Avsîrk

MELZEME- PÊDIVIYÊN XWARINÊ

Têra 4 kesan

*Rûnê nivîşk: 2 kevçiyên xwarinê

*Hêk: 4 heb

*Sîr: 6 dendik

*Ava firingiyan: Kevçiyekî xwarinê

*Îsota pûlikî: Nîv kevçî

*Nanê kartû: Hebek

*Xwê: Têra xwarinê

* Av: 4 qedehên avê

ÇÊKIRINA AVSÎRKÊ

Sîran biqeşêrin, bikutin û têxin firaqekê. Hêkan bişkînin, biçirpînin û dûvre jî nanên xwe  bi kêrê bikin kab. Nan di rûn de biqilînin û li binê sêniyekê rast bikin.

Rûn bixin taweyekê û deynin ser argûnê, dema rûn ger bû, ava firingiyan bidin ber rûn, heta ku ava firingiyan di nav rûn de ji hev belav bû bila sor bibe. Paşê sîran berdin navê, bila biskekê sîr jî di nav rûn û ava firingiyan de sor bibin.  Xwê, îsot û avê tev bikin bila bikele. Dema kel bi xwarina we ket, hêkên ku we çirpandine berdin navê, heta hêk di nav avêka xwarinê de  tîr bibin bila bikele. Dema xwarina we hate sincûrê vala bikin ser nanê qelandî û bi awayekî di derdanekê de rastkirî û bi germî deynin ser sifreyê.

Noşî can be

Etîket: avsîrk, Jiyan, Xwarin

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Kuncî

Gûzên Adilcewazê

Fêdeyên Qalikên Gûzan

Damezirandina Yekemîn Radyoya Kurdî

Tarîtî û Ronahî

Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Hemû nivîskar →

Şîroveyekê bihêle