Dayika Min

Dayîka mina delal

Xwezila tu niha hebûya,

Bi zimanê dayîkê, bi zimanê xwe

Te ji min re lorîyên şirîn û şekir  bigota

Bi çavên xwe yên ku ewil te ditine,

Min tu bidîta

Xwezila ez niha zarok bûma

Te di paşila xwe ya germ û nerm de min bihewanda

Bi ruhê zarokatîyê min tu hemêz bikira

Li hemêza te ya germ û nerm ez bialîyama

Çavgirtî û bi destê te girtî di xewek şirîn de bama

Te li ser dilê min de

Şewqeta dilê xwe birijanda

Hemû kovan û keserên dilên min bikewanda

Dayê ! Dayîka min !

Wexta  ez  diketim tengasî û nexweşîyan

Dermanê min tu bû

Di germa havînê de tu ji min re hênikahî bû

Di serma zivistanê de tu ji min re germahî bû

Wexta xem û xeyalan ez dorpêç dikirim

Tu ji min re ken û şahî bû

Belê ! Dayîk jibîr nabin !

Tu dayîka mina delal î

Di dilê min de bedew î, gerdenqaz î

Tu gul î ji bo min gulnaz î !

 

Nasır KEMALOGLU

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Edebiyata Goranî Ya Klasîk

Edebiyata Kurdiya Goranî ya nivîskî ya klasîk li herêma Hewramanê û bi taybetî jî li …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *