdî, Hozanvanêt Kurd, 1980. (Di wê pirtûkê de behsê 19 helbestvanên kurd têt kirin li gel nimûneyan ji berhemên wan û Ehmedê Nalbend jî yek ji wan e).

Ehmedê Nalbend çeqokek hebû û ew her pê re bû û gelek caran xwe pê ve mijûl dikir û ew vedihusî û wextê kesekê pirsiyar jê dikir ka ew çima devê wê çeqoyê xweş dike, wî di bersiva xwe de ji wan re digot dê hûn zanin. Wî di îlona 1963yê de, li gundê Xişxaşa, li ser tehtekê, bi wê çeqoyê zikê xwe şeq kir û li wê derê mir.
Parçeyine ji hunera Ehmedê Nalbend:

1. Duhî Spêdê li ser banî
Me dît canek ji xew rabû
Dema derket derê xanî
Me texmîn kir Zuleyxa bû

2. Ez nizanim bo cemala te çi bêjim Dilberê
Sorgula weqtê seher hîna ji bircê têy derê

Wek ji qesrê têye banî sorgulî yan reşrihanî
Fexra ehlê vî zemanî kesk û sor û esmerê

3. Ax û fîxan evroke ne
Umrê me borî bteşqela

Êş û elem pişka me ne
Daîm bi ‘işqê mubtela

Daîm bi ‘işqa dilberê
keftîne çerxa cencerê

Nê j muhbeta rengesmerê
Dîn bûn dused şêx û mela

4.Eceb ev şi’re pirr me’na û baş in
Belê çi bkem ku bê qedr û belaş in

5. Ezê çûm û me sed kovan hêlan
Birîn û kul birin, derman hêlan

Nedît min zerreka rehmê j dosta
du çav wa b rundik û giryan hêlan

6.Ez im şa’ir Îmadî me, mela me
Ez im baran l Kurdistanê barî

Belê min nîne qedrek ax û sed ax
Dilê min behr e pirr durr û mirarî

L kulana digerhim her bo nanî
Hemî kes têr in û zik wek xirarî

Ku van şi’ra tebi’ keyn û belav keyn
ezê xalib şev û roja l beyarî

Çavkanî:
1. Baxê Kurda, amadekirina Taha Mayî, berg 1 – 5, çapxana Xebat, Dihok, 1997-1998.
2. Dîwana Ehmedê Nalbend Muxlis, berhevkirina Xalid Hisên Yaqub, çapxana Somer, 1989.

Amadekirin: Sidqî Hirorî

Têbînî: Resmê rengîn yê li jor ji çêkirina hunermend Sitar Elî ye.

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply