Dostaniya ji bav û kalan

“Dostaniya dostê xwe berde, belê dostaniya dostê bavê xwe bernede”
“Dostekî bi xêr, ji birayên bêxêr çêtir e”
“Dostê bavan nabin dijminê lawan”
“Dostê çê di rojên tengasiyê de diyar dibe”, gotinê pêşiyên me kurda.

Dostanî, di rojên xweş û reş de pêwîst e. Ew, di jiyana me de cihek giring digrin. Loma di gotinê pêşiyan, stran, pêkenok, çîrok û serpêhatiyên me de jî cîh û nirxên wan hatiye zimên.

Min di jiyana xwe de, di karê civakî, rewşenbîrî û siyasî de gelek kes, şexsiyetên nasdar nas kir. Em bûn heval, me bi hev re nan û av vexwar, kar û xebat kir. Lê dostanî gavek din û qonaxek nû bû. Hesasiyeta xwe nazik e û parastina wê hostebûnê dixwaze. Hev nasîn, sebir, zanabûn, bawerî û hîsên ji dil ji rêka tekûz re dibin xerc. Loma heval û nas weke xwe, bi muhabedt û heskirinê mane û hejmara dostên nêz bi sînor in.

Apê Yusuf tê bîra min, nijad Suryanî bû. Ji salên 60 î pê de li Nisêbînê bi teknîsyeniya diranan mijûl dibû. Dema Osmaniya dostaniya bavpîrê wî û yek ji ê me li hêla Mûsilê dest pê kiribû. Paşê tên herêma Torê, li Midyadê bi cîh dibin, dizewicin. Zarokên wan çêdibin, mezin dibin. Ji ên me çend malbat û ên wan tenê apê Yusuf tên Nisêbînê û li wir bi cîh dibin.

Dostaniya bavê min û apê Yusuf ku ji wê demê mîras mabû, li Nisêbînê jî domiya. Adet bû, Mihemedî ji Mesîhîparêzan re digotin, kirîv. Lê endamên malbata me, di şûna kirîv de, apê Yusuf bikar dihanîn. Ew mîna apê me bû. Dihat şewberkê, em diçûn mala wan, xwarin û vexwarin, têkilî û dostaniyek xurt di nav herdu malbata de hebû.

Apê Yusuf wefat kir. Lê xanima wî dijî. Dostaniya ji bav û kalan maye, îro, em, zarokên herdu aliyan didomînin. Endamên malbata apê Yusuf li Swêdê dimînin. Em bin malbatî diçin serdana ekudû. Demên xweşî û nexweşiyê hayê me ji hev heye.

Dostaniya bavê min bi gelek kesan re hebû. Kurd, Suryanî, Ezdî, Turk, Ereb û Ermenî jî di nav de, têkilî û dostaniya wî bi şexsiyetên nasdar, malbat, bavik û serok eşîran re xurt bû. Çûn û hatin pir dibû. Çareserkirina pirsgirêkên civakî dibû beşek ji karê rojane. Heta roja wefat kir jî, hasasiyeta dostaniyê li ber çavan girt û têkiliyên hene xurtir kir.

Li herêmek mîna Rojhilata Navîn ku şer û nakokî lê bi dawî nayên, çand û baweriyên biyanî bandorê li me dikin, pêwîstiya mirovan bi hevaltî û naskirinê, taybetî jî dostaniyên ji dil û bi ewle aniye rojevê. Mirovan, ji bo parastina berjewendiyên hevbeş, bûne meriv û destê xwe dane hev ku mertalekî ewlehiyê bihênin pê.

Zemîna îro ne stabîl û mîna kefa sabûnê şemitonkî baweriya bi hev kêm dike. Siyaseta hişk, zexta ji çend alî, kêmbûna azadiya dîtinê, nedîtina hesasiyeta mirovan, têkçûna xewn û xeyalan cîhanê li mirovan teng dikin. Mirov çavê xwe li hemêzek mîna dayikê germ ku ji dil û kezebê rapêçe, kesekî mîna bavê xwe ku li derdê mirov guhdarî bike û aqil bide, eşqek e ku derd û kulên xwe jê re birêjîne, jê re bibe kaniya jiyanê û bi hezkirinê derdê êkudû sivik bikin û li dostên ji dil, ên bav û kalan ku rojên xweş û nexweş de li nik xwe bibîne, digerînin.

Dostanî cihek giring di jiyana mirovan de digrin. Dostaniya ji bav û kalan maye, piştî tecrubeyên dirêj û bi sebir hatine pê. Ji bo dostaniyê fedekariyên mezin û nenîvîsî bûne ku îro tev bi devkî ji neslekî derbasî ên din bûne, dibin. Ev dostanî, rewş çi dibe bila bibe, zû bi zû hevalê xwe nafroşe, nigên wî naşemîtîne, di rojên xweş û nexweş de parêzvan e.

Min, bi saya şîret, şêwirmendî û tebiyên bavê xwe, herdem qiymet daye dostên bavê xwe. Qet ji bo berjewendiyên aborî û siyasî pişta xwe nedaye wan. Rewş çi dibe bila bibe, ez li welat an jî derveyî welêt, di her fersendê de diçim cihê karê wan, an dibim mêvanê wan û dostaniya ji duhî hatiye îro, xurtir û têkiliyên xwe tekuztir dikim. Ew jî wiha dikin û ev yek kêfxweşiyê dide min.

Dawiya vê heftê, bi munasebata derketina du pirtûkên nû “Xwezî” û “Pêlên Bayê Felekê”, min sê dostên xwe vexwend malê. Dostê ji bav û kalan, nivîskar Serkan Brûsk Yildirim û Ali Kut. Û dostê min î qedirbilind, helbestvan Xizan Şîlan jî bi me re bû. Xizan, bi helbest, stiran û tembûra xwe reng da şeva me. Me ji nişaqên derbarê edebiyat û hunerê sûd wergirt. Hinekî jî li rojên berê vegeriyan. Fikir û tecrubeyên me ên cuda, nêrîn û cîhana me, ji hêla siyasî, civakî û edebî ve dewlemend û berfirehtir kir.

Min xwest di vê roja xweş de, cî û nirxê dostaniyê bihênim zimên. Bi tebîniyên xwe, ji we tika bikim ku, qedir bidin dostaniyê û têkiliyên xwe xurtir bikin. Jîbir nekin:

Bi tifaqê, dost û nasan mirov bi hêz e.

Derbar Adem Murteza

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply