Dilşad Ronî: Mûzisyen divê pêşiya xwe sererast bikin

Diljen Ronî di 11-12 saliya xwe de bi eşqa muzîkê hesiya ye. Lê xizaniyê nehiştiye ku ew dest bi rêwîtiya xwe bike. Ew di xebata muzîkê de bi baldarî tevdigere. Ev baldarî di muzîka wî de xwe diyar dike. Diljen Ronî dibêje; “Nizanim ka ez ê karibim çend albûmên din çêbikim, lê ez naxwazim bi lez tevbigerim. Ya dilê min ew e ku hindik, rindik, dereng lê çeleng be.”

Ronî muzîka kurdî ya qedîm bi awazên modern û bi hostayî dihûne. Ew dibêje merivek bi kîjan zimanî dilikî bibe, dêhn û bala xwe dide hunera wî zimanî. Û wiha lê zêde dike: Êdî gelekên me bi zimanên serdest dilikî dibin.” Diljen Ronî re ji BasNûçeyê re behsa serpêhatiya xwe ya muzîkê kir.

-Te di muzîkê de şêweyeke xas ava kir. Gava stranên te lêdikevin, navê te bi bîra her kesî dikeve. Şêweya Diljen Ronî çawa çêbû?

Li welatê me hin êş û jan hene ku her kes pê dizane, bi sere gelek merivan de hatine. Dibe ku ew tevlî şêweya min bûbin. Min awazên dilê xwe bi peyvan hûnandin, bi hestên wê kêliyê ve min helbestên xwe çê kirin. Di stranên min de her dem xemgînî heye. Ez ji xemgîniyê hez dikim. Ev ne melankoli ye, zelalbûna ruh e. Kevneşopiyên Cizîra Botan û newayên modern ên welatên rojava li cem hev in. Ez di navbera wan de diçim û têm. Nemaze jî di albûma min a yekem de ev eşkere dibe. Ya rast di albûma duyem de jî heman tişt heye. Muzîka kevneşopî ya di zaroktiya min de û saksafon, elektro-gîtarên welatên biyanî li ba hev in. Dilê min de ew gihîştin hevûdû. Bi ya min strana Awirên Esmeran baştirîn mînaka vê ye.

-Li gor gelekan di van salên dawîn de muzîka kurdî rawestiya ye, pêş ve naçe. Bi fikra te jî wisa ye? Sedema vê çiye gelo?

Muzîka kurdî di bin bandora meseleyên siyasî de dimîne, ev normal e. Bi sedsalan e ku li welatê kurdan şer û pevçûn û qedexe hene. Tesîra wan li muzîkê dibe. Lê ya herî bandordar asîmîlasyon e belkî jî. Bi zimanê xwe yan zimanê welatê ku lê dijî? Bersiva vê pirsê tesîrê li kalîte û pêşketina muzîkê dike. Êdî gelekên me bi zimanê resmî evîndar dibin. Seba muzîkek pêşve biçe divê e were guhdarîkirin, were fehmkirin û parvekirin. Helbet pêwist e hestên me jî bibersivîne. Ji ber pirsgirêkan eleqe kêm e û pêşveçûna hewce pêk nayê.

-Tesîra siyasete li ser muzîkê çawa ye li gorî te?

Rojeva siyasî jî derdekî din e. Gava bombe biteqin kes guh nade muzîkê û li ser muzîkê na axive jî. Heger xebatên muzîk bê kirin jî wê bibe muzîkeke siyasî. Dê gelek rexneyan lê bigrin, dê reş bikin. Ev jî asteng e li ber muzîkê. Sedema vê rawestînê dibe ku ev be. Sedema din jî aborî ye. Bazareke muzîka kurdî nîn e. Wek mînak qada konserê. Gel û muzîsyen bes li qadên Newrozê yan jî di mîtîngên siyasî de hevûdû dibînin. Gelek sedemên vê hene. Mesela di Pêvajoya Çareseriyê de jî ev sekinîn, ev xitimîn he bû. Rastiya me ev e: Pêvajoya siyasî li pêşiya pêvajoya hunerî ye. Lê divê meriv jibîr neke, huner her dem ji bo perwerdeyê amûreke baş e. Hunermendekî ku stranên siyasî nebêje, muzîka govendê neke nikare biçe mîtîngan, pêşberî gel jî. Yên ku muzîkeke cuda çêdikin di salonên teng, di bar û kafeyan de dimînin. Lê hemû guhdarên me nikarin werin cihên wiha, belkî naxwazin jî. Ji ber van sedeman em nikarin biçin nav hezkiriyên xwe. Mixabin ew jî gazindan ji me dikin.

-Muzîsyenek gava albûmeke blues çêbikke, dikare albûmeke din jî derxîne? An jî gava muzîsyenek albûmeke arabesk an jî polîtîk çêbike, dikare albûma duyem jî derxîne?

Hewce ye em rengên bûka baranê fehm bikin, em rê li ber rengan vekin. Divê mantalîteya muzîka me ne reş û spî be.

Astegên li ber pêşveçûna muzîkal çine?

Astenga herî mezin muzîsyen bi xwe ne. Ya din ne girîng e. Me xwe ji sînorên teng xilas nekir, me tiştekî ciyawaz peşkeş nekir ku zewqa mirovan a muzîkê jî bigûhere. Em xwe li rehetiyê datînin; kîjan muzîk asayî be, hezkiriyên kîjan şêweyê zêde bin em xwe li wê digrin. Ev jî dubarekirin e ya rast.

-Muzîka modern çiqas sûdê ji dengbêjiyê digre. Dengbêjî û muzîka nûjen çiqas bi hev re tê hûnandin?

Hewla min ji bo wê ye. Seba albûma nû min çend tişt ceribandin. Ez ê orîjînaliya wan xira nekim, lê hewlekê jî bidim. Hêviya min ew e ku newayên me birînan bipêçin, bibin derman. Li gorî min derheqê dengbêjiyê de xebat û lêkolînên hewce hîn jî nehatine kirin. Hin xebat hene, kêyfa min jê re tê. Mesela senfoniya Mizgîn Tahirê… Meriv dibîne ku bi verastkirinê her stran dikare vejî.

-Di Pêvajoya Çareseriyê de pêşveçûnek çêbû. Lê piştî wê dîsa her der bi êşê tijî bû. Muzîka kurdî jî li gorî bûyerên civakî meşiya. Pêvajoya niha bandoreke çawa li muzîkê dike?

Helbet tesîreke neyînî li me bû. Li me hemûyan… Gelek kes mirin. Welat wêran bû, dil û kezeb şewitîn. Di halekî wisa de meriv nikare qala muzîka eşqê bike, ew ê li êşa însanan bibe heqaret. Di rewşên wisa de guhê herkesî li siyasete, li sirûdan e. Tesîreke wisa heye niha. Ji bo muzîsyenên ku wekî min dilê xwe bi eşqê dagirtine ev dezawantaj e. Bi ya min pêwist e di roja herî reş de em xwe li eşqê bigrin. Eşq helbesteke bêdawî ye.

-Çavê gel li rûdanên Başûr û Rojava ye. Gelo muzîka kurdî jî dikare bi heman tempoyê bimeşe?

Rûdanên li wir pirr girîng in. Heger dinya me bi awayekî resmî nas bike, seba miletê me destkeftineke mezin e. Li gorî min ev geşedan dê rê li ber muzîka kurdî veke. Lê dîsa jî muzîka me negihîştiye asta muzîka vê sedsalê. Divê em muzîsyen pêşî xwe rast bikin.

-Afirandina muzîsyenan li aliyekî, em dizanin ku hunermend nikarin bi rehetî debara xwe bikin. Çima muzîk têra debara hunermendan nake?

Di vê mijarê de siûda min heye. Lewre ez debara xwe bi muzîkê nakim. Kedkarên ku debara xwe bi muzîkê dikin vê meseleyê baş zanin. Pirsgirêk naqedin. Bazar qewî kesad e, konser nîn in, albûm nayên firotin, bi xêra dîjîtalê çend qirûş tên lê kêm e. Gelek muzîsyen mecbûr in di dawetan de û li baran bistirên. Û di ser de jî em rexneyan li wan digrin ku diçin di baran de distirên. Lê em rexneyan li stranbêjên ku diçin dawetan nagrin. Ev jî kaoseke din e.

-Proje û xebatên te yên nû çine?

Gelek tiştên ku dil dikim bêjim hene. Lê bawer im dema min wê têrê neke. Nizanim ka emrê min dê têra çend albûmên din bike. Ya rast naxwazim pirr bilezînim û zû biqedînim. Bila hindik be, rindik be, dereng be lê çeleng be, profesyonel be. Repertûwara albûma 3’em amade dikim lê hîn ne bi dilê min e. Çend awazên min ên pirr hêja hene lê dîsa jî na.

Ji bo pêşketina muzîka xwe, niha perwerde dibim. Ez dibêm qey tesîreke vê perwerdeyê jî dê li albûmê bibe. Projeyeke min a li ber temambûnê nîn e. Pirsgirêk hene. Sedemên aborî di serî de, rewşa bazara muzîkê jî li pêş çavan e. Bi ya min di bihareke nû de pêvajo jî dê xweş bibe. Hêvîdar û dipêm. Berî her tiştî hewce ye em ji vê kaosê bifilitin. Piştî wê gele me dê karibe guhê xwe bide muzîkê. Her tişt dê xweş bibe, divê em hêviyên xwe ji dest bernedin.

Mustafa Ergün-Basnûçe

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply