” Di sala 434 (mîladî 1043)an de Sultan Tuxrul Beg, ji nav zilamên xwe di bin fermandariya du emîrên xwe de, artêşeka ji 10000 siwariyan pêkhatî şand aliyên Diyarbekir; wî welatî jî wek mîrektî da wan.
Ev du emîrên ku ji mezinên Tirkan dihatin hesibandin û navê yekî Buxa, yê din jî Nasixlî bû, êrîşê welat kirin û talan kirin û ajotin ser Meyaferqîn. Li ser vê deriyên bajêr hatin girtin û di navbera herdu aliyan de demekê dirêj xeber çûn û hatin. 50000 zêr ji wan re pêşniyaz kirin û xwestin ku bi şûn de vegerin lê wan qebûl nekir.
Paşî şevekê herdukan jî mey vexwarin û serxweş bûn û di navbera wan de munaqeşeyekê mezin derket û dest bi dijmînan kirin. Paşî qirên kirin û hev dan ber kêran. Herdu jî mirin. Emîr Nesruddewle gava vî bihîst, ji bo rewşa wan hîn bibe bi dizî zilamek şand. Gava ew zilam rewşa wan hîn bû û vegeriya hat xeber da Emîr, wî jî leşkerên xwe civand û êrîşê wan kir, malên wan talan kir, gelek ji wan kuşt û hinek ji wan jî êsîr girt û hemî tiştên destê wan de wek xenîmet bi xwe re anî.
Bi vî awayî Xwedê wî ji şerrê wan muhafeze kir. Nesruddewle heta ku mir, di temamê hukimdariya xwe de, ji xeynî van rastî êrîşê tu kesî nehatiye. Xwedê wî ji şerrê wan jî muhafeze kir. Ev (…) cara ewil bû hatin vî welatî. Di pêşiya vî de li van deran tu kes ruyên wan jî nedîtibû.”
Ji Tirkî Wergerandin: Yusuf AGAH
Dîroka Meyaferqîn û Amed-M. E. Bozarslan