Roja te bixêr xalê HESEN
A te jî bi xêr
Xalê hesen qusrê mebîn çend roijin e ez kê tiştekî bi te re bibêjim, lê her ku ez ber te têm bi mebesta ku bi te re biaxivim kenê min bi rewşa te tê, û ez fedî dikim bi te re bibêjim kenî min bi çi tê
Bibêj keko rê li pêşya te vekirî ye
Yanê tu ji peyvên min aciz nabê
Na na na vehesa xwe bibîn, tu azad e di denkirinê de
Yanê tê min efo bikê ger gotinên min li xaşiya te nehatin
Na na qiswetan nexe û bê fedî tûrê şorên xwe boşke meydanê, ma serinî kêl di bin kuma da hene؟
Bi xwedê serî ku ez pê mijûl bûm e ne kêle lê ..
Lê çi .. Bêje keko bila em jî serî ku ji te re bûye bar naskin
Bi xwedê ew seriya bi xwe ji me ne dûre lê..
Lê çi.. denke te ez undêrî kirim
Yanê tu naxeydê ger ez deynkim
La denke û dêrd bi xwe xe berî ez serî te hut wê afrî dikim
Êfir!
Erê êfir
Wey mala te û êfir ava
Çima?
Çimkî te bi wê gotinê hêz da min û devê min vekir, Ji ber ku ne ji wê şorê ba belkî ta siba dilopên peyva ji min neweşîya na pêşiya te
Dê denke û çi li ba te heye bifroş û ka tu kê çi bêjê bêje
Xalê hesen belkî te carna bala xwe da bê rûgeşiya min her ku min serdana we dikir
Erê min bala xwe dida sûgmê te û min guman dikir ku tiştekî di bin zimanî te de heye
Sûgim lê dîm ?
Wek hev e bes tu dêrd bi xwe xe û hew
Xemnakê û a rast tu dive: ez bi xwe ne li bar bûm berî ku werim cem te
Lê ji ber ku her carê min didît te xwe bi ser wê tiştî de xwar kirî, kenê min bi te dihat, çimkê her min li tevgera te mêze dikir bergîrê me yî boz dihat bala min!
Ey beraz ma çi îşî min bi bergîrî we heye
Na na ji min şaş fêm neke
ez dizanim ku ti têkilî dinavbera te û bêrgîr de tune ne
heger wanî ye te xêr bergîr anî meydanê
xalê hesen tu a durist ji min divê ku ez bibêjim
Erê
Bi xwedê rast e ku ti tiştî te bi bêrgîr ve gêrêdê tune, lê qusûrê mabîn her ku min didît te xwe bi ser wan rûpelan de xwar kirî
Û didît ku tu serê xwe ranakê da ku tu wan peyvan tev dadiqirtînê, wê demê wêneyên bergîrê me di pêşiya çavên min re wek niklê katijmêrê diçûn û dihatin
Çimkî wî dewarî jî mîna te serî xwe ji cihêr ranedikir heya cihêr ji ka û cihê vala dibû
..
..
..
Ê bila we bê
..
..
dêmek te pirtûk bi cihêr va girêda
bila bi a te bê çimkê Hewa ne sûcê te ye, ew sûcê ewî ku tu azad kirî ye, sûcê min e ku ez derfetê didim yên wekî te, da ku yekî wekî te li hember min serbest birewê!.
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Afir: cihê ku ka û cihê têde didin ajalên kedî, dewar.
Cihêr: ew jî ji bo êmê dewara ye lê cudahiya xwe ku cihêr bi istuwê bergîr û qantira dikevê, yanê ne çespandiye wek êfire li ser erdê an di dîwêr de.
Şor: peyv.
Undêrî bû: yanê li bendê aciz bû, ji bendewariyê hetikî.
Katijmêr: seet.
MAJêD A MIHEMED