MELZEME – PÊDIVIYÊN XWARINÊ
Têra 4 kesan
*Bîhok: 4 heb
*Şekir: 2 qedehên avê
*Kakilên fisteqan: Qedehek avê
*To: 2 kevçiyê xwarinê
*Leymûn: Hebek
*Av: Têra pijandina bîhokan
ÇÊKIRINA ŞÎRANIYA BÎHOKAN
Bîhokên xwe bişon, biqeşêrin û bi kêrê bikin du qet. Ji bo ku bîhokên we reş nebin demekê di nav ava leymûnê de bihêlin. Keriyên bîhokan li binê beroşê bi rêz bikin, şekirên xwe wekî hev li ser bîhokan bireşînin, bi qasî ku bê nîvê bihokan, avê bixin beroşê. Çend parçe qalik û çend heb dendikên bihokê bixin nav ava wê û deynin ser argûnê. Li ser agirekî kiz ango kêm bila bipijin, heta ku binermijin û rengê xwe hilînin. Paşê agir ji binê beroşê bitemirînin, dema şîraniya we sar bû, ser wê bi toyê mast û kakilên fisteqan bixemlînin û deynin ser sifreyê.
Noşî can be